Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 15 peyam
    hinara dawî ya dinyayê - tirşik
    Hinara dawî ya dinyayê | 2017
    Nivîskar: Bextiyar elî | Kurdî (Kurmancî) | Roman | 352 rûpel

    “Min peymana xwe bi wê darê re mohr kir û min çuqliyekî piçûk ji bo bîranînê jê kir û min ew şemirand. Her kesek ji we rojekê ji rojan riya we ket bin...
    hinara dawî ya dinyayê
    (4) (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. navê pirtûkeke bextiyar elî ye.
    her çend yekem pirtûka camêr be jî çarem pirtûka bextiyar elî ye ku li ser zaravayê kurmancî ji hêla besam mistefayî ve hatiye wergerandin.
    pirtûk cara ewil hefteyeke berê li pêşangeha tuyabê ya stenbolê li ser refan hatiye firotin bo wêjehezan.

    di hevpeyvînekê de bextiyar elî gotiye “eger min koça dawî kir û hiştin ez kitêbekê li gel xwe bibim cîhana din, bê guman ji nava hemû berhemên xwe, ez dê romana Hinara Dawî ya Dinyayê hilbibjêrim.'' ji ber vê gotina wî ez gelek meraq dikim bê ka berhemeke çilo ye..
    pirtûka hanê li ser pirtukakurdî.comê tê firotin.



    2017.11.21-10:45 ~10:46]| ferhenga şikestî

    2. Pirtûka ku van rojan dixwazim bixwînim, lê çavê xurbetiyê kor bibe ku bawer nakim van deran bê dîtin. Ka tirşikvanekî jîr dernakeve ku vê pirtúkê bişînê Moskovayê?



    2017.11.21-14:42 | gulêê

    3. "qasê ku behna esman ji wir dihat, behna erdê jê nedihat." bextiyar elî bi vê hevokê lûtkeyêkî bilind wiha terîf kiriye. bê ka bifikirin tevn û honakek çawa afirandiye, hevokek bes e. ji hemû tirşikvanan re pêşniyaz dikim.

    bi farisî û almanî û îtalî derçûye, herî dawî bi erebî ji weşanxaneya el-meqdûs derçû. qasî ku abdullah keskin gotibû, weşanxaneyekê tirkan mafê weşanê bi dest xistiye û bi tirkî jî were çap kirin.

    mêrik bi vê romanê baştirîn xelata wêjeyê ya nelly sachs wergirt kurno, keçnê!



    2018.08.04-02:49 ~2019.08.03 04:14]| tizbîkêş

    4. pirtuka bi kesayetên surreal derdên dinyayê li hev dihone. pirtukeke xweş e û kêfa min anî.

    weke din zu de ye min xwendî lê tişta pirtukê anî bîra min li yekem kampinga tirşikvana li nemrûdê wextê em ber bi ciheke hewaya germ ji bîn erdê dihat ve diçun, ji nişka ve min weke ku em ber bi hinara dawî ya dinyayê ve diçun hîs kir.
    destê bextiyar elî sax be ku di jiyana rastîn de çîroka xwe ya surreal tîne bîra mirov...



    2018.08.04-21:13 | azadixwaz

    5. Di Kovara Kund de Umran Aran li ser vê romanê nivîsi ye. Bi rastî min hêj nexwendî, lê di rêzê de ye ji bo xwendinê. Li gor ku umran aran nivîsî ye, gellek romanek balkêş e.



    2018.08.05-10:43 | apê mihyedîn

    6. Min nû qedand. Romanek giran bû û bûyer hêdî Pêve diçûn. Li gor fikra min Yaqûbê sinewber jî M. Mistefa Berzanî ye.



    2018.11.05-09:15 | bêdestmêj

    7. (bnr: spoiler)
    (bnr: bişkojka spoiler)
    (bnr: spoîler xwarin)



    2018.11.05-10:11 | mirovekirind

    8. ev sehneya di hinara dawî ya dinyayê de kir ku ezê careke din truman show temaşe bikim.

    matrûşka*:



    2019.09.16-19:18 ~21:00]| tizbîkêş

    9. “eger min koça dawî kir û hiştin ez kitêbekê li gel xwe bibim cîhana din, bê guman ji nava hemû berhemên xwe, ez dê romana hinara dawî ya dinyayê hilbibjêrim.''

    min tam du sal berê mijara vê sernavê vekiribû. ji wê demê ve min hê jî vê romanê nexwendiye. çimkî cenabê bextîyar bi vê hevoka jor hestên xwe yên di derbarê kitebê de anîye zimên, ji loma ez qêmîş nakim bixwînim, destê min lê naçe ez dibêjîm ger xelas bikim ezê bi kurdî hîn çi bixwînim?*



    2019.12.17-14:46 | ferhenga şikestî

    10. pirtûka ku min vÊ mehê xelas kir.
    me vê pirtûkê wek duyemîn pirtûka koma xwendinê ya tirşikê diyar kiribû lê ji bela ku çapa wê tunebû hevalên dî yên komê bi ser ve nebûn lê axir li cem min hebû.

    cara ewil dixwazim ji zimanê wê dest pê bikim.
    zimanê bextîyar elî zêde zêde xweş e. ez dema hevokên bextîyar elî dixwînim xweziya xwe bi rewşa azad a kurmancî tînim. çimkî eger zimanê kurmancî li tirkiyê qedexe nebûya muhtemelen rewşa kurmancî dê ji soranî baştir bûya.
    meriv ji soranî bêhna azadiyê digire. tevî ku ev pirtûk ne bi kurmancî bes bi soranî hatiye nivîsîn jî meriv pê qane dibe ku per û baskên reha kurmancî gelek qewî ye, qedîm û zengîn e.

    wergêrê kitêb besam mistefa ye. besam mistefa karekî pirr pîroz dike, di navbera kurmancî û soranî de pirek ava kiriye ku em bêyî noqî çêm bibin digihêjin hevudu.
    min gelek hej ji wergerê kir yanî bi rehetî dikarim bêjim hew dibû! besam mistefa wergereke gelek serkeftî aniye pê ku meriv bêî ku eciz bibe pirtûkê dixwîne. ger dema meriv fireh be meriv dikare ji destpekê heya dawiyê bi derbekê de bixwîne.

    ez berîya ku behsa naveroka romanê bikim û rexneyên xwe binivîsim dixwazim bêjim muhtemel e ku di entrya min de spoiler hebîn. ji ber wê yekê kesên ku naxwazin têra xwe tûşî spoileran bên bila nexwînin lê dîsa lazim e ez bêjim dê agahiyên min xwendina we eciz neke. çimkî hunandina romanê ewqas serkeftî ye eger ez bi temamî naveroka romanê binivîsim jî dema hûn romanê bixwînin dê hîç ji spoileran eciz nebin.
    ji romanê, ji serî heya dawî bêhna şerê birakujîyê tê. meriv dema romanê dixwîne wek ku siwarî makineya zemanî be here wan rojên qiyametê yÊn kurdan. cara ewil dibe ku hûnê bêjin ma ev jî siyaset? hîç çavtirsandî nebin, bextiyar elî qala siyasetê kiriye yas rastî di atmosfera romanê de siyaset û rewşa kurdan berbiçav e lê tevî vê yekê zimanê bextiyar ne zimanê maxdûriyetê ye, yanî demogojî nake, meseleyê dramatîze nake, dilê xwe li ber dijminên xwe guneh nake, serê xwe xwar nake û nabêje em kurd feqîr in, guneh in ji bo xwudê me têkin dewsa însên! na!
    şerê navxweyî yê kurdan, zilm û zordariya desthilatdaran, feqirî û kesîbîya xelkê, nakokiyên partiyên kurdan, bîr û baweriyên surreal ên kurdan... hwd di nava romanê de her li ber çavê me ye. bextiyar bi rastî wek wênegirekî realîst fotografa civakê xwe girtiye û bi teknîka realîzma efsûnî neqşandiye. kêmasiya romanên bakûr ew bû ku di romanên nivîskarên bakûrî de karekter tune ne. nivîskarên bakur li dewsa ku karekteran saz bikin, karekterên xwe bi çerm û hestî û bi fikr û ramaneke xweser li wan bifesilînin, di hemî lehengên romanên xwe de hew qala xwe dikin welsahil em dikarin bêjin di hemî romanên bakûr de em li rastî şop û rêçeke beloq û berbiçav a hest û ramanên nivîskêr tên. lê bextiyar elî ne wisa ye, her lehengên wî karektereke xweser in. dema karekterên wî diaxifin meriv pê bawer dike ku ger ew kes bi rastî jî bijîya di sedî sed wisa tevbigeriya.

    aniha ez hindek behsa naveroka romanê bikin (baldar bin spoiler hene)
    .....................................................................
    bi navê muzeferê subhdem zilamek heye, şervanekî an jî em bêjin şoreşgerekî kurd bûye, ji bo ku ew yaqûbê sinewber(serok) xelas bike xwe dide destê leşkerên dijmin. 21 sal di biyabanê de(çol) li zindanê dimîne.piştî ku ji zindanê derdikeve yaqûbê sinewber wî dibe koşkekê û nahêle jê derkeve, dibêje li derve derdekî xedar belav bûye. tu di vir de dê aramtir û rehetir bî. em romanê bi vegotina muzeferê subhdem dixwînin.
    muzefer dixwaze ji koşkê derkeve û here çimkî bi navê seryasê subhdem kurekî wî heye, miriye û dixwaze li pey wî şopekÊ peyda bike
    muzefer piştî 21 salan kemilîye, dil û mêjiyê têr kiriye ji loma ji bobelatên derve natirse êdî, xema xwe naxwe.
    rojekî bi alîkariya îkramê kêw ji koşkê rizgar dibe û dide li pey şopa kurê xwe.

    karekterekî din ê romanê mihemedê dilşûşe ye. dilê mihemêd ji şûşê ye. pirr kubar, nazik û diltenik e, rojekî di lehîyekê de xwe dispêra mala xwişkên spî (lavlavka spî û şaderyaya spî) û dil dikeve lavlakê lê xwişkên spî qewla xwe kirine yek û biryar dane ku heta hetayî mêr nekin, porê xwe kur nekin û her cilê spî li xwe bikin. ji ber redkirina evîna lavlavkê, mihemedê dilşûşe debar nake û dimire.

    seryasê subhdem bi mahlasên xwe yên dî marşal, profesorê erebokan di bazarê de di ereboka xwe de kartolan difroşe. rojekî di xirecirekî de ku di navbera polês û firoşkaran de diqewime tê kuştin.
    muzeferê subhdem wexta ku li pey şopa kurê xwe dikeve fêr dibe ku ne yek sê heb seryasê subhdem hene (di koşkê de yaqûbê sinewber gotibû lawê te miriye) ji ber vê agahiyê dilê wî careke dî geş dibe û dixwaze xwe bigêhîjine her seryasên dî

    seryasê duyêm yanê seryasê piçûk. seryasê piçûk berovajî seryasê yekem e, wextekî seryasê dûyem dibe cehşek, dûre dibe birakujek. û dawiyê de dikeve zindanê. muzeferê subhdem xwe digêhîjîne wî lê ji ber şert û mercên zindaniyê nikare wî bibîne lê bi alikariya îdrîsê hingivîn bi rêya kasetan pê re diaxife.
    muzaferê subhdem dûre dikeve li pey şopa seryasê sêyem. hîn dibe ku seryasê sêyam di êrîşeke çekên kimyewî de şewitî ye, hemî laşên wî şewitîne lê sax e aniha li saziyekÊ de dihewe ku ji aliyê brîtanyayê hatiye avakirin
    yaqûbê sinewber bi jinikekê re dikeve têkîliyekî nemeşrû û ji jinikê du kurên wî çêdibin, lê yaqûb ji ber pozîsyona xwe kurên xwe eşkera nake. her kurên xwe û kurê muzeferê subhdem dibe emanetî seyit celalê şems dike. yaqûb dibêje navê her sêyan jî seryasê subhdem e û tu wan ji hev cihê bike û her yekî wan bibe parçeyeke welêt emanetî însanên baş bike û bila her çavên te li ser bin. seyit celalê şems ji her yekî wan re hinareke ji camê çêdike, dide wan û wan dibe deverinan kurdistanê.
    muzeferê subhdem tevî ku nizane kîja ji wan seryasê wî ye, dîsa jî dibêje her sê jî zarokên min in. seryasê yekem miriye, seryasê duyem di zindanê de û seryasê sêyem jî bi giranî birîndar e.
    ez naxwazim zêde dirêj bikim û hemî detayan binivîsim.
    ................................................................

    ez ji dil û can vê pirtûkê pêşniyaz dikim
    ji aliyekî jî pirtûkeke gelek sembolîk bû ku ev sembolîkbûna wê ya mukemmel ez sermest kirim
    sê seryab hene yek dimire, yek hepsî dibe, yek birîndar dibe. tam panoramaya rewşa civata kurdistanê ye.
    seryasê yekem panoramaya faîlên meçhûl e (seryasê yekem mahlasa wî profesor e, çimkî ji emrê xwe mezintir tevdigere, dixwîne, fêmbar û biaqil e ango ji wan seryasan pêşdetir e) li kurdistanê herçiyê kurdên rewşenbîr hebûn bûn qurbaniyên dewletê, ango em dibêjin kiryarên nediyar. ev karekter bi awayekî sembolîk resmeke vê rewşa me ya rastî ye.
    seryasê duyem dibe şervan, dibe cehş dibe birakujek û dikeve hepsê
    seryasê sêyam jî lêqewîmîyek e ku li kurdistanê îroj ro hejmara wan ne yek e ne didu ye mixabin.

    hemî lehengên romanê xwedî karektereke ciyawaz bûn. em dikarin bi tehlîlan resmeke giştî ya kurdistanê derxin holê.

    wek encam dixwazim bêjim: romaneke gelek serkeftî, têr û tije bû. xwudê emrekî dirêj î berhmendar bike nesîbî bextiyar elî.

    ''biyaban û siyaset herdu heman tişt in, du qad in ku tiştek li wan şîn nayê''
    ''mirin ji bo vî welatê çê, ji bo nav û desthilata we şerefeke mezine ''



    2020.02.25-19:55 | ferhenga şikestî

    11. Ji du mehan zêdetir e min ev pirtûka xweşik xwendiye lê hê jî carinan di xewa xwe de vê pirtûkê dibînim.
    Min Heya niha gelek roman xwendin lê kitêbekê jî wek vê kitêbê tesîr li ser min çênekir.
    Muhtemel e ez ê vê mehê careke dî bixwînim



    2020.05.02-15:20 | ferhenga şikestî

    12. Nivîskar di vê romanê de li cih û wextek ji dervey cîhan û zeman binavê "hinara dawî ya dinyayê" rûniştîye û ji jor de temaşeya erd dike. Ser wê lûtkeyê erd û ezman, dewr û zeman, deşt û çiya, hemû bendûbeşer wek bîranîn, wek bûyer, wek xewn, wek xeyal xuyan dibin, diçirisin, ditemirin. Ew jî dîtinên xwe ji hinarê re vedibêje.

    Roman bi êsîrî despêdike, bi lêgerînê ango serbestîyek nediyar dawî dibe. Ev ne serhatîya serlehengê romanê tinê ye, civak jî di heman rewşê de ye. Muzafferê Subhdem di serdemê bindestîya gelê Kurd de dikeve hefsê, piştî ji zindanê rizgar dibe xwe di zindanek dî de dibîne. Zindana qesrîn, dor daristan nebatên rengîn, dengên xweş tên lê dîsa her zindane. Nivîskar bi vê rizgarbûna şiklî destnîşanî veguherîna civakê dike. Gelê Kurd piştî dehan salên bindestîyê şoreş pêkanîye, rizgar bûye lê di rastîya xwe de tinê serdest hatine guhertin, ji girseyan re di jiyana civakî de tiştek ronî, tiştek cihê serbilindîyê nîne. Milet xizane, li kolanan cihê şirteyên ereb polîsên kurd girtine, êrîşî zarok û gêncan dikin, wan dikujin. Li vî welatê rizgarbûyî kes ji kesî hez nake, qîma mirovan bi hev nayê. Kîn welatî rêvedibe. Wekî di hemî mînakên şoreşên netewî de hatî dîtin şoreşa kurdan jî ji bêhêvîtî û belengazîyê pêvetir tiştek ne anîye. Serkirdeyên hikûmeta kurd soz û peyman û armanc û hêvîyên şoreşê ku bi deh salan bû didan gelê hejar, şevekê de jibîrkirine dest ji kedûkarên dinê berdane ji vê şahîyê diçin a dî. Dewlemendîyên welat navbeyna xwe de parvekirine, hêj jî têrnebûne û li ser parçeyek erdê bêweç şerê hev dikin, ciwanên vî gelê ji şer westayî bi hev didin şerjêkirin!

    Rûdanên nivîskar di pêvajoyek dûdirêj de ji jor de dibînin evin, ew wek şahîyek, serbilindî û rizgarîyek behsa şoreşê nake. Şoreş veguherîye dirindeyekî zarokên xwe sax didawêre. Di bergeha wî de di bin ewrên tarî de bêmeferî, sarbûn û biyanîbûna ji mirovan, daxwaza dûrketina ji bajaran heye. Lew lehengên wî berê xwe didin bejahîyê, ber wî ve tên bin hinara dawî ya dinyayê.

    Mirovên ji civakê hêvîya xwe birrîn hewl didin di hundirê xwe de starek çêbikin. Rêwîtîyek giyanî dikin. Di xwe de kûr dibin. Xwişkên spî stranan distrin, ji mirovan dûr dikevin, yeke dî xwe li meyperestîyê girê dide, Muzaffer dide pey Seryasan...

    Roman rewşa civakê, berberîyên çînî bi rasteqînîyek wisan vedibêje ku wek tava tîrmehê disincirîne wek qeşaya nizaran dicemidîne. Nivîskar di hûrbûnê de baldar e û hostayê derbirîna bûnewerî û derûnîya lehengane. Dilê mirov bi serhatîyên lehengan dişewitîne. Yek bi yek sempatîyek an jî nefretek di navbera xwendevan û lehengan de diafirîne. Gelek sehneyên dilsoj hene, lê belkî jiber pingirîna hestan ez ber bi dawîyê ve kelogirî bûm. Gava Stêrka Reş bi awirên bendewar ji Muzafferê Subhdem xwest wî bi xwe re bibe.

    Tevnsazîya romanê pir xweşe, tama romanên gerdûnî jê tê. Mirov hêza vegotina nivîskar hîs dike. Li ti rûpelê ji serhatîyê aciz nebûm. Ew tevlîhevîya hest û bûyeran ku herku diçe vedinizile, digihe wateyekê dike xwendevan bimeraq bixwîne. Lê di teswîran de carna nivîskar lewaz dikeve. Xwe li teralî girêdide. Carna rewşekê bi peyvan nexş nake, hêmaya wê derdor an bûyerê bi gotinan zindî nake, rengdêrekî lêdixe û derbas dibe. Ev rêyek hêsane. Nivîskar zêde zêde peyva sosret bikartîne. Hema bêje her rewşê bi sosretî pênase nake. Ev awayê vegotinê xwendevan ji xwendinê sardike lê dîsa tevnsazî û hevoksazî ewqas xurte mirov dikare van strîyan nebîne. Jiberku ev roman daristaneke, çiyayeke, deryayeke. Yanî di wêneyê giştî de dîmenek pir xweşike, lê dibe ku hin tiştên biçûk ne bi dilê mirov hebin.

    Ez du gotinan ser wergerê jî bikim:
    Bi giştî wergerek xweş bû, jixwe piştî me evqas methê romanê kir ne pêkane em bêjin werger xirab bû. Ez ji kû dizanim wergerek xweşe? Ji romana heman nivîskarî, Êvara Perwaneyê. Wergêr hetka romanê biribû, nedihat xwendin. Lê heman wergêr vê romanê wek avekê wergerandîye, di qurtekê de tê vexwartin. Belam! Wergêr hêj jî ne ser kurmancî re negihaye. Gelek gotin li gor mantiqê soranî hatine wergerandin. Hevoksazîya soranî li kurmancî hatîye siwarkirin. Bo mînak: jibo çêkirina tiştekî di soranî de "durist kirdin" pir tê gotin. Wergêr vê gotinê eynî wisan kirîye malê kurmancî, nabe. Em di kurmancî de zarok durist nakin, çêdikin. Derman durist nakin, çêdikin peyda dikin.

    Tevî dubarekirina hin peyvan ji romanê re 100 pûan, ji wergerê re 80



    2021.01.19-13:39 ~14:14]| hespêsor

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    16.09.2021 li trabzonê ji aliyê şarederê şewitandina siparişên kurdistanê [4]
    Kes jî ranabe nabêje çima wan şewqe û sîparîşan li başûr çênakin çima ...
    di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin [3]
    Rewşekî asayî ye. hêjmara jinan li her cîhî li gorî mêran hindik e , h...
    narsîst [2]
    xweperest jî tê gotin. merivên xweperest li her derî xwe ki...
    narsîst [4]
    yek ji peyvên ketiye nav dest û piyan e. yê dizane yan nizane vê axiri...
    tîşortên tirşikê [3]
    /8...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hinara dawî ya dinyayê
    » dawiyê rojê

    Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî