Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sehîdê îbo - tirşik
sehîdê îbo
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. doktor û xebatkarekî zimanê kurdî ye. yem ji kurdên sovyetê yên jêhatî ye.
sehîdê îbo kurdekê êzîdî ye, li qarxûna jorîn 2yê gulana 1924ê de xwedê dide. li dibistana kurmancî ya li gund dest bi xwendinê dike, paşî diçe mekteba ermena perwerdehiya xwe didomîne. bavê wî pê re dimire ji bo bavê xwe dibêje: "Bavê min mir, mera mal û dewlet nehişt, lê bavê min temmî da min: ‘Qedrê weten, daîka şîrin, nanê tiberik hertim bigre."
zarokatîya xwe de nav civatên kurdî de dimîne, ji folklorê kêm namîne. hê piçûktayî hişmendîya xwendin û nivîsandinê pê re hebûye. dîsa li gor gotina wî dema berxvan bûye di tûrikê xwe ji bilî nan û qetix pirtûk û defter jî hebûne: "Hevana nanê minda, xencî çend nanê sêlê, şelbikê qetix, timê kitêb, defter û qelem jî hebûn"
sehîdê îbo dine doktorek navdar. li moscoyê pîleyek bilind didinê, bi hevokên Rêdûr Dîjle: "Îbo di du salan de dîsêrtasiya xwe temam dike û navê kandîdatê zanista bijîşkiyê digire û vedigere Yêrêvanê, li înstîtuya bijîşkiyê dersdariyê dike. Pişt re merhele bi merhele wek asîstan, doçent heta profesoriyê diçe. Di cotmeha 1974’an de wek endamê Kongrêsa Pêşekarê Nexweşîna Gurçikê Zarokan a Washhîngtonê tê hilbijartin û gellek kes li ber destê wî nîşaneya bijîşkî û asîstaniyê digirin." û di nav kurdan de jî navê wî gelek belav dibe, gelekî hijê dikin.
alîyê wî berhemdariyê jî bi hevokên Rêdûr Dîjle:
" Di warê wêje û folklorê de berhemdariya Sehîdê Îbo piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi awayekî çak xwe dide der. Yekemîn afirandina wî di sala 1948’an de di Kovara “Sovêtakan Grakanûtîûn û Arvêst” û “Grakan Têrt”ê de tên neşirkirin û dû re nivîs û berhemên wî di nêv pirtûkên dersa de û li rojnameya ‘Rya Teze” de cihê xwe digirin. Di sala 1963’an de bi navê “Qurna Min” (helbest) pirtûka wî ya ewil tê çapkirin û dû re bi navê “Dûryan” a wî ya duyem tê çapkirin ku di vê berhemê de serpêhatiya cimaeta kurdên êzidî vedibêje. Pişt re pirtûka sêyem a helbestan a bi navê “Bîst Salê Dinê” tê çapkirin ku têmaya helbestên wî yên vê berhemê ‘komunîzm’ e û li ser vê Casimê Celîl dibêje, Sehîdê Îbo bi vê berhemê re emrê me yî dewrana komunîzmê tîne ber çavê me û bi vê re şêweyek li helbesta xwe peyda kiriye. Li gel vê Îbo bi navên “Azadî”(helbest), “Sînem”(helbest) û di sala 1959’an de bi navê “Kurdê Rêwî” romaneke dinivîsîne, lê ev roman di sala 1979’an de tê çapkirin. Li gel van berheman Îbo ji gellek nivîskarên rûs û ermen ên wek H. Tûmanîan, C. Mîxalkov, A. Îsahakyan wergêr kirine û hin berhemên wî jî bi zimanê ermenkî, rûsî, azerî û gurcikî hatine wergerandin.

Li gel vê Sehîdê Îbo di warê zanista îlmî ya bijîşkiyê de jî nêzî 100 berhem nivîsandiye. Ji van berheman dudo jê monografiya û dudo jê jî pirtûkên bijîşkiyê yên bi zimanê kurdî ne (Şîretê Doxtir û Siva We Xêr.")

hinek helbestên wî bûne stran. strana xwezî ez dîsa zar bûma ya aram Tîgran distrê helbesta sehîdê îbo ye.

dibêje: “Emrê min kilam e
Dengbêj Kurdistan e
”.

tişta bo me ecêb kesekê ev qas berhem dayîn, ji hêla teknîk û pisporiya xwe doktorîyê ve pirtûk nivîsîn, du sê roman û gelek pirtûkên helbestan, gelek werger, em navê wî nû seh dikin. helbet tesîra alfabeya kirîlî heye, ku sehîdê îbo berhemên xwe bj alfabeya kirîlî nivîsîne û xîreta me û weşanxaneyên me nîn e berhemên wî yên din bigihînin Kurdistanê.

romana xwe kurdê rêwî di sala 1959ê de nivîsîye, sala 1979ê bi tîpên kirîlî hatiye weşandin, ji hêla weşanxaneya Avestayê ve 2009an jî bi tîpên latînî hatiye weşandin.
Here lînkê

sehîdê îbo ji ber ku êzîdî ye û wek kesekê entelektuel karên xwe kirine û pirsa kurd û Kurdistanê kiriye, li Ermenîstanê ji alîyê komeka ku ji hêla êzîdî-ermenan ve bi dirûşma êzîdî ne kurd in hatî avakirin ve tê kuştin, bi namerdî li guleyekî ji piştê ve lê didin.

ev agahî hemû ji nivîsa rêdûr dîjle hatine neqilkirin: Here lînkê



21.12.2017 10:17 ~10:24 | xendekî

2. şaîrê vê helbestê ye ku Rêdûr Dîjle ji kirîlî bo latînî tîpguhêstiye.
kirîlî ya wê jî: Here lînkê
MOSKVA-HÎV

Bilêta xwe hilde, hevalo,
Roja îro em rêwîne,
Dewrana me wa hewale,
Qonaxa me îro hîve.

Hîv, ku qurne û zeman
Mîna bûka rûxêlî,
Wehîd li ezmîn dima,
Bûye mezîla rêwî.

Moskva-Hîv rya me,
Ne ecêv, ne dizî,
Ez ji gund hatime,
Diçim ser hîvê jî.

Bilêta xwe hilde hevalo,
Hîv merem, lê em rêwî,
Dewrana me wa hewale,
Hîv jî namîne cêwî.


Helbest: Sehîdê Îbo

Ji Kirîlî tîpguhêziya ji bo Latînî: Rêdûr Dîjle

*Zimanê resen yê helbestê esas hatiye girtin. Di warê rêziman û rastnivîsê de bi tu awayî mudaxileyî helbestê nehatiye kirin. Sehîdê Îbo Rizgoyan ev helbest di sala 1959'an de nivîsandiye û di pirtûka wî ya helbestan a bi navê "Sînem"ê de hatiye çapkirin. Sînem di 1975'an de li Yêrivanê hatiye çapkirin.



21.12.2017 10:27 ~10:31 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sehîdê îbo

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn niviskarznst niviskarweje niviskarhlbstvn niviskarznst niviskarweje niviskarhlbstvn niviskarznst kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî