1. Suzan Samanci di sala 1962an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê û hê jî li wir dijî. Wê bi nivîsandina helbestan dest bi edebiyatê kiriye û helbestên wê di kovara tirkî »Sanat Olayý« de weşiyane. Dû re Samanci derbasî nivîsandina çîrokan bû. Pirtûka wê ya çîrokan »Reçine Kokuyordu Helin« di sala 1996an de derket. Di sala 1996an de jî kitêba wê ya çîrokan »Kýraç Daðlar Kar Tuttu« weşiya. |
|
2013.09.07-18:51 |
endazer
![]() |
2. weku min bihîstiye, niha roman û pirtûkeke çîrokan bi kurdî dinivîse.. |
|
2013.10.21-21:13 |
elomelo
![]() |
3. min digot qey kurdî nizane. lê di vê vîdyoyê de xuyaye ez xelet im. di van rojên Koronayê de weşanxaneya Avestayê çalakiyek dabû destpêkirin, li gor vê nivîskarên weşanxaneyê ji pirtûka beşekî jê dixwînin û weşanxane vê li ser qenala xwe ya YouTube'ê belav dike. niha jî suzan samanci xanim ji romana xwe "mîrzayê reben" çend rûpelan dixwîne li gel dîmenên Cenêvê: verast: bi hişyarkirina rizgarm navê pirtûkê hate serastkirin. |
|
2020.06.09-14:16 ~2020.07.11 12:20]|
xendekî
![]() |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [4] |
![]() |
tirşik-danegeh [2] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [1] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [2] |