Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ronî artîn - tirşik
ronî artîn
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. hiphopvanek kurd e. min ji pêşbaziya kurd idolê nas kir. niha 25 salî ye, ji Mêrdînê ye. li gor gotina wî 10 sal bêhtir e, di nav kar û barê hiphop û rapê de ye, 6 sal e jî bi profesyonelî vî karî dike. tevlî pêşbaziya deng a kurd idol dibe, jixwe li wir jî heta dawiyê tê, lê dawiyê jina kobanîyî jînda kenco qezenc dike.

rastî jî gava mirov seyra ronî dike, ew profesyonelî tê de xuya dike. min pêşbaziya kurd idol şopand, ne ew be yek kesek din tenê jî kareografî çênekirîye, tenê li ser dikê strana xwe dibêjin û hinekî xwe dihejînin, stran jî yên hazir. lê ev camêr gelek pêşkêşîyên xwe de kareografî çêkiriye, têra xwe baş xwe hazir kiriye, li ser sehneyê nikare bisekine, tu derî vala nahêle; stranên xwe jî wî nivîsîne, gotinên stranên wî têra xwe orjînal, pir baş lihev aniye. di strana hêstir de jî lijneya hilbijêr li ser gotinên stranê disekinin. ez bim vê qadê de yanî di hiphop û raoa kurdî de heta niha yê herî baş ev camêr e, ji yên din bihuriye.



05.12.2017 23:18 ~23:51 | xendekî

2. yek ji pêşkêşîyên wî yên baş eva li jêr e, yên din jî hûn dikarin ji vir seyr bikin:




05.12.2017 23:40 | xendekî

3. rapperê kurd a ku ez duh ji hebûna wî haydar bûm.
xwediyê dengek gelekî baş e. stranên wî gelek xweşa min çû. xwezî zêdetir bihata nas kirin.

ji qoserê ye. dibêje ez li gundekî girêdayî qoserê dijîm. li mala xwe odeyekî veqetandiyê ji bo xebatên xwe yên mûzîkê. xûyaye şert û mercên wî ne baş in. lê xebatên pir hêja derxistiye holê.

(bnr: zor ciwan)
(bnr: mezopotamya)
(bnr: hêsîr)
(bnr: belengaz)
(bnr: ez xerîbim)



25.02.2020 19:33 ~19:33 | brusk56

4. pênç kes rapbêj ên kurd klîbek çekirine. serkeftîye.

KURDSMOKE - Adar, Reqso, Roni Artin, Toldar



;ab_channel=RoniArtin



07.01.2021 15:10 | golikvan

5. qe hez ji stîla wî nakim. mirov ji rapê sar dike.



07.01.2021 15:37 | hueyn

6. ji nifşa nû ya rapperên kurd, yê herî serkeftî ye. him ji aliyê şêwaza xwe ve him jî ji aliyê ziman/gotin/peyam û telafûza xwe ve. klîbên wî û kareografîyên wî jî bêreqîb e. li mêrdînê, li qoserê, ez bawer im li xursê dijî û karê cotkarîyê dike.
eger rîya xwe şaş neke, pêşîya wî vekirî ye. ji aliyê mûzîkjenîyê ve.. lê wê di nav civatê de çiqas were naskirin û qedrê were zanîn û nan jê bixwe, ew nayê zanîn û ne krîter e di pîyaseya hunermendîya kurdan de.



24.01.2021 11:31 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ronî batê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî