Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
bacanên pelçiqî - tirşik
bacanên pelçiqî
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirtûka Nû ya Rênas Jiyan e. ji Nava weşanên belkiyê Derketiye.
Here lînkê



18.12.2017 09:14 | cinorek

2. em dikarin ji bo sêwirandina berga vê pirtûkê bêjin di dîroka bergsaziya pirtûkan de mînaka herî kirêt a bergsaziyê ye
ger weşanxaneyek rabe hemî tiştên xwe ew bixwe çêke dê wilo be, meriv piştî ewqas rexneyan dîsa xwe rast neke, çê neke!
ger meriv here pêşdibistanê ji zarokekî şeş salî re bêje ka bergekê bisêwirîne dê sed qat çÊtir bisêwirîne.

Here lînkê



18.12.2017 10:58 ~11:00 | ferhenga şikestî

3. Pirtûkeke rênas jiyan ya ku di sala 2017an de hatiye çapkirin. Ji 220 rûpelî pêk tê.

Pirtûk weke romana şîfreya da vîncî 2 romanan bi hevre dibêje. Ji alîkî behsa serhildan û şerê seyidxanê kerr yê bi dewlet û eşîrên cehşik re dike û ji aliyekî ve behsa meseleya keçeke ji qoserê ku ji malbatek xîzan e, dike. Paşê her du meseleyan bi hev ve girê dide.

Nivîskar bi devoka qoserê nivîsiye û gelek biwêj, qalip û gotinên pêşiya bikar aniye. Herweha gelek peyvên devokî jî dihewîne. Lê belê pirtûk herikbar e û mirov nawestîne. Min 110 rûpelê dawî di 3 demjimêran de bênavber xwend û qet jê acis nebûm. Heya 4ê şevê bû jî min nikaribî dest jê berdim û bi qedandina pirtûkê min karî razêm.



24.11.2021 01:04 | tîrêj zana 21

4. Pirtûka ku bi xêra yekî min do van çaxan xilas kirîye. Ev cara pêşî bû ji bo min ku min pirtûkek Rênas Jiyan xwend. Bi rastî camêr heyat dinivîse, pirtûk herikbar e û çîroksazî qewîn e pê zimanê wê jî gelekî zelal bû me bê pirsgirêk jê fêm dikir. Lê ger em rexneyeke lê bikin xebera @ferhenga şikestî ye ku berga pirtûkê ne hêjaye qirûşeke.
Xwezî weşanxane xwe jêhatî bike û çapên nû de berhem ji a nihaka xweşiktir û bi wate jê re sax kiriba.
Wekî din ger em qala naveroka pirtûkê bikin, pirtûk ji 2 çîrokên cê pêk tê. Yek çîroka Keçika Qoserî ye, a din jî çîroka serhildêrek dîrokî Seyidxanê kere e. Serlehengê me, Silhedîn van her du çîrokên ji hev dûr li ba xwe dide hev û bi awayek xwezayî girêdide. Pirtûkek xweş e lê hin dever ji alîyê nivîskêr ji qavzîka vala hatine hiştin ku xwîner bi xwe wan valahîyan dagire. Wekî din çîroka keçika Qoserî hengê şewat e ku kezeba mero diperitîne



12.07.2022 08:57 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bacanên cherry
» pelçiqî

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî