1. Suzan Samanci di sala 1962an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê û hê jî li wir dijî. Wê bi nivîsandina helbestan dest bi edebiyatê kiriye û helbestên wê di kovara tirkî »Sanat Olayý« de weşiyane. Dû re Samanci derbasî nivîsandina çîrokan bû. Pirtûka wê ya çîrokan »Reçine Kokuyordu Helin« di sala 1996an de derket. Di sala 1996an de jî kitêba wê ya çîrokan »Kýraç Daðlar Kar Tuttu« weşiya. |
|
07.09.2013 18:51 |
endazer
|
2. weku min bihîstiye, niha roman û pirtûkeke çîrokan bi kurdî dinivîse.. |
|
21.10.2013 21:13 |
elomelo
|
3. min digot qey kurdî nizane. lê di vê vîdyoyê de xuyaye ez xelet im. di van rojên Koronayê de weşanxaneya Avestayê çalakiyek dabû destpêkirin, li gor vê nivîskarên weşanxaneyê ji pirtûka beşekî jê dixwînin û weşanxane vê li ser qenala xwe ya YouTube'ê belav dike. niha jî suzan samanci xanim ji romana xwe "mîrzayê reben" çend rûpelan dixwîne li gel dîmenên Cenêvê: verast: bi hişyarkirina rizgarm navê pirtûkê hate serastkirin. |
|
09.06.2020 14:16 ~2020.07.11 12:20 |
xendekî
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |