Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
abbas ahmed - tirşik
abbas ahmed
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Abbas Ahmed di sala 1969'an de li başur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya mûzîkê vergirt.Di 1990'an de dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir.Di navbera salên 1990 û 1996'an de 5 albûmên amatorî weşand.1996'an koçî Elmanyayê kir.Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewrûpayê konseran da.5 albûmên profesyonelî weşand. Keça Delal (1996),Deynek (1997),Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).



Abbas ahmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên mûzîka cîhanî lê mûzîka Kurdî guncandîye. Abbas Ahmed bi taybetî şêweyên pop-rockê bo di mûzîka xwe de bi karanî.Berhemên wî bi taybetî ji aliyê ciwanên bajarî yên Kurdan ve hatiye hez kirin.



Album

Keça Delal (1996)

Deynek (1997)

Barana Tirsê (2000)

Mêvana Xewnê (2003)

Bi Tenê (2007)



06.09.2013 15:26 | xidiran

2. li gor min hunermendek serkeftî ye bi taybetî albuma wê ye bi navê "Bi Tenê" bêhempa ye. lê qiymetê wî baş nayê zanîn mixabin.



06.09.2013 15:27 | xidiran

3. wekê hemû stranbêjên ji binxet û ji rojavayê kurdistanê ebbas ehmed jî xudanê qirik Û gewriyeke safî kurmancÎ ye.. peyv û gotin li ser zimanê wî wekê şêkir dihelin.. strana wî ya bi navê çûkên germê demekî ez gelekî êşandibûm.. mixabin ji ber ku bi tirkî nizane di nav kurdên ji bakurê kurdistanê de zêde ne berniyas û popûler e û ji ber cureya mûzÎka wî ne pop û erebesk e jî kurdên başurî û rojhilatî jî berê xwe pê ve nakin.. lê wek bav û bapÎrekan gotî ''yê zane ji xwe zane..''



06.09.2013 15:33 | endazer

4. stranbêjek ji nasîna xwe zêdetir e. xwediyê stranên gelekî xweş û kalîte ne.

lê mixabin bi qasê dibînim, nav gelê kurd de zêde nayê zanîn û guhdarkirin.



stranên xwe de cî dide gelek form û enstrûmanên nûjen û van nûbûnan û mûzîka kurdî baş li hev tîne. stranên wî yên zaroktî, xezalê, rê dûr bû, çûkên germê, eger tu roj be, eger bi sala, mesele eva, dilo, hejaro, hey dinyayê gelekî xweş in.



27.10.2013 17:11 | simurg56

5. bi vê strana xwe ya xweş ev du sê seet in mêvanê guhê min e :



nesÎb e nazika min her tişt nesÎb e..



23.12.2013 20:58 | endazer

6. stranbêjeke ji binxetê ye. bi rastî dema dengê wî dibihîzim xêro abbas tê bîra min. di warê muzîkê de ji xêro abbas serkeftîtir be jî bi qasê wî ne navdar e. dibe ku ev tişt ji fikrîyatê be.



23.12.2013 21:06 | oxir

7. bi strana xwe ya "keynê" qûtê zivistaneke qert li me dabû daqurtandin..



12.02.2014 23:16 | gordereş

8. yek ji stranbêjên herî underrated e *



03.03.2014 23:10 | simurg56

9. nasîb a nazika min her tişt nasib a



03.03.2014 23:20 | gulgenim

10. aliyê şêweyê strandin/strînê de navbera ciwan haco û xêro abbasê de ye.



22.03.2015 01:05 | remlavêj

11. Ji zû de ye pêjna wî nayê, heqeten kutke 'eceba niha ? Xweştirîn strana xwe "Çûkên Germê" ye .



28.01.2017 17:27 | mistefaa

12. yaw arkadaş ! ev zilam çima nayê guhdar kirin. belkî vaye 5-6 sal bûn min qet lê guhdar nikiribû. ji nişka ve ket aqilê min de. çend meh in ez 6-7 stranên wî guhdar dikim. mirov jê têr nabe.
gelek hindik stran çêkiriye.
hey nexwe, bi xwedê potansiyela ciwan haco pêre heye.



25.12.2019 21:15 ~2019.12.26 15:56 | brusk56

13. Muzîka Kurdî olek be îlahê wê Ciwan Haco ye pêxemberê wê jî Abbas Ahmed e. Lê mixabin gelê me qedr û qîmet neda. Heyfa yên weke wî. Carna Abbas Ahmed tê bîra min ez ji gelê xwe aciz dibim. Neyse dîsa bêhna min tengbû



26.12.2019 00:53 | lîfikê firaxê

14. ez abbas ahmed û xêro abbas dişibênim ciwan haco. denge wa jî pora wa rûyê wa filan. nizanim dişibin ciwan. xêro abbas haco!



26.12.2019 01:07 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» abbas vali
» ahmed hulusi

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî