Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 33 peyam
şemsî - tirşik
şemsî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Şaîrê kurd ê bi nav û deng Egîtê Hesenê Şemo (1933–2002), ku weke şaîr deng daye bi navê lîteratûrî yê Şemsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê (Ermenistanê) di bin konê kurmancî de hatiye dinyayê. Ji sala 1955an heta sala 1959an ew di xwendegeha kurdî ya pedagojiyê de li paytextê Ermenistanê – Êrîvanê fêr dibe, ku ji bo amadekirina mamostayên ziman û edebiyeta kurdî hatibû vekirin. Piştî çend salên dersdariyê li gundên navça Hoktêmbêryanê ew dibe berpirsiyarê beşeke rojnama eynî navçê ya bi navê »Komûnîzmî hamar« (Ji boy komunîzmê), ku bi zimanê ermenî dihate weşandin. Di sala 1969an de Şemsî fakulteya ziman û edebiyetê ya Zanîngeha Êrîvanê xelas dike û xwendina bilind bi dest tîne. Pişt re dîsa ew karê xwe heta destpêka salên 90î dewam dike. Sala 2000î diçe bajarekî Rûsyayê, Vladîmîrê, û li wira havîna sala 2002an wefat dike.

Şemsî xwediyê 6 kitêbên helbest û destanan e: »Şemdan«, »Hîveron«, »Hêsirê baharê«, »Simil«. Berevoka berhemên wî ya dawî bi sernavê »Aşiqê buhurtî« di sala 1992an de dîsa li Êrîvanê hat weşandin.

Ji bilî rojnamên kurdî û ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê »Bihar« de hatine çapkirin, ku wek antolojiyeke afirandinên şaîr û prosaîstên kurd hersal li Êrîvanê dihat weşandin.



2013.09.07-18:49 | endazer

2. navê hin tîpên erebî.

navê ma jî:

(bnr: qamerî)



2013.10.15-19:35 | biruya hayao miyazaki

3. gelekî rojperest e.

ansîklopediya îslam a tdv-yê nabêje lê vê qûnciknivîsa bêçavkanî ew û herranî kiriye yek: Here lînkê her wiha hinin ew û sabiî jî kirine yek.

hinin ji wan dibêje ew bo rojê (şems) nimêjê dikin, hinin dibêjin bo heyvê (sin). ya ku em dizanin:.

-xelîfeya ebasiyan Me’mûn ew tehdît kirine. ferman daye, ya ew ê bibin misilman an jî divê têkevin wan dînên ku di quranê de derbas dibin. [cuhûtî, xiristiyanî, sabiî] ji ber gefa kuştinê, hinin ji wan misilman, hinin ji wan xiristiyan û hinin jî bûne sabiî. çavkanî Here lînkê heke şemsî û herran, ne yek bin, îja ji bo wê jî ev alternatîf hatiye: muratê 4em ê padîşahê osmaniyan di vegera şerê bexdayê de koka şemsiyên amedî qelandiye û perestgehên wan ji holê rakiriye, îja rebenan mevbûr mane li ser çiyayekî ber pira amedê nimêjê bikin. qûnciknivîsa bêçavkanî Here lînkê

di heman çavkaniya dawî de dibêje: ulu cami ya amedê berî bibe dêr perestgeha şemsiyan bûye. dêra qedîm a dayika meryem û manastira Deyrulzafaran a suryaniyan jî perestgeha şemsiyan bûne. nizanim êdî rast an nerast...

Di hin dewran de gelheyên wan, di hin bajaran de:
*1564 - Diyarbekir Mufassal Tahrir Defteri (varak 44b, bi navê Cemâat-ı Şemsî hatine qeydkirin) - Mehela Bala-i Hasırcı - 166 zilam ên ku mikelefên bacê ne. [128 kes ji wan bi jin bûne; 38 kes jî ezib bûne]
*1608 - Mêrdin - Mehela Şemsiyyân - 22 zilam û di 1692a de 66 zilam. çavkanî: Here lînkê
*1766, bi ya Niebuhrî, Mêrdin, 100 malbat
*1808, bi ya Dupreyî, Mêrdîn, 800 kes
*1927 - Mêrdin, 23.252 kes
*1945–1950, Mêrdin, 18.000 - 19.000 kes [İslam Ansiklopedisi, “Mardin” ., MEB Yay, c.7, s.320.]

hema bonusek derheqê herraniyan: pisagor û eflatûn pêxemberên wan bûne. ez şok.

not:

tevlî hev neke:

şemsiyye: nusayrîtî
şemsiyye: riyeke di nav terîqeta bayramiyeyê de ye, îslamî ne.



2020.10.19-00:59 ~01:09]| biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (Yên Din..)
taybetmendîyên xortê kurd yên ku teze xebatê tên [4]
Li gundê me çend sal ewil hevalek çûbû li Çorlu ya Tekirdağ ê xebitî b...
navên mehan bi kurdî [1]
Bi xêra stranên li ser roja yekê gulanê û (vbnr: bist û yekê a...
oxxxymiron [1]
Stranbêjekî Rûsî ê hip-hopê ye, navê wî yê heq (vbnr: Miron Ya...
fraşokeretî [3]
di zerdeştiyê de encama herî dawîn a piştî jiyanê. piştî qiyametê (vbn...
ahûra mazda [2]
di zerdeştiyê de rewanê herî mezin, yê her tişt afirandiye. kurdan ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» semsîr

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî