Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
celal şengör - tirşik
celal şengör
(4) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. jeologekî navdar î tirk e.
profesorekî gelek navdar e, nexasim tirkên mîlîtarîst, netewperest û kemalîst gelek hejê dikin.
heya êvarê behsa zanîstiyê, dadê, perwerdehiyê û mafê mirovan dike lê diçe pesna darbecîyan û cuntayê dide.
(bnr: gûxwarin ne îşkence ye)
bi rastî jî mirovekî gelek zana ye, hama bêje di hemî mijaran de zana û têgêhiştî ye, dîrok, jeolojî, cografya, leşkerî, zanîstî, fîzîk, hiquq hwd tê bêjî çi teqez bi qasê barê kerekî tiştinan xwendine û gelek maqale li ser nivîsandine. pirtûkxaneyekê ewÎ necamêrî heye ku tê gotin bi gelek zimanan ji sî hezar bêtir pirtûkên wî hene û hama bêje giş xwendine.
di qada nawnetewî de jî tê nasîn.
bi şeref hevalê leşkerî yê hz. nûh be jî di çavê min de ji mîlîtarîstekî qûnbigû wêdetir ne tiştekî dî ye.



27.11.2017 13:55 | ferhenga şikestî

2. kerek e ku barê wî pirtûk in.
qaşo nizam çend pirtûk xwendine fîlan lê îş û karê wî ew e ku derkeve ser ekranan û hevpeyvîna bide hem kovar û rojnameyan û fikrên xwe yên ehmeqane bîne ziman.
ne tu gû ye. çi ye yanî? di warê jeolojiyê de tê nasîn. (ew jî, çi qas tê nasîn nizanim) êêê? ev wî dike çi? ev wî dike zanyarê jeolojiyê. di warên din de tu serdestiya wî tune.
û têra xwe faşîst û elîtîst û dîktatorhez e jî. hezkiriyê cuntaya darbeya 12ê îlonê ye. neyarê gelê xîzan û bindest e. ez birîm ser vê zanyariya wî.

heçî zanyar e, jê re şerta ewil objektîfî ye. vî zilamî û objektîvîyê tu tişt negotine hev... xwedê nehêle.
ji ber ku ateîst e, ji aliyê chpyîyan ve tê hezkirin. forsa wî jî ji vir tê.
ger caner taslaman ateîst bûya, bi şeref wê herî kêm bi qasî vî zilamî bihata pesndan û ji xwe re bikirana îlah.



27.11.2017 16:56 | simurg56

3. Kûna wî mezine



12.02.2018 06:57 | helik orimiyo

4. tevlihev e, kêmaqil e, lê dîsa jî ji oldaran û ji nijadperestan çêtir e
gotiye "kurd henin, ne tirkin, kurdî jî heye"
ji bo me ne gotineka mezin e, lê ji bo kesên ku li wî guhdar dikin û wî wek kesekî zanyar dipejirînin ev gotin şoreş e.



04.04.2020 00:14 ~17:42 | afa

5. zanistekî tirk e. jeolog e. carekê jî gotibû min gûyê xwe bi xwe xwariye



04.04.2020 00:20 | bedirxan

6. vîdyo venabe (ku te dît ez ê jê bibim)



04.04.2020 00:21 ~00:21 | brzn

7. li ser netflixê rêzefilmaottoman hebû di derbarê dagirkirina stembolê de. ji ber aliyekê fîlmê tirk in min nekarî temaşe bikim û min dev jê berda. ev kes jî li wir weke şîrovekaran carinan şîroveyan dikir. tehma dagirkeran û faşîzmê jê difûriya.



04.04.2020 01:43 | roberz

8. dîsa bi devbelaşîya xwe ketiye rojevê. di vîdyoyekî xwe de bi devê xwe dibêje ku xwendekarekî wî ew zêde aciz kiriye û wî jî kirasê wê rakiriye û şemaqek li qûna wê xistiye. keçik şaşwaz bûye û gotiye heta niha bavê min jî tiştek wisa nekiriye. celal jî gotibe, baş e, niha ev kêmasî temam bû.

lîsteya skandalên wî:
- şandina çelengan ji bo cenazeya kenan evren ku li ser wê jî pesna wî dide
- parastina cûntaya darbeya 12ê îlonê
- xwarina gûyê xwe
- îdîakirina ku bi kotekî gû li mirovan dayîn xwarin, ne îşkence ye.
- tacîza zayendî mirovên li ber destê wî dixebitin



19.09.2021 07:15 | simurg56

9. taybetiya wi a herî berbiçav ew e ku salê carekî zincîra xwe diqetîne ewqas *



19.09.2021 22:02 | bûtîmar

10. Ji bilî zanistê mirovek şovmen e. Berovacî kesên xwenede, şareza û entellektuel miroveke hej pesindayîn û kirina şovê dike. Îş û karê wî eve ku derkeve bernameyên tvyan û şîroveyên xwe yê beredayî bike. Heç wekî profesorê her karî ye, şîretan belav dike. Ji ber ku zêde wî naşopînim û jeolojî zêde bala min nakşîne niza di beşa xwe de serkeftiye an na? Lê kesê ku pozê xwe di her guyî de rake bi min ne bawere ku di beşa xwe de jî serkeftî be.

Axir, wekî ku li jor jî hatiye gotin seba ku murhideke ji aliyê kemalhezan ve tê mezinkirin. Yan na ne keseke ku îtîbar bi gotina wî bê kirin.



19.09.2021 22:15 | tîrêj zana 21

11. Jeolologê tirk e. Lê ji bilî jeolojî xwe ji tiştekî kêm nahêlê.



20.09.2021 00:48 | merwano

12. jê re davayekî hatîye vêkirin. lê problemekî tûnne ye, zindan û îşkenceyan pir hezdike.



20.09.2021 00:52 | heval.js

13. Van rojan ji ber erdhêjan dîsa di rojevê de ye, gelek caran pozbilinde le ji aliyê jeolojiyê vr di qada xwe de pir baş e



15.02.2023 00:16 | merwano

14. Ateîst û at'a'îst e. Û pûtparez e* dîsa nîşanê me kirin ku xwendin mirovan Nake zilam û însan.

Here lînkê



28.10.2023 10:21 | horhorik

15. Kuro lawo min wêneya xelet bar kiriye loo of. Ha ji we re ya rast:
Here lînkê

Her bijî kekê Celal.



30.10.2023 19:46 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» celal evîndar

Kategoriyên mijarê:: zanisti zanisti zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî