Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kronîk kolesîstît - tirşik
kronîk kolesîstît
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: cerrahiya giştî)
edabgirtina kîsikê zirav ya demek dirêj e. ger kîsika zeravê edabê bigire, navê wê dibe kolesîstît û ji ber ku rewşek nû ye navê wê dibe akut kolesîstît, lê ger ev rewş bi dermanan bi temamî baş nebe, an jî mirov bêje qey baş bûye lê tim û tim atakan bike, navê wê dibe kronîk kolesîstît.
sedem bi giştî kevirên kîsika zeravê ne. sedemên keviran jî; mîrata genetîk, kîlo, zayend (jin bêşens in), rengê çermê mirov (yên kej bêşens in), çalakiyên kîsikê, xwarin vexwarin, xetimîna riyên zeravê, enfeksiyona riyên zeravê, zêdebûna kolestrolê (weke mînak, di ducanîbûnê de an jî dema mirov gelek bilez kîlo bide), nexweşiya şekir(dîyabet), tûmorên kîsikê û pankreasê û hwd in.
ev kevir, di nav kîsikê de dibin sedema pestoyê, dîwarên wê hêdî hêdî dixwin û wê enfekte dikin. hêdî hêdî, dîwarên wê stûr dibin û valahiya hundirê kîsikê jî teng dibe û êdî weke berê nikare bixebite jî.

nîşaneyên wê; êş û krampa zik (li aliyê rastê û jor), êşa wê dikare bide piştê jî, zêdebûna germa laş, zerbûna çerm (zerik), verişîn û hwd.

ger neyê tedawîkirin, dikare bibe sedema pankreatîtê, kunbûna kîsikê, nepixîna kîsikê û mirina raçînka kîsikê (yanî gangrena wê) û tabî bi belavbûna edabê li her derî: mirin.

çawa tê nasîn;
bi guhdarkirina derbirînên nexweş, tehlîlên xwînê, ultrason û tomografiyê mirov dikare teşhîsê pesend bike.

tedawî; wê pêşîn tedawiya bi dermanan were ceribandin. ger bersiv nede, emeliyat lazim e. ger bersiv bide jî, piştî 6 heftiyan wê emeliyat were plankirin.
ger emeliyat di vê rewşê de were kirin îhtîmal mezin e ku emeliyata vekirî were kirin. lê ger nexweş bersivê bide dermanan û emeliyat bikare piştî 6 heftiyan were kirin, îhtîmalek mezin wê emeliyata laparaskopîk were kirin.

ji bo ku kesên ku di kîsika wan ya zeravê de keir hene, rastî atakên îltîhabê neyên; divê di xwarinan de ronê kêm bikin, di carekê de zêde zêde xwarin nexwin û ji şîr û tiştên jê çêkirî zêde nexwin.



06.11.2017 22:27 ~22:29 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kronîk kolesîstît

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî