Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
tosinê reşîd - tirşik
tosinê reşîd

Navê mijarê ya ewil ev bû:tosinê reşît
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tosinê Reşît di sala 1941ê de li gundê Kûrekend, li Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî Enstîtuya Pedagojiyê, beşa fîzîk û kîmiyayê di sala 1964an de temam kir. Piştî saleke eskeriyê û çend salên mamostetiyê di sala 1970ê de dest bi karê zaniyariyê kir û sala 1975an bû doktorê kîmyayê. Wî ji salên xwendina dibistanê dest bi nivîsandina şiîran kir, salên xwendkariyê şiîrên wî bi riya radyoyê dihatin weşandin.

Di sala 1975an de bi navê »Kilamê rê« kitêbek weşand. Sala 1983an dîwana wî a duyem bi navê »Zozan« çap bû, sala 1987an dîwana sêyem; »Nîvro« çap bû.

Sala 1988an weşanxana »Roja Nû« piyesa wî »Siyabend û Xecê« çap kir.

Sala 2000î weşanxana APECê li Swed berhevoka çîrokên wî »Şeva bê xew« çap kir. Dîsa wê salê wî û Dr. Husên Hebeş pirtûkek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo li Almanyayê çap kir.

Salên 60–70 dor 200 gotarên wî bi navê »Ensîklopêdiya Kurdî« bi radyoya Yêrêvanê hatine weşandin.

Sala 1993an ew derket derveyî welêt û li Melbournea Australyayê bi cih bû.



07.09.2013 18:47 | endazer

2. Dema ku navê wî mamoste û şairên delal dibîhîzim, navê xaylaza reşîd û şikoyê hesen di rêzê de têne bîra min..



15.08.2018 13:55 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tosinê reşîd
» reşîdê kurd

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî