Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
axbandir - tirşik
axbandir
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê giyayekî ye.
di ferhenga kurmancî-îngîlîzî ya micheal l. chyet de lê rast hatim.
li gorî ferhengê;
"f. edible plant which grows in the Siverek of Urfa (Riha) and in Mardin (Mêrdîn); ‘Axbandir ji kîrê ker dirêjtir / ji goştê berxan xweştir = Aghbandir is longer than a donkey's penis / more tasty than lamb's meat"
raveyek komîk bûye *

li gorî malpera çandnameyê;
"Axbandir:
Gîhakî ta zirav e. Dişibe ben. Hem kok hem jî pelên wî tên xwarin. Beş
ê di bin erdê de, ango koka xwe spî, beşê sererdê kesk e. Beşê nêzî sererdê jî mor e. Cûreyekî axbandirê yê perrfireh jî heye.
Li deştê çêdibe. Li derdora Ruhayê di destpêka Adarê de derdikeve û heta dawiya nîsanê mirov dikara bide hev û bixwe. Mirov ta bi ta ji bin erdê dikşîne. Dişibe ziriyan. Ku erd hişk be berhevkirina axbandir zehmet e. Di destê mirov de diqurmiçe.
Axbandir bi xavî nayê xwarin. Di pîvaz û rûn de tê qelandin û tê xwarin."

bi tirkî navê wê kurt soğanı ye ez bawer im.

li gorî redditê (Here lînkê), navê wê ya zanistî; Ornithogalum narbonense

wêneya di kovara enstîtûya kurdî ya parîsê de; Here lînkê

li sêwregê me. ku xwarina wê bibe nesîb, ez ê tama wê jî binivîsim.



27.11.2017 21:38 | simurg56

2. Dema em zarok bûn ev giha û nebatên çolê hê gelek bûn. Ewqas ku dema payîz û buharê dihat bavê min henek dikir digot "dîsa giha şîn bûn em ji birçîna xilas bûn". Me diçû şêlmok(xerdel), dêjnik, sîrim,çexşûr, tirşo, tûzik û xazrîng berhav dikir. Axbandir jî hebûn lê ne bi qasê vana. Axbandir zêdetir li cihê xazrîngan dihat dîtin. Heta em carinan bi hevalan re diket pêşbirkan ka gelo kî bêhtir xurcika xwe tije dike. Me xazrîng bi qeftan dijimart lê axbandir bi têlan. Tiştek bi qîmet bû li ber çavê me. Heke xazrîng zîv be ev safî zêr bû. Me dixaşand û yan bi mast çêdikir yan jî di nav rûn û hêkan de diqeland. ji ber me bi xazrîngan re çêdikir tehma wê tenê çawaye nizanim. Lê van demê dawiyê êdî ew pel û pincara berê nemaye li gundan. Û yabo em êdî birçî ne!



30.04.2022 22:41 ~22:43 | rizgarm

3. do êvar di bernameyekê pelfîlmê de derbas bûbû û min ji diya xwe re pirsî ka ev çi ye, go em jê re dibêjin rêzrêvîk. îja ketim tirşikê da ku binivîsînim. îja tesaduf e, çawa min malperê vekir axbandir ket dîmenderê. îja tiştek qewimî, min dev jê berda û îja êvarê min dît ku li sernavê axbandirê peyam hatiye nivîsîn. ev jî tiştek wiha bû.*



01.05.2022 13:32 ~13:32 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» axbandir

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat xwarinvexwarin nebat xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî