Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kurdên rojhilatê - tirşik
kurdên rojhilatê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 30 sale bêdengin lê ez li nav wan potansiyêlek mezin dibînim ji bo serhildan tenê firsetek lazime



23.01.2018 01:00 | mindal

2. Ez bi hevalekî urmîyeyî axifîyam. min jê re digot xelkê me êdî tenê ne li derveyî, li hundirê xanîyê xwe de jî tirkî diaxifin. min rewşa wan pirsî, camêr got: Em derveyî de jî cihê karê xwe de jî Kurdî diaxifin. Soran jî fêrî kurmancî dibin zimanê hevpar farsî nîne kurmancî ye.



02.12.2019 14:08 ~14:11 | kajav

3. bi qasî zanim di nav wan da hejmara kurdîaxêvan ne kêm in.



02.12.2019 15:40 | kurê xelkê

4. Hevalekî min ê zanîngehê hebû. A rastî zankoyên me ji hev cuda bû lê em di heman yurdê de diman. Hevalên xwe yên yurdê bûn.

Cara pêşî ku em nasî hev kirin min jimareya xwe ya destelê da wî helbet jimareya xwe bi zimanê xwe ango bi kurdî da wî. Xweşiya wî çû. Ne go ez kêfxweş bûm. Lê ji rû û mehdê wî xuya bû ku kêfa wî hatiye.

Yekî mehabadî bû. Soran bû. Bi min re kurmancî diaxivî. Çendîn car em rastî li hev dihatin bi min re kurdî dipeyivî.

Rojekî wekî rojên din yên ku em rastî hev dihatin li berbankê yurdê disa hatin rastî hev. Nêzî panzdeh xulek kurmancî diaxivîn.

Gava dawiya peyiftina me hat got kurdiya te gelek baş e. Bi dengekî rexnegirî û bi şêweyekî nerazîbûyî got li hevalan dinêrim di nav xwe de jî kurdî napeyivin an jî nikarin biaxivin. Min jî bersivand got bi rastî tu soran î lê ji min baştir dikarî kurmancî biaxivî. Keniya.

Û pê re em ji hev xatir xwestin û çûn menzelên xwe.

Mijara zimanê di serî de di her mijarê de ji kurdên bakur pêşketîtir in. Stran, helbest, cil û berg, dîrokzanî, dîlan û govend, zanyarî ... .

Cihê daxê ye ku ji aliyê çand û zimanê ve rewşa kurdên bakur wêran e. Parastina çand û ziman aliyekî helandina çand û ziman bi xwe dihê sepandin. Mantalîteyeke çawa ye çawa bi rê ve diçe û çilo tê sepandin mêjiyê min nagihê lê xuyaye ev çêdibe. Ku destê kîjan mirovê tê di hemû platform û dorhêlê de tenê hevokekê jî bê ev mijar wek erkekî biênê rojevê. Divê jiyana aktuel yên me wilo be. Ku em zimanê xwe jibîr jî kiribin ev agirê armanca me divê venemirê.

Mirov her gav nagihin maf û mebesta xwe. Lê gava mirov dev ji mafê xwe diberdin û bêmebest dijîn ji mirovatiyê derdikevin. Asta wan ji asta heyvanan jî kêmtir dibin. Çimkî li hemû ajalan armancek heye.



02.12.2019 22:55 | bilbilê dilkul

5. Wek kurdên bakûr serê wan bi ezeriyan re belayê de ye.Kurdên rojhilatê bi Ezeriyên bê welat yên îranê re cîran in.



10.06.2020 21:39 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên belucîstana pakîstanê

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî