Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
12.11.2017 erdheja li kurdistanê - tirşik
12.11.2017 erdheja li kurdistanê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "erdhejek ji bajarê Helebceyê dest pê kiriye û tevahiya bajarên Kurdistanê hejandine. Herwiha li gorî hinek çavkaniyên herêmî, bajarên kurdan ên li Tikriyeyê jî hejiyane"
Here lînkê



12.11.2017 23:05 ~23:06 | cûndûllah el-kurdî

2. erdheja ku duh bi pîleya 7.2 çêbûye û binê wê Silêmaniyê ye. ji ber erdhejê hemû Kurdistan hejiya. Ji başûr heta bakur û heta rojhilat.

mixabin ji ber erdhejê heta niha ji 200î bêhtir însanê me miriye, li Kirmanşanê û çend bajarên din ên Rojhilat yên mayî bin xirbeyên xaniyan de zehf in û lu Başûrê Kurdistanê jî behsa mirina 7 kesa û gelek birîndar dikin.



13.11.2017 09:57 | xendekî

3. Welehî daxek danî dilê kurda. alîkariya xwedê bi wan re be. Îro roja piştgiriyê ye. Her kesek çi ji destê wî werê, divê bikî. Agahiyên ku tên nebaş in. Hejmara mirî û birîndaran zêde ye. Jimareya mirî nêzikî hezar kes e. Hejmara birîdaran nêzikî çar hezar e. Bi hezaran welatî jî bêxanî mane. Hejmara wana jî nêzikî sed hezar e.

Neteweya me bi êşeke giran re rûbirû ye. Xwedê bi me re be.



13.11.2017 20:16 ~20:17 | rûbar

4. çi rewşeke reş î xirab e ku em nikarin destê xwe dirêjî birayên xwe kin.
ev çi birîneke berredayî ye.
faris, tirk û ereban axa me parve kirine û navbera me da têl, mayin û bmbe rêz kirine.
bona ku em herine cem eqaribê xwe, heta vê roja reş da jî, gereka em anegorê rêbaza wan dewletan, bi şitrekî stûxar, .. nizanim pasaport, pere, qeyd..,ax ax
erd diheje, em dimrin.
bombe diteqe em dimrin,
deaş dertê holê, em dimrin.
şerê navbera tirk û eceman dertê, em dimrin.
kuro heta şerê koreyê da bile em dimrin.
yaw şerê amerîka û rûsyayê da dîsa yên ku dimrin em in.
em li ser axa xwe penaber in, cendekê me li qeraxa behran dixe;
(bnr: alan kurdî)
em li ser axa xwe qaçaxçî ne, cendekê me bi bombebaranan ve çiq çiqî dibe.
(bnr: roboskî)
em li ser axa xwe terewîs in, çar alîyî va tên kuştin.
em li ser axa xwe axînek in ku idî bi axîna me va erd û ezman diqelişin.
em li ser axa xwe axek in, axkêşanên xwe, bixwe jî nabihîzin.
ma dora...?

nebêjin law evî jî êja çiqas em belengaz kirin..
eva xwe rebenkirin nîn e.
em jixwe belengaz in.



13.11.2017 20:39 | bûtîmar

5. a ku li amedê jî bi awayek net hat hîskirin.
hejmara miriyan ji 400î jî derbas bû û mixabin hemû jî li gund û bajarên kurdan.
qaşo me digot wê ev sedsal û ev deh-sal bibe ya kurdan lê xwedê xêr bike...



13.11.2017 20:57 | simurg56

6. Erdhêj jî dibeje kurdistan yek e. Nabe 4 parçe.



16.11.2017 07:44 | cinorek

7. Li ser vê erdhêja stranek heye. Ev stran hêdî hêdî derzî di dilê me de radike. Dema tu qîrînên dawiyê jî dibihîzî jixwe tu sax namînî.




06.07.2020 12:10 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» 12.11.2017 erdheja li kurdistanê
» erdheja tirşikê ya yekemin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî