Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sidqiyê hirorî - tirşik
sidqiyê hirorî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sidqiyê Hirorî di sala 1956an de li gundê Hirorê li Kurdistana Îraqê hatiye dinyayê. Li bajarê Mûsilê mezin bûye û her li wê derê xwendina xwe ya destpêkê, navincî û amadeyî bi dawî anîne. Di sala 1978an de bû karmendê çandinê li deverine ser bi Duhokê. Di sala 1984an de bû endamê desteka nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Îraqê. Di sala 1986an de bo xwendinê çû Polonyayê. Di sala 1992an de xwendina xwe ya rojnamevaniyê li Unîversîteya Warşovayê bi dawî anî û pileya Magisterê wergirt. Ji sala 1992an vir ve li Swêdê dijî.

Destpêka nivîskariya wî bi helbestê bûye û paşê çîrok û roman. Çîroka wî ya yekê bi navê Xwekuştin di sala 1977an de di rojnameya Hawkarî de hat belavkirin.

Berhemên wî yên weşandî:

Dîmenek ji çîroka jiyana min, çîrok, 1985, çapxaneya Xebat.

Çend hozanekêt ne navkirî, helbest, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.

Momkeka ne vemirî, çîrok, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.

Qreç û dilber, helbest, 1989, Polonya.

Rewşenbîrê Kurd, kovar, hejmara 1, sal 1990.

Kurê zinarê serbilind, roman, 1996, weşanxaneya Nûdemê, Swêd.

Evîn û şewat, roman, 1998, weşanxaneya Nûdemê, Swêd.

Çend nivîs û werger di Nûdem, Kurdistan press, Armanc, Berbang, Roja Nû û Nûdem Wergerê de weşandine.



07.09.2013 18:53 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sidqiyê hirorî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî