Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
zimanê tirkî - tirşik
zimanê tirkî
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Zimanê ku li gorî hin lêkolînan ji sedî 70 wî ji peyvên zimanên din pêk tê. Ya bi rastî van rojên ku bi mamosteyên xwe re li ser zimanê suryankî dişixulim, dibînim ku Tirkan bi rastî jî têrî xwe peyv ji erebî, kurdî an jî ji suryankî birine û ya xerîb ev e ku van peyvan wek malê bavê xwe nişan didin.



25.11.2017 22:55 | gulêê

2. Ev taybetmendîya sitendina peyvan ji zilamekî din di hemû zimanan de heye. Balkêş e, tirk ji me re dibên zimané we ne ti ziman e, em jî li wan vedigerînin: na welle zimané we ne ti ziman e.

Em eynika hev in.



26.11.2017 00:24 | hêvî

3. Mîna ''Esperanto'' zimanekî çêkirî ye.



26.11.2017 22:27 | xelefêserhedî

4. belê zimanê tirkî zimanekî çêkirî ye lê zimanÊ kurdî, farisî, îngîlîzî, fransizî, elmanî, rûsî hwd.. jî zimanên çÊkirî ne bînanaleyh hemî ziman çÊkirî ne.
di entrya duyem de xweş hatiye gotin, ez jî bêjim ji vê kompleksa xwe xelas bibin, hemî ziman çÊkirî ne û li gorî civata xwe hemî jî xweş in. ma ziman fêkiyeke darekê ye ku xwe bi xwe di xwezayê de şîn bête? kurno keçnê ziman ji hêla însanan ve tê çÊkirin ew bixwe ji ezmên daneketiye.



27.11.2017 09:51 ~09:52 | ferhenga şikestî

5. Mîna te nafikirim, me ne got zimanê me mirov, ê tirkan jî heywanan çê kiriye*. tu biçe û hemû zimanan binêre qet jî nikarî mina zimanê tirkî komkirî bibinî. Hemû peyvan didizin, piştre jî dibêjin zimanê tirkî wisa ye.
Ango, em çi dibêjin! hûn çi fêm dikin.



27.11.2017 20:16 | xelefêserhedî

6. zimanê ku eger nebe mêjiyê me kurdên bakur vikîvala dibe. bêferhengîya me.

zimanê pêşketî û xurt. her diçe xurt dibe.



28.11.2017 03:06 | serhednişîn

7. Komkirî be mesele ninû.
Bila 90% ji peyvên xwe biyanî bibe jî problem ninû. Jiber ku gramereka xwe yê cûda heye. Ew her tiştê dike tirkî.
Zimanek xweş e.
Lê tiştek heye ku
Zimanê tirkî ji devê kurdan nameşe.
Bi taybetî gava diyarbekiriyan bi tirkî diaxivin vereşîna meriyan te.



28.11.2017 16:55 | cinorek

8. Wekî her zimanê zimaneke xweş e. Carinan mirov hêrs dibe dibêje komkirî ye filan. Zimanê tirkî wekî zimanê kurdî ser seran ser çavan e. Bi zorakî nebûba têkiliyên ku di navbera tirkî û kurd de heye bi tendurist bûba. Vêga têkiliyeke bijehr di navbera wan de heye. Digel vê her ziman ji hedê xwe zêde komkirî ye. Erebî, îngilîzî, farisî, tirkî, kurdî... Ev rûdaneke gelek siruştî ye. Mijar ev e ku tirkî wek astenga ku rê li pêşveçûyîna kurdî bigire dihê bikaranîn. Ev helwest derî siruştiyê ye. Ligel kurdî ziyan digihîne tirkî jî. Sed sal zêdetir ji tirkiyeyê jixwe kurdî asteng e yekî tirkîaxiv derneketiye ku li qada navneteweyî tevlî mirovên xwedî ramaneke an jî xwey biryareke resen bibe. Tev ji ber girtinan bikartînin. Tirkî dest jê xerc kirina enerciya xwe li hemberî pêşveçûyîna kurdî bernedê evê wilo bidome. Ev jî encameke zêde siruştiye.

Di xwezayê de piroletî kirin her tim ziyan digihîne kesên zêde pê de çûyîn re. Dadmend bûn jî her tim sûd daniye dadperweran. Piroletî bi xwe re jiyanek bitirs tîne, dadmendî jiyanek ewle tîne bi xwe re.

Were bi deh salan ev qas enercî xerc bike û ji xeynî tirsê tu tiştê bi dest nexe. Husrana rast, winda kirina esil ev e. Çi heyf û guneh e.



28.11.2017 17:48 ~17:54 | rûbar

9. Belê hemû ziman zindî û çêkirî ne. Lê di navbera "çêkirinê" de jî ferqeke mezin heye. Heke bi awayekî xwezayî, ji nav pêvajoyê de gorî jiyan, şert û mercên civatê peyvên nû, şêwazên nû yên ravekirinê tevî ziman bibe ev yek jixwe pir normal e. Jixwe zindîbûna zimên jî ev e. Lê heke, çend fermandarên osmanî pêşiyê ji xwe re dewletekî ava bikin paşê jî ji bona miletekî dizayn bikin sazîyên zimanê fermî, dîroka fermî hwd avakiribin mafê me jî heye ku em zimanê tirkan wekî "çêkirî" pênase bikin. Ji ber ku gelek peyv yekser bi gotina kesekî ve çê kirin û dan qebûlkirin.
Lê bi min jî divê em xwe ji vê kompleksê rizgar kin û mafê wan nexwîn. Ji ber ku wan bê milet, bê xak, vê rih û kokên ji vê erdnigariyê dewlet ava kirin û heya ser de jî zimanek çê kirin. Niha di dinyayê de piştî deh panzdeh zimanên din yên herî berbelav Tirkî tê hînbûyin. Bêyî Tirkan xwe neteweyê herî mezin î Tirkîaxêf jî Êrmenî tên hesibandin. (Na Kurdan wekî neteweyeke cuda qebûl nakin. Lê jixwe biratî felan!) Her sal bi hezaran waşanên çi bi akademîk be çi bi wêjeyî be werdigerînin zimanê xwe, tevî pirtûkxaneya xwe dikin. Camêr û canikan ji bona zimanê xwe zêde ked daye hê jî didin.
Kurdên qaşo xwendî pirtûkên Kurdî yên herî navdar yekser werdigerînin Tirkî (bila efendî min hez bike) yên ev yek ji dêst nayê jî Youtubê de hemû stranên Kurdî bona Tirk jî fem bikin werdigerînin zimanê Tirkî (heke me fem bikin yê dilê xwe ji me bişewtînin, me hez bikin felan) Yanê bi rastî dinya alem ji bona dewlemendtirkirina Tirkî mil dane hevdu, dixebitin.
Hûn jî bi zimanê xwe xeberdin, binvîsin, ji zimanên din wergerînin bila zimanê we jî pejal bibe, çepil dirêj bibe, têrî her tiştî bike. Bila zimanê we jî "çêkirî" be ma çi ye!



28.02.2018 20:19 | jifêzagorda

10. Min li ferhenga D. Îzoli xwendîbum ku li Tirkî yek ji pencî peyven ji zimanên din hatîne yan jî ne Tirkî ne.

Zanyariya zêde: Li Kûrdî rêjeya peyven ji zimanen derveyî hatine, yek ji bîst û şêşi ne. Wateya ve ewe ku piranîya peywen bi rastî Kurdî ne an jî Îrani ne ku Kurdî jî zimane îranî ye, weku em giştî Iranî ne. Ê, guh nedin li serê tişten tên gotin ji alîye Tirkan. Piranî ya wan gotinen ji qune xwe ve der dixin.

Têbîni: li min biborin, min pir ne bû ku destpêka fer bûn, xwendin u nivîsîna Kurdî kirin. Heke ku çeptî ya min bi rêzmanî he ye hişyari min bidin * Bi alîkarîyen we ez e Kurdî'ya baştir bikim.



01.11.2018 01:39 | tekoser

11. (bnr: tirkî çiqasî tirkî ye?)



22.10.2023 21:20 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanê fîlîpînî
» tirkîbûna tirşikê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî