Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rêzefilmên tirkî - tirşik
rêzefilmên tirkî
(10) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Filmên ku hingî milet serxweş temaşe dike qeza û bela ji serê lîstikvanên wî yên sûcdar û gunehkar kêm nabe, tên tacîzkirin, qeza dikin sûca dikin.. niha miletê tirk şiyarbûye pirahiya filma fînal dikin di wê ferqêdene hûn jî jixwere razên û bivêjên vî dînî, şîzofrenî çi dibêje

Lê ew sûcdar nizanin herin wî aliyê wê dinyayê jî wê kîngê bibe werin ber destê min ezê gurçikên wan bigivêşim.. nizanin her sitranek,filmek, peyvek... lehpike jibû wan

Vê heftê jî kerametê min negirtin lê ezê carek din îspat bikim * vê heftê min çend stranê îbo, muslum, keko gohdarkir bi tenê li idlîbê roketek avêtibûn konvoya tirka.. û ez jî wekî anfê xeberdim hawiz medyasî kuştiyên xwe diveşêre * neyse bandor dike û hingî lihevketiye li herderê cîhanê sûcdar tên kûştin ez bi rebê weyî Ehedê wehedkim ez rast dibêjim
ez vî tiştê hanê dikim.

niha riza zarrab kêşbûye, Ew jî decaleke, decal pirin niha pakijdibin tramp kêşe acun an jina wî kêşe ... xewarno hinek jixwere şiyarbin şiyar şika milet çidike, çi gu dixwe.. tiştek din jî jiwere bibêjim gulben ergen berê di destê uzan a dabû koleya wan bû paşê mustafa erdogan bi esrarê an bi bonzaîyê an bi araqê staranên wê gohdarkiriye wê kiribû destê xwe paşê ket destê erhan çelik werhasil mal bi mal geriya nehat mala we tenê * yanî ez dixwazim bibêjim ev zilma bi hîle ji kesîra namîne dibe derengî bikebe lê xwedê ji wehdê xwe nazivire kîngê hebe wê roja wan bê...

Niha ez piştgirî ji we kurda dixwazim ez bişev dixebitim nikarim serê xwe bixwrînim ger hûn nexwazin efrîn jî wekî kobanê bibe , zalim zêde pêde neçin, xweyna we kurda û mazluma du pere bike, hûnê mehê du milyarê tenê di nava hevda biavêjin hesabek edî hûn parzekiyê dikin... û ezê nexebitim du rojê carek runêm şerabek bidim berxwe li kêfa xirê xwe binihêrim * ezê înternetê bavêjim malê li kurtlar vadisi, game of trons, diriliş ertugrul... aleyna tilki, heijan mustafa yildizdoxan osman oztunc li hemû stranbêja gohdarbikim ez we kurda nekim kralê vê alemê bira ez wekî ferhenga şikestîbim, an ezê dîsa bi îmkanên destê xwe bikim lê wê derengî bikebe..

ev jiyan bi hişberî dimeşe şer bi çeka nabe li cihê bereday xwe ne dirçirînin.

ji bîr nekin islam dînê heqe şertên wî hûn weynin cih jibû başiya weye û teqez ji esrar û bonzaîyê durbin kesê bikartîne întihar dike ji evdîtiya xwedê dertê bi serê xwe dibe an dibe kolê evda di teribe diçe, diya hevsed meznê wî tê niyanê ..

vê banga min ji kerema xwere cîdî bigrin ferhenga şikestî eynî mirtibe dikare vî tiştî organîze bike maşellah hun deh heb zêdene xwedê we zêde bike herkesek mehê 100 lîre biavêje hesabek kiriya min dertê temame hun sax ez silamet ne min we dît ne we min: ) bira di riya xwedê debe hinda nabe.. we li parê xist bira tara endazer zêdebe jibîr nekin. di dawiya emrê xwede bûm parsek jî lê kes nema van kurdên birçî pera bişînin *



10.01.2018 11:29 | telebê hz mêdî

2. rêzefîlmên ku dema bê hiş bûm ez jî kesekê temaşevanê wan bûm ku piştî min dinya baş naskir, êdî her tişt ji hev safî bû.
ev rêzefîlm herî kêm 1,5 seat pêk tên û tevdu reklaman jî 2,5 seat in.
vêce were û wextê xwe yê vala di van rêzefîlman de xerç bike.
dikarim îro bêjim, ger rêzefîlmekî hêja yê tirkî hebe ew jî leyla û mecnun e.
(bnr: ez qurbana rêzefîlmên biyanî) *

nişe: bir başkadır û şahsiyet ne di nav de, her du jî têra xwe bi qelîte bûn, ne kêmî yê biyanî bûn.



19.05.2021 21:19 ~2021.09.14 07:44 | merwano

3. Wê rojê ez fikirîm min got gelo min di jiyana xwe de heya aniha min çend heb rêzefîlmên tirkan ji beşa ewil heya fînalê Temaşe kirine gelo? Fikirîm fikirîm ti rêzefîlmek nehat bîra min.
Baştir jî hene bêguman avrupa yakası û Leyla ile Mecnun. Feqet min her du rêzefîlman jî li ser youtubê parçe parçe temaşe kirine.
Heya aniha bo min serkeftîtir rêzefîlm ezel bû lê min bi qasî 18 beş tehemûl kir û min dev jê berda.
Min bi tenê ji serî heya dawîn şahsiyetê temaşe kiriye lê ew jî sezonek bû, pirr kurt bû. Îroj ger em bêjin sezoneke dî derkeve ezê wê jî temaşe nekim.

Carinan dema diherim mêvaniyê ji çarneçariyê temaşe dikim. Di nava nîv saetan de deh puan iq'ya min ji kîsê min diçe.
Ehmeqiya senaryo û honaksaziyê, tevgerên spastik yên karekteran, qisûrên mezin ên teknîkê, klişeyên bêhnpêketî, sansurên ehmeqane wesayre di hemî rêzefîlmên tirkan de hene



19.05.2021 22:03 ~22:05 | ferhenga şikestî

4. dibe ku rêzefîlmên herî genî û bêxîret bin. çi pîsîtî, bêşerefî hebe di wan de heye. hezar caran mixabin ku îro hemû malbatên kurd li wan temaşe dikin.



19.05.2021 22:07 ~22:08 | hueyn

5. Rêzefîlmên ku tenê di warê kalîteya kamerayê û hinek jî listîkvaniyê de ji rêzefîlmên hîndê cuda ne. Bi min ti ferqa honakê û kilîşeyan di navbera her du aliyan de tune ye.

Min heya niha xêynî leyla ile mecnun û bir başkadır ti rêzefîlmên tirkî temaşe nekirine.



19.05.2021 22:11 | xelîl

6. rezêfilmên ku ji aliye mirovên bi 3 iq tê çêkirin.
2 versîona wan hene.
leşkerî û evîn(!).

Rezefîlmên leşkerî min aciz dike lê bawerim sedema acizbûne min ne kurdbûn e ji ber ku mirov dujminê wan be an na her kes dikare evdalbûna wan bivîne. li gorî wab hezên leşkerî ya pkk ne artêş e, ancax dibe çete an ji mafya. Ne politîk in, bê armanc in, bê aqilin û bo pere dixebitin. (gorî wan). Di her bêş de 83726393 hev pkkî dimirin û çend hev gûnd tê rizgar kirin. Tûnebûna ala pkk jî meseleyek cûda ye!

Rezêfîlmên tekîldarî ya evînê ji mirovê cringe dike. Her dem tiştên tesadufî çê dibe. Hemû senaryoyan we ra kurt bikim. "Aaaaaa ketim erdê. Aaaa mêrek xweşik min re alîkarî dike bo rabûm ser pîyan. Aaaa navê te çi ye?. Hmmm navê te ya berkecan çi xweş eee. Em ê bizewicin" . Ew qas e.



19.05.2021 22:30 | heval.js

7. Esrar ango haşhaşa ku min qet jê nekişandiye. Belê esrar, ji ber ku yên jê hilmekê dikşînin an pozê xwe ber bi bêhna wê de didin, dibin mêjîgirtiyê vê keratiyê. Ji ber ku bergiriya minî xwezayî li hember vê bûjenê heye, bandor li min nake.

Henek li aliyekî, heya îroj ji bilî çend sahneyên kurt yên li ser înternetê û yên di mêvandariya bi zorê tên darîkirin, min çi carî tenezul nekiriye û bala xwe nedaye wan. Lê dibînim ku jinên me kurda bi van fîlmên pêkenî ve girêdayî mane. Hemû leheng û lîstikvanam jibere zanin. Pêre digrîn û pê re dikenin. Xwe dişibînin cil û berg, axaftin û çanda wan.( çanda wan jî çiye, pevşabûn, xwetazîkirin, aşkim aşkim, jîyana lux, entrîkayên qeşmerî)

Bi rastî gelek caran li ser diponijim û serî pê diteqînim ku bê çima di nav gelê me de taybetî nav jina de ewqas pit tê darîkirin. Axirî wê bi paşdemayîna civatê ve girê didim. Ji ber ku tiştên di nav civakê de eyb û şerm tên dîtin li ser televîzyonê eşkere tên kirin, civat heyranî wan dibin. Keç û xortek di rêzefîlmê de pevşa dibin, hemû civat devvekirî li wan darî dikin.

Wekî din tiştên van rêzefîlma xistine nava civaka me:

- axaftina tirkî
- roja dayîkê
-roja bavan
-roja evîndaran
-roja rojbûnê
-roja xaltîka
-roja metika
-roja zaroka
-roja kala
.
.
.
.



19.05.2021 22:36 | tîrêj zana 21

8. (bnr: yedi numara)
(bnr: sıdıka)
(bnr: ikinci bahar)
(bnr: super baba)



19.05.2021 22:41 | biruya hayao miyazaki

9. li başûrê kurdistanê di top oneê de ne. heyf. zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê/136691



14.09.2021 03:21 | asîmanê sêwî

10. Rêzefîlmên ku mejîyê meriv dike dew. Piranîya wan li ser drama, evîndarî, romans û teşqela jîyanê hatîye hûnandin. Hem xelekên wan dirêj in, hem jî her bîstikê dikevin neqeba reklaman ku ev kezeba meriv dike girar.
Yanî temaşekirina wan wan ji zîyan û qehrê pê ve tiştek din naxe destê we.
Dibê ku nav wan de ên xweş jî hebin lê nizanim, ez bala xwe nadimê...



14.09.2021 22:21 | pîroz

11. Rêzefîlmên ku li rojhilata navînê gelek tê hezkirin û temaşekirin. Bersiva Rojhilata navîn çima li paş maye ye.



14.09.2021 22:29 | kajav

12. Pêvçûnê ku kes namire , siltanê ku li herema di şeran de ser dikevin , xiyanet, kesên ku dimirin paşê dîsa tên beşdarî rêzefîlm dibin, akşinî bê wate, bi kurtasî 10 types of turkish series :







Bi ya min xweş çêbûye *



16.09.2021 19:00 ~21:01 | navîgiranmezelîwêran

14. li welatên ber bi pêşketinê pir tên hezkirin. ji ber ku hemû rêzefîlmên tirkan bi riya romantîzmê xewn û xeyalên jin û mêran dixemilînin yên ku hîn pêdiviyên xwe yên razber temam nekirine û vê kêmasiyê bi fanteziyên kevneşopî tije dikin. zengînî, hurmetdîtin, evîndarî, hêza bêserûbin, xweşî û estetîzm filan û bêvan. hemû jin zîn û leyla ne û hemû mêr mafyatîk in. hemû temaşevanên wan ên jidil xwe li şûna qehremanên van rêzefîlman xeyal dikin. jbk di jiyana rastiyê de tu carî -bi temamî- nikarin bibin xwedî van tiştan. êêh, propagandaya çanda tirkî jî dikin.

hemû senaryoyên van rêzefîlman kopyeyên hev in lê dîsa jî tên girtin û hezkirin.
ekmek teknesi ne ji van rêzefîlmên tên îxraçkirin lê hevalên min ên esperantîst ên ku dixwazin tirkî fêr bibin, ji wan re pêşniyaz dikim. tirkiya vê rêzefîlmê îro li rêzefîlman nayê peyivîn lê xweş û baş e û ji sedî sed tirkiya stenbolê ye.



20.09.2021 14:42 | biruya hayao miyazaki

15. Rêzefilmên ku axlebê wan exlaqê civakê xira dike ye. An jî jixwe xirab e ji ber vê tên hez kirin û sêr kirin. Ji dêlva wan dîwara sêr bikin çêtir e.



21.09.2021 20:13 | xwelî li ser

16. rêzefilmê bi navê çukur ê ku kurdên bakur jî pir lê temaşe dikirin, kitêba vî rêzefilmî li başûrê kurdistanê bi wergera soranî hatiye çapkirin. Here lînkê

(bnr: turkification)



09.07.2022 03:29 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzefilmên kurdî
» tirkî çiqasî tirkî ye?

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî