Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; polîsên gramerê
peyamên çepikkirî

103588. (bnr: polîsê/a gramerê)

Ez bawerim mîrê min ev kevir avête min.

Va nivîskarekî hêja û dijberî mîrê min bersiva min wisa daye:


heke tirşikvan di nivîsa min de şaşiyekê bibînin û ji min re bêjin ez ê gelekî kêfxweş bibim, bi xêra dê û bavê xwe * şerm nekin. ez ji vê aciz nabim. ji kerema xwe re , ji min re peyamê bişînin.



car caran peyvên herêmî bikartînim ev dewlemendîya me ye. lê belê ji aliyê rastnivîs û rêziman ve min hişyar bikin.

sererastkirina şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên di nivîsên tirşikê de/56039



27.10.2013 15:55 | simurg56

103593. divê bêne sekinandin
divê bêne qontrolkirin
divê bêne zeftkirin

ev kes dibin sebeba çerxa otoasîmîlasyonê, hin kesên ji herêmên cuda bi devokek cuda tên hewl didin kurdî biaxivin dikevine xefk û radara van kesa, piştî şaşîyekê bike têra xwe ceza lê dibirin/lê dikenin, êdî ew kes fihêt dike zimanê xwe biaxive.

hevaleka min a zanîngehê ji rihayê bû, keçikê belkî cara ewil bû ji Rihayê derketî, hatibû Amedê diçû qursa kurdî li kurdî derê, zehf hewl dida, zêde dixwest diyalogên xwe kurdî çêke, lê çend amedî ku tu wan berdî jixwe kurdî naaxivin, keçik çi bêje lê dikenîn. demekî xwe xeyidand, lê vê paşîyê bi alîkarîya min û çend hevalên din keçikê mesele fêm kir û dîsa hewldana xwe domand. dawîya zanîngehê êdî keçik têra herkesî kurdî diaxivî.



07.06.2013 18:27 | brusk56