1. bîranînên ku hê jî dema tê bîra mirov, dikenîne Û nefesekî kûr dide standin. |
|
25.12.2017 00:20 |
brusk56
|
2. erê lawo çi bîranînin bûn.. |
|
25.12.2017 11:53 |
telebê hz mêdî
|
3. Gava ez lîseyê de bûm, Mielimekî me yê navê wî Reşad hebû, Ezmûna me ya dersa tarîxê eşkere bû. |
|
25.12.2017 23:31 |
mîr
|
4. (bnr: herin û venegerin) |
|
26.12.2017 17:23 |
biruya hayao miyazaki
|
5. ji ber ku min lîse li stenbolê di lîseya êyüpê de xwend û ji ber ku lîseya eyüpê di destê ülkücüyan de bû bîranînên min qet xweş nînin. kîjan sal bû nizanim lê 19 gulanê de mamoste em mecbûr kirin ku em di stada beşiktaş’ê de tev li lîstikên "19 gulanê bîranîna atatirk û cejna ciwaniyê û werzîşê" bin. mixabin min di stada bêşîktaş’ê de di nav hezaran însanan de “harmandalı” lîst. yek ji bîranîneke min a neyênî ya lîseyê ev bû. ev çend salin ser de derbas bûye lê bandoreke derûnî li ser min de hişt. xwedê bela xwe bide hemû mamoste û xwendekarên wê demê yên lîseya eyüpê. wekî din, gelek bîranînên min yên neyênî hene lê ne hun bipirsin ne jî ez bêjim. |
|
20.09.2018 11:20 |
nazim tolhildan
|
6. Mielimê me yê sporê jinikekî bû, jinik reşik (zencî) bû. Heta wê çaxê, Xêncî wê min merivên reşik nedîtîbû lê ew çax qe nehatibû aqilê min ev Xanim kê ye, ji kû hatiye, çi îşê wê li vir heye, piştî salan niha hate aqilê min, tiştê ecêb... |
|
23.12.2018 22:33 ~22:34 |
mîr
|
7. Dema ez li lîse bûm, wek li her dibistanên (ji xeynî zankoyan) Bakûrê Kurdistanê û Tirkîye; roja înê piştî waneya dawî sirûda Tirka ji alîyê hemu xwendekar û mamosteyan dihat xwendin. Îca ji ber ku tiştek gelekî girîng bû, mamoste yeko yeko diketin pola û destşoka dûra ji çepilê xwendekarên reben digirtin û ew dixistin rêzê. |
|
13.08.2021 22:38 ~22:40 |
pîroz
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |