1. strana şivan perwer a ku ezê van rojên pêşiya min da hezar carî li ser hev li ser hev li ser hev guhdar bikim e * û kerem kin gotinên stranê: dilê min bû behra belek te av jê vexwar gelek cîran ezê te bigrim bira biteqe felek cîran wa diçim sûkê ji ter bînim xemla bûkê de tu ê rabe li xwe ke bibe bûka kerkûkê de tu ê rabe li xwe ke wek kevokek duhokê de rabe cîran rabe rabe êdî em herin bira fesad û nerind êdî ji me bigerin de rabe cîran rabe rabe êdî em herin bira fesad û ewan êdî ji me bigerin cîran cîrana min tu rind e li ber dilê min cîran cîrana min tu xweş e li ber dilê min dilêm bû behra wanê çem û kanî av danê xwezî bi teyra baskbelek li ser serê sîpanê xwezî bi siyabend û xecê dimîne li ser sipanê cîran merhema dilan bi şev were nav gulan cîran melhema dilan bi tenê were nav gulan bira kes te nebînin dikevin nav du dilan destê te bigrim biçim ba pêşmergên kurdîstan de rabe cîran rabe rabe êdî em herin bira fesad û nerind êdî ji me bigerin de rabe cîran rabe rabe êdî em herin herwek şivan dibêje ewan ji me nagerin cîran cîrana min tu rind e li ber dilê min cîran cîrana min tu evina dilê min. têbinî: min tiştek ferq kir. di nakaratê da, şopa strana nêrgîz a ku seîd yûsiv dixwîne heye. îhtimala bilind, şivan di wir de di binê bandora vê stranê da maye. hun dizanin ez çima dibêjim şivan binê bandora nêrgiz da maye, çima nabêjim seid yusiv di bandora şivan da maye? ji ber ku ihtimaleke bilind, strana nêrgiz, gelêrî ye. yek jî barikem sseid yusiv pêşiya şivan xandiye. werhasil dişibe ha dişibe * guhdar kin, honê heq bidin min.. herduk jî stranne xaş in, kurdî xaş e, canê min qurbana vî zimanî. oh dilêm rihet bû... * |
|
26.11.2017 16:29 ~16:31 |
bûtîmar
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |