Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 19 peyam
    torî - tirşik
    torî
    (10) (0) (12)
    di mijarê de bigere

    1. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana 'Dicle Köy Enstitüsü' (Erganî) mamosteyî xwend.

    Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê »Qolinc« li Stockholmê hate weşandin.

    Paşê bi navê »Şîlan« kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê »Mendik« romanek nivîsand û da weşandin.

    Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi nivîsandina kitêbên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin.

    Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, niha li Stembolê dijî.



    2013.09.07-18:48 | endazer

    2. kesên ku devên xwe gilover dikin re tê gotin.



    halo

    wilo

    şûna erê jî dibêjin A *



    dema em dibîhizin em dizanin ew kesê van dibeje torî ye.



    2015.04.01-14:32 | bijêrvan

    3. Hindî têm neşêm boza wan vekim, anku teqlîda wan bikim. Çi devokek şîrîn e Xwudayo! Kurdnasek Elman heye bi navê Petra Wurzel. Ev canejina henê gellek xweş bi bi kurdî daxive û heke hûn baş guh bidênê meriv torîkiya wê baş seh dike.










    2016.08.22-19:27 | elielilamalama

    4. yek torîkî yek jî aksana emrikiyan, vowelên wan. rebbî tu bihêle :P



    2016.08.22-19:28 | elielilamalama

    5. Torî li cem me tiştekî din dibejin.
    Yek hevokek heye ev jî: Torîtî meke! * Cem me Torî = Çeqel e Hûn dikarin ferhengê jî binerin *



    2017.11.05-18:13 | xelefêserhedî

    6. Lê pîr hez dikin, dilê Kurdistanê ye *



    2017.11.05-18:14 | xelefêserhedî

    7. Kurdê asîl



    2019.01.13-23:46 | helik orimiyo


    10. Kesên ku li derdora mêrdînê dijîn.
    Di nav Kurdan de devoka herî a şêrîn a me ye, bila kes qala ziman ji me re neke *

    Qîma wê pê were an jî newe, li ba me wilo ye hahahha

    li gorî gelek kesen(ji xeynî toriyan hemû cîhan) dibêjin torîserhişk in
    ez jî wilo dibêjim:
    Em ne serhişk in!
    Hûn fêhm nakin



    2019.12.31-21:18 ~2020.06.19 11:00]| merwano

    11. kurdên ku ji herêma tûrabdîn in. ez jî torî ma. ji gundê êzdara me. * çend taybetmendîyên torîya wulo na:
    1 - serhişk. * cara 'ewil ev tên bîra mirov. min vê qebûl kir û serê xwe yî di bin xwelîyê de hinekî nerm kir. *
    2 - henekvan. ji xwe û ji malbata xwe û ji torîya dizanim ku henekçî na *
    3 - di ştexalîya wa da tîpa a zêde tê bikaranîn. ji dêlva ''erê'' dibêjin ''a''.
    4 - ji kemaçê û ji reqsê gelek hez dikin. dengê kemaçê dikin ji ber xwe va milê wan dilivin. niha ez jî vê entrya xwe li ber stranên miradko millivandî dinivîsim. *
    5 - ji dims, helîl, bastêq welhasil karê tirî ve jêhatî na.
    6 - xwînşêrîn in. wek min. *



    2020.01.01-17:05 | xwelî li ser

    12. Kesên li herêma mêrdîn nisêbîn dijîn û kesên di salê notî koçî Bismila Amedê kirine
    Taybetmendîyê Torî ya :
    1-ruken û xwîn şêrîn in
    2-kesên xêrxwazin
    3-bi giştî welatparêzin
    4-ji axaftinê gelekî hes dikin
    5-hwd



    2020.01.01-23:07 ~2020.03.22 00:04]| tîrêj zana 21

    13. kal be, xort be ferq nake kengî devoka torî dibihîzim, ez difikirim yekê salmezin, temendirêj dipeyive. wekî din peyva wulo bikartînin dêvla wiha / were . kesên heneokok û xweş sohbet in. erotîzm ji bo wan ne tabû ye û ne di xema wan de ye .



    2020.01.01-23:16 | umed

    14. Tirşikvanek 2 meh berê xwe tomar kiriye ye. Tê li tirşikê dinehêre û bê nivîs lê dixe û dere. Ez bawer hêj bo nivîsandinê xwe amade hês nake. Berî nivîsê xwendin her tim çêtir û baştir. Bi hêviya rojekî dest bi nivîsandinê bike û ji çomeziyê rizgar bibe.



    2020.04.03-23:00 | tîrêj zana 21

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [2]
    Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye k...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Bi şermînî û bêdermanî dinivîsim. Cara ewil li mala dengbêja min dîtib...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Dema mirina wî bihîstim, wekî ku pirtûkxaneyek hatibe şewitandin hesiy...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Îro xatirê xwe ji gerdûnê xwestiye û koça dawî kiriye. Piştî ewqas sal...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Li gorî nûçeyên lezgîn îro koça dawî kiriye Rehma Xwedê lê be, cihê w...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » torîn

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî