Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îro ji derba xencerê - tirşik
îro ji derba xencerê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesta mela ya ku ez di her herfa wê da inda dibim..
şahê helbestan a ber dilê min e.
mehmet avşar zehv xaş xandiye

neyse ez navberê derêm.. kerem kin :





Melayê Cizîrî - îro Ji Derba Xencerê

îro ji derba xencerê
Lazim biêşan î Mela
Teşbîhê zulfa dilberê
Zanim perîşan î Mela

Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah ne insan î Mela

Bi l-lah çi teb'et adem î
Yekser dibêm yek 'alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-i gerdan î Mela

Ya reb çi wê mihnetkeş î
Ser ta qedem têk ateş î
Mecrûhê qewsê tûzreş î
Lew dil bi peykan î Mela

Zanim ji 'işqê dojeh î
Behrek ji narê asih î
îro li mahê xergeh î
Teşbîhê seywan î Mela

Ev sîneya wek nay û ney
Pir lê kişandin dax û key
Hê dil bi naehlan didey
Ya reb çi nadan î Mela

Durdaneya dêmgewher e
Ayîneya Eskender e
Bê mirwetê dil kir ker e
Mecrûhê xalan î Mela

Bê mirwetê dil herişand
Teşbîhê şîşê lê kişand
Ker kir ceger xwê lê reşand
Ateş li ser danî Mela

Narê ji rengê dojehê
Husn û cemala wê mehê
Me d'perdeya vê xergehê
Xef kir çi 'Umman î Mela

îro li 'umrê xwey telef
Bê şahid û cama sedef
Bê çeng û saz û nay û def
Zanim peşîman î Mela

Zanim te kohê Tor e dil
Lew her bi nar û nûr e dil
şehkaseya ferfûr e dil
Lew mest û sekran î Mela

Her sîne tabê natemam
Napuxte xam bê mihr û cam
Xerqên di xwîna dil medam
Le'la Bedexşan î Mela

Pir le'l û dur te j' kilkê 'işq
Anîne nezma silkê 'işq
Der berr û behrê mulkê 'işq
Me'lûm e xaqan î Mela

Bêhed li qelb-i şubhê ney
Cewra te danîn dax û key
Lew bêhemel xweş nîne mey
Emma bi şîranî Mela

Minnet ji tali' her ji bext
Asif bi text û bext û rext
Belqîs ewî anî bi wext
îro Suleyman î Mela

Ew herdu le'l û herdu weşm
Geh geh bi naz û geh bi xeşm
Ew bejn û bala hate çeşm
Me d'seyrê rûhanî Mela

Melayê Cizîrî



05.11.2017 21:52 | bûtîmar

2. helbest ji xwe xweş e lê hunermend ji baş histêrayî, şaş nebim ji meqamê mewlûdê xwendî.



05.11.2017 23:31 | elîşêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îron rîng
» derbasbêje

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn wejehlbst weje niviskarhlbstvn wejehlbst weje niviskarhlbstvn wejehlbst weje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî