Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
kenegirî - tirşik
kenegirî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: kenogirî)
Li ber girî. dikin bigirî. Yê li ber hemanekê ye go bigirî.


ken, girî û kenegirî

Kenegirî, Peyveke zehf sipehî ye. ken û girî , dido peyvên dijwate mil dane hev û ev çêlîk çêkirine.

Kûrtasiya jiyanê ye. Di peyvekê de jiyan hatiye îfadekrin. Ma jiyana me, ne tevde ji ken û girî pêk tê. Belê, zarokatiya me "ken" e , hevseriya me "kenegirî" ye û pîrîtiya me jî "girî" ye. Dido kêlekê jiyana me ken û girî ne.

Heke hûn bêjin, jiyan tevde "kenegirî" ye, ti kes nikarê bêjê "na" .

Mirov Kenogirî ye, Geh ji eşqa digirî, geh dibin êş û barên giran de em aqlê xwe winda dikin û dikenin.

dîwarê kenegiriyê, weke bendekê ye. Însanên xwedî dil, Li ber kul û derd'ên mezin berxwedaneke mezin, şerekî nexuyayî tê dayîn. Di meydana dil de, berî têkçûnê, di nav qêrîn û hewarên bêdeng de, piştî wextekî, mirovê birîndar bêqewet dibe, ji qereman dikeve û têk diçe. Îda perde diqetê, bend difelişê û dîwarê kenegiriyê hûr û mûr dibe û ji çavan hêstir diherikin, ji dil girîyek belav dibe. Hêstirên bêreng, hezar rengên hêst û jiyanê dihewîne. Hêstir, ji Spîka çavan diherike. Spî, rengê ala silhê û têkçûnê ye. Yanî şervanê têkçûyî îlan dike û dibêjê "bes" e û êsîriya hêstan qebûl dike.

Belê, di meydana kenegiriyê de, di demek kin de hêst û bûyerê nayên gotin diherikin û ew dîwar dikeve. Piştî wê ala sirpî silh tê, ewqas bar û hêst bi hêstiran ve diherikin û bar sivik dibe, bêhn fireh dibe.
Belê, girî bêhnê fireh dike.



04.01.2018 13:34 ~13:53 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kenegirî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî