Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dêran - tirşik
dêran
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê kilameka Şakiro ye, behsa şerê riza, eshed, fetulla bi sewêşîya re dike, weke dermana ye, lê guhdar bikin:




Were dêran dêran dêran hey wayê
Gulê dêranê Kejikî wêran bişewite li zinêr e wa li zinêr e hey wayê
Ava corovanî kavil, delû Elo, girecinî wêran, bi duwazdeh tîşan bi ser de, şax veda ye
Îro ji êvar da hemî xwar e, hemî mêl e hey wayê….
Min dît sê siwar, siwar bûne, ji Milazgira tewra jêre
Siwarê pêşîn Esedê Xêlit e, siwarê selefê siwaran Fetulla ye,
Siwarê li dawî dajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye, şêl û pêl a têlî reşkal Riza ye
Sewta wî sewta kewî nêr e hey wayê

Hemzoyê Hesen bi sê dengan bang dikirî
Digot Rizakê ez bi qurban tu nizanî Kejik ji berî di paş da
Mexelê pezê meyî nêr e hey wayê
Riza bi sê dengan li Esed û Fetulla kire gazî, go em îro ji ber koma Sewêşiyan bikişin
Mistefayê Cindî, Hesen Paşa, Eshedyen neyar e,
Emê sibê li Milazgira jêrîn çi bidin cuhaba bavê xwe
Têlî reşkal Mistefayê kal e mêr e
Gere em elqa Sewêşiyan biqeli’înin, bûkên serbixêlî bi ser malên bavan de vegerînin
Herkes ji xwe re bi destê qîzên xwe bigre bide mêre hey wayê
Were dêran dêran dêran dêran…..
Dêrana Esed û Fetulla, Riza her sê siwarê mala bavê xwe bi tenê me hey wayê

Lê lê Gulê Fatimê rebenê sibe ye kejikî wêran bişewite,
Îro ji êvarê de vê sibeyê malxirabo sere jêr e ha sere jêr e hey wayê
Îro Tu bala xwe bide berî li ba ye, ha berî li ba ye hey wayê
Ava corovanî kavil, delû Elo, girecinî wêran, bi duwazdeh tîşan bi ser de, şax veda ye
Min dît sê siwar ji Milazgira jêrîn jêr û têne fenanî ba ye hey wayê
Siwarê pêşîn Esedê Xêlit e, siwarê selefê siwaran Fetulla ye,
Siwarê li dawî dajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye, şêl û pêl a têlî reşkal Riza ye reben Ez im
Eba kî li nava mila ye biskên eb’ê çar tiliyan bi zêrên ecem ji xwe re tev kil daye
Hemzoyê Hesen bi sê dengan bang dikirî, go Rizakê ez bi qurban
Tu nizanî Kejik ji berê berî de mexelê pezê bavê bava ye hey wayê
Riza bi sê dengan bang dikir li Esed û Fetulla ye
Go em îro bikişin ji ber koma Sewêşiyaye
Mistefayê Cindî, Hesen Paşa, Eshedyen neyarê kal û bava ye hey wayê…
Emê sibe li Milazgira jêrîn ci bidin cuhaba bavê xwe têlî reşkal Mistefaye
Gere em elqa Sewêşiyan biqeli’înin, bûkên serbixêlî bi ser malê bavan de vegerînin
Herkes ji xwe ra bi destên qîzê xwe bigrin ji kêfê re bidin mêra ye hey wayê
Dêran Dêran… ji bona her sê Egîdên mala bavê xwe rebenê hê bibim dêran

Lê lê Gulê Fatimê rebenê, bera li me nehata sura sibê,
Mîna bayê Kejik ji xwe re ba kî dîne ba kî dîne hey wayê
Bera li bejna Esed û Fetulla, Riza… her sê Egîdê mala bavê min rebena Xwedê nexîne reben ez im
Min dît sê siwar siwar bûne, ji Milazgira tewra jêrîn jêlû tenê fenanî ba yê hey wayê
Tu bala xwe bide siwarê pêşîn Esedê Xêlit e
Siwarê selefê siwaran Fetulla ye,
Siwarê li dawî dajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye
Şêl û pêl a têlî reşkal Riza ye
Gêjo kêfê distîne, bi hewa de xwe direşîne
Tu bala xwe bide kosteka seeta zêr û zîvîn
Bi ser qasa zînê xwe de dihejîne hey wayê
Fenanî sê gurên xwedayî ne Tu bala xwe bidê

Hemzoyê Hesen bi sê dengan li koma Sewêşiya kir qêrîne,
Emê got Riza û Fetulla bikujin, Esedê Xêlit dîl bigirin
Bera ji dayê re şewata sêlê bîne hey wayê
Bûka malê serê xwe bilind kir ji xewka şêrîn e
Got metê mehrûmê eyb e
Meriv di mala xwe de xeyba mêrên camêr nake
Egîdên mala bavê min bi dil û cegerên xwe guwen in
Peyayên ji dayê re şewata sêlê bîne ji wan peyan nîn in hey wayê
Metê mehrûmê peyayên mala bavê min gulîbirê, mêrê tu li meydanê berde Şêr e,
Xwe bide diharan lê bike guhdar seyr e, tu bala xwe bidê herçî hespên ji meydanê têne nava malan
Ez ji te re sond bixwim, zînî vala zengî bi xwîn e hey wayê
Peyayyên mala bavê min gulî birê, xênî ji xulaman, kuştine peyayên bi nav û nîşan
Hesen û Husên, Elî û Mihemed, Hemzo zavayê teze dîl girtine
Daxistin Milazgira tewra di jêrîne reben ez im
Dengbêjê sibê bikin kilam û meqam li civatên mêran û hakiman
Rûnin ji êvara Xwedê de, ji xwe re li hev vegerînin hey wayê
Dêran dêran, dêrana Esed û Fetulla, Riza her sê peyayê mala bavê xwe bi tenê me hey wayê
Herî Dêran, Gulê dêranê sibeye, dilê min gulîbira Xwedê,
Pira serê heft newalan, heft newala hey wayê
Ezê bi destê her sê Egîdê mala bavê xwe bigirim, di ser re derbaskim
Fenanî sê karên karxezalan reben Ez im
Tu bala xwe bide metê mehrûmê, Egîdê mala bavê min navê xwe qeyd kirin li dosyayên hukumatê
Derbas kir nav duwalan, hela bala xwe bidê vê sibengê
Herçî hespên ji meydanê têne nava malan
Ez ji Te re sond bixwim, zînî vala zengî bi xwîn e hey wayê
Metê mehrûmê, xênî ji xulaman, kuştine peyayên bi nav û nîşan
Hesen û Husên, Elî û Mihemed, Hemzo zavayê teze
Îro ji êvarda hildane berxên ber her çar malan hey wayê, dêran… dêran
Hedê di got Gulê rebenê, Tu rabe emê serê xwe kur bikin bi heft cozanan, duwazdeh kêran
Çawa cihabeke ne bixêr hatî, dibên li Kejikî wêran, mala Emer û mala Şewrêş
Li hev anîne qira şêran û mêran hey wayê

[Nişe: Gotinên Kilama Dengbêj Şakiro bi navê Dêran ji hêla Xakî Bîngol ve ji cd yê derbasî ser kaxiz hatiye kirin] nîşe ya deşîfrekir e.



06.12.2017 09:23 | xendekî

2. straneka jehrmar e.
basît e lê bi rîtma xwe, bala mirovî dikişîne. dihêje mirov bike zîla telefona xwe.




10.05.2020 22:55 | simurg56

3. strana jehrmar min bi xêra simurg56 guhdar kir.
min pêşiyê got qey straneke gelêrî ye paşê min çav li şiroveya jêr vîdeoyê gerand tê de dibêje mûzîk û gotin ya jehrmar bi xwe ye.
helal be jê re straneke pirr xweş çêkiriye.
yek jî rîtmên muzîka reggae pir li ya kurdî tên.



10.05.2020 23:27 | endazer

4. (bnr: bêjeyên kevn ên kurmancî) ev lêker di berhemên ehmedê xanî û melayê cizîrî de tê dîtin lê niha di nav gelî de gelek kêm pêde dibe. bi wateya "hebûn"ê tê. di nav zaravayên kurdî de di kirmaşanî de jî wek داشتن (daştin) heye. di farsî de jî داشتن (daşten) e. herwiha hevreha -dar û -dêr e, wek navdêr, hêvîdar, metirsîdar. lê -dêr dirusttir e çimkî ji reha dema niha ya dêranê tê (reha dema niha -dêr-, didêrim, didêrî, didêrin...). -dar jî ji reha dema niha ya daştena farsî tê (reha dema niha -dar-, mîdarem (didêrim)). yanî xuya ye ku -dar ji farsî ketiye kurdî û awayê rast -dêr e.
an jî dibe ku di kurdiya kevnar de jî wek daştin be û -dar ji wir mabe û dûre daştin bûbe dêran lê -dar wek xwe mabe. wek "î" ku di kurdiya kevnar de "ev" bû lê hîn jî di hin ciyan de maye; wek îsal, îro, îşev hwd.

bikaranîn (kurmancî):
• min malek didêra. (maleka min hebû.)
• gelên bindest birînên bijan didêrin. (birînên bijan ên gelên bindest hene.)
bikaranîn (kirmaşanî):
• tu du bira û çwar xweyşig dêrîd. (tu du bira û çar xwişk didêrî. / du bira û çar xwişkên te hene. / te du bira û çar xwişk hene.)

bêjenasî: hevreha kirmaşanî داشتن, farsî داشتن ji zimanên îranî. herwiha hevreha -dar û -dêr.



13.03.2021 20:56 ~21:53 | keyomerd

5. bi qewlê salihê heydo tê wateya ku ji eşîrekê, ji gundekî yan jî ji malbatekê tenê yek filîtî be.



07.10.2021 16:07 | endazer

6. Li gorî ferhengê wateya vê gotinê “wêran. belengaz û reben” e.-
Di pirtûka hamletê de di wateya “hêwilnak, erjeng, tirsehêz, sehmkar” hatiye bi kar anîn.

Lo dêrano, lo dêrano, çawa dêran bûyî.
Oh it is horrible, horrible, so horrible
Korkunç bir şey bu ah ne kadar korkunç



20.12.2023 00:02 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dêrandin

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî