Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    33 mijar û 71 peyam
    emerîkê serdar - tirşik
    emerîkê serdar
    (3) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. Emerîkê Serdar di sala 1935an de li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li Ermenistanê di maleke sade de hatiye dinyayê. Bavê wî Dewrêş, di sala 1941ê de çû şerê Almanya Nazîst û bê ser–berate winda bû. Heta niha jî Emerîk nizane bavê wî li ku û çawa şehîd bûye. Heta niha jî nizane mezelê wî li ku ye û ji bo wê heta niha jî gelekî li ber xwe dikeve. Ev tema di çîrokên wî de gelek derbas dibin. Lê dildimiya ber dilê wî ew e, ku ew ciyê mezelê diya xwe zane û her sal dixwaze here ser mezelê dayika xwe.

    Emerîkê Serdar yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenistanê ye, ku bi kar û barên xwe alî pêşketina çand û edebiyeta kurdan bi giştî kiriye. Piştî ku çend salan di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da kar kir, ji sala 1961ê heta roja îro li redaksiyona rojnama »Rya teze« de kar dike û ev çend sal in redaktorê wê ye.

    Di karê nivîsara bedewetiyê (prosa) de keda wî jî heye. Heta niha wî çend pirtûkên serhatiyan çap kirine, gelek çîrokên wî di kovar û rojnameyan de jî derketine.



    2013.09.07-18:55 | endazer

    2. dema min navê mêro hê nû bihîstibû, min digo kuro lê biner kurdek ji amerikayê jî heye.. lê emerik- emer e, me ji ku re bizaniya, ha aqilên zaroktiyê



    2013.10.21-21:09 | elomelo

    3. Berhemên wî yên li weşanên lîsê çapbûne ev in:

    (bnr: destê dê), çîrok, 1974 (çapa duyemîn, Lîs,2014)

    (bnr: êdî dereng bû), çîrok, 1979 (çapa duyemîn, Lîs, 2014)

    (bnr: dengê dil), çîrok, 1985 (çapa duyemîn, Lîs 2014)



    2018.04.03-11:10 ~2020.05.22 20:45]| hozan serhad

    4. Nivîskarê ku ez îro bûm heyranê wî.



    2020.05.22-18:49 | rojvanbêrî

    5. Pirî jê hez dikim êdî destê min naçe ser da li ser wî entryeke kin binivîsînim. Ji bo vê yekê, di demeke kurt da ez ê li vir peyameke têr û tijî ji bo wî binivîsim lê bira vê qasê eva jî a niha li vir bisekine hetanî min nivîsî jî.

    Emerîkê serdar: (xudêê ça xûnşirîn e yaw * )



    Emerîk û mîroyê esed



    2020.05.23-01:08 ~01:09]| hozan serhad

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ne mutlu patatesim diyene [2]
    Dirûşmeyeke ku di vîdyoyeke xalê edîp yuksel de (xwedê jê razî be vê d...
    mihemed taha akreyî [1]
    Stranbêjek kurd e. Ji navê wî jî xuya dike ji bajarê xweşik (vbnr: akr...
    lîstika kîr û quz [1]
    li ba me navê vê lîstikê sig e....
    wc [2]
    Hevaleke min behs kiribû, ewana rojekî diçine qehwexaneyekî ku...
    sîstema nû ya tirşikê [1]
    rastkirin 2: êdî dema mirov wê pêşnûmaya xwe wek peyam bişîne, ew pêşn...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » emerîkê sidîqayê
    » serdaryek

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî