Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
gerdûna alien'an - tirşik
gerdûna alien'an
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gerdûnek ferazî ku bi yekemîn fîlma alienan, di sala 1979ê de hat afirandin. heta niha di gelek fîlm hatin kişandin ku tê zanîn li vê gerdûnê derbas dibin. lê serê mirov hinekî gêj dibe ji ber ku wexta bûyeran, her tim ne zelal e.
ji xeynî fîlmên li jêr hatine vegotin, tê gotin ku fîlmên blade runner jî di vê gerdûnê de derbas dibin. lê ne zelal e û min li ser vê zêde lêkolîn nekiriye. her wiha gelek lîstikên komputerê fîlan jî hene. heta fîlmek bi navê batman: dead end heye ku tê de him batman him predator him jî alien hene fîlan. lê em niha dev ji van tiştan berdin û behsa fîlmên bingehîn bikin.

kronolojîya bûyeran û ya fîlman ji hev cûda ye û tevlîhev e. loma serê mirov gelek tevlîhev dibe. lê min hinek lêkolînê kir û di dawiyê de hinek tiştan zelal kir. ji we re jî kifş bikim:

li gorî sala kişandinê, rêza fîlman wisa ye;

[pêşîn vê bêjim ku ridley scott, fîlmên alien³, alien: resurrection, avp: alien vs. predator û avpr: aliens vs predator - requiem wek parçeyek gerdûna xwe, nahesibîne. fîlmên alien³ û alien: resurrection dîsa heta derekê dikarin werin qebûlkirin lê yên bi predatoran re, bi rastî jî beredayî ne û hemû senaryoyê xera dikin.]

1. (bnr: alien) (1979)
2. (bnr: aliens) (1986)
3. (bnr: alien³) (1992)
4. (bnr: alien: resurrection) (1997)
5- (bnr: avp: alien vs. predator) (2004)
6. (bnr: avpr: aliens vs predator - requiem) (2007)
8- (bnr: prometheus) (2012)
9- (bnr: alien: covenant) (2017)

lê ger em li gorî qewimîna bûyeran rêz bikin, çîrok hêsantir tê fêhmkirin (ji vir pê ve her tişt spoiler in, loma piştî temaşekirina fîlman, bixwînin):

-- beriya milyonan salan endezyarek -engineer, afirînerên mirovan?- tê dinyayê û li vir xwe dibexşîne û bi vî awayî li dinyayê jiyanê dide destpêkirin.-- (sahneya ewil ya fîlma prometeus)

1) ji fîlma prometeus-2012:
di sala 2094an de, li dinyayê hinek zanyar kifş dikin li gelek deverên dinyayê, di şikeftan de nivîsên berîya deh-hezaran salan heman tişt hatine nexşkirin. ji ber ku wê demê haya mirovan ji hev tunebû û dîroka van nexşan jî bi hezaran sal ji hev dûr in, gumanê jê dixwin. paşê fêhm dikin ku ev nexş/grafîk, gerstêrkekê (LV-223) nîşan didin. kordînatên vê gerstêrkê tên tespîtkirin.
peter weyland, zanyarek gelek dewlemen de. androîdê bi navê david ji aliyê wî ve hatiye afirandin. david nemir e lê ew bixwe wê bimire. ji ver vê yekê gelek xemgîn e. armanca wî ew e ku xwe bigihîne afirînerê xwe û ji wî daxwaz bike ku wî jî bikin nemir. jixwe ev hemû keşfên ku me li jor behsêkirin, ji aliyê zanyarên wî ve tên kirin. welhasil, Peter Weyland bi keştiyeke tije zanyaran, diçe vê gerstêrkê.
li wir dikevin şikeftekî. li wir cesedên aferîdeyekî di teşeya mirovan de, dibînin. xuya ye hemû mirine, lê çima. paşê, hejmarekî zêde tûpên li erdê de çikandî, dibînin ku tê de avek reş heye. li wir tê dîtin ku di nav axê de 2 heb kurm dilivin. lê lehengên fîlmê, vê nabînin.
sînyalên bahozekê digihin wan, divê vegerin keştiyê. lê 2 heb ji wan nikarin û wê şevê li wir dimînin. dema vedigerin cihê wan tûpan, rastî 2 ajalên mîna maran tên (gelo ew kurm, ji ber wê ava reş ketin vî halî? û gelo endezyar ji ber vê yekê mirin?). ji aliyê van maran ve tên kuştin. ceseda yekê, berî ki bimire, tînin nav keştiy xwe.
roja ewil, davidê androîd, kifş dike ku yek ji endezyaran sax e. roja dîtir, diçe weylandê patronê xwe jî şiyar dike û wî tîne vir. diçin navenda kontrolê ya keştiyê (ev şikeft di eslê xwe de keştiyek e) û li wir, ew endezyarê sax, şiyar dikin. lê dema şiyar dibe, ji wan aciz dibe, serê david jê vedike û êrîşî yên din dike. weyland û zilamên wî dikuje. li keştiya xwe siwar dibe da ku bireve.
di wê navberê de, profesor Elizabeth Shaw jî gazî li pîlotê keştiya xwe dike ku nehêle ew endezyar bi keştiya xwe bireve. ji ber ku wê here dinyayê û mirovan tune bike. pîlot jî wisa dike, xwe û keştiya xwe dike qurban û keştiya endezyar tîne xwarê. heta wê demê, keça weyland bi keştiyek biçûk, keştiya mezin terikandiye. Shaw jî xwe dispêre wir (hevalê wan yê aline ketî zikê wî, jî li vir e). endezyar tê vir da ku shawê bikuje. lê shaw, alienê serbest dihêle û endezyar dide kuştin.
shaw, bi ji david hîn dibe ku keştiyên din jî hene. diçe serî û bedena david berhev dike û li keştiyek din siwar dibe. da ku here gerstêrka endezyaran. an jî bi pirsan an jî bi bo tolhildanê.

2) ji alien: covenant/2017:
di sala 2104an de, yanî 10 sal piştî bûyera prometeusê, keştiyek li se riya gerstêrka bi navê Origae-6 e. di rê de ji ber qezayekê, muretebat, ji aliyê androîdê bi navê walter ve tên şiyarkirin. dema radibin dibînin ku hê 7 sal rêwitiya wan heye. di wê navberê de sînyalek dibihîsin. dema baş lê guhdar dikin, dişibînin stranekê. çavkaniya sînyalê tespît dikin û dibînin ku ji gerstêrkek nêzik ve tê. him jî ev gerstêrk, ji bo jiyanê gelek guncan e. biryar didin ku herin lê binêrin.
dema datînin ser gerstêrkê û dest bi kişfê dikin, rastî keştiyeke bîyanî dibin (keştiya endezyaran). lê piştî demek zû, 2 kes ji wan enfekte dibin û alien ji nav xwe derdixin. ev alien dibin sedema teqîne keştiya wan û li wir asê dimînin. dema ji aliyê gelek alien'an ve tên dorpêçkirin, kesek tê û wan xelas dike. ev kes, androîdê bi navê davîd e.
wan dibe navenda xwe. li wir jî rastî êrîşên alienan tên û dîsa çend kes dimirin. dûre dûre armanca david fêhm dikin. berpirsiyarê hemû tiştî david e. ev der gerstêrka endezyaran e. dema hatîn vir, david profesor shaw di rê de kuştiye û li ser wê ceribandinan kiriye û alienan afirandiye. paşê hatîye vî gerstêrkê û hemû niştecihên vî derî, kuştiye.
david xwe dixe rola walter û ew û daniels vedigerin keştiya xwe ya sereke. daniels dikeve xewê lê di saniyeya dawîn de fêhm dike ku ew androîd ne walter e lê david e.
david niha xwediyê vê keştiyê ye ku tê de bi qaşê 2000 mirov razayî ne. ger david neguhere, berê keştiyê li gerstêrka origae-6 e.

----
ji sala 2104an heta vê salê, çi qewimiye em hê nizanin. ji ber ku ji bo vê serdemê wê hê 2 an jî 3 fîlm werin kişandin.
----

3) sala 2122an e. ji fîlma alien/1979.
keştiyeke madenê, sînyala s.o.s disîne û diçin gerstêrka çavkaniya vê sînyalê (LV-426). li wir rastî keştiyek bîyanî tên û ku tê de cesedên endezyaran hene. hemû mirine û li derdorê hêkên alien'an hene. alienek ji hêkê derdikeve û rûyê yek ji wan ve vedide. wî tînin nav keştiyê da ku tedawî bikin. lê ji kontrolê derdikev û yek bi yek wan hemûyan dikuje. tenê ripley sax dimîne. û xwe dike nava amûrekê revê û dikeve xewa kûr. da ku di pêşerojê de, ji aliyê hinekan ve were dîtin.


4) sala 2183an e. ji fîlma aliens/1986.
keştiya ripley'ê piştî 57 salan tê dîtin. şiyar dibe û tiştên hatî serê wan qîse dike lê kes jê bawer nake û dibêjin ev çend sal in ku mirov li wê gerstêrkê(LV-426) dijîn û heta niha tiştek nehatiye serê wan. paşê dema têkilî bi wan mirovan re tê birîn, tirsek dikeve dilê wan. ji ripleyê dixwazin ku ew jî bi wan re were û herin wê derê kontrol bikin. lê tabî armanca wan cûda ye. ripley, ji bo tunekirina alienan, qebûl dike.
li wir dibînin ku alien'an êrîş birine ser mirovan û ew kuştine. li vir kralîçe jî tê dîtin. di dawîyê de tenê ripley, zilamek û keçikek jê difilitin. dikevin keştiya vegerê û dikevin xewa kûr.



5) sala 2184an e. ji fîlma alien³/1992.
dema ripley di fîlma aliens de, xwe, zilamek û keçikek rizgar kiribû û ketibû ser riya vegerê; mixabin di keştiyê de hêkek maye. dûre ji hêka xwe derdikeve. xwîna wî derdorê dihelîne û dibe sedema agirê. keştî loma dikeve gerstêrekî ku navê wê fiorina 161 e. zilam û keçik dimirin. tenê ripley sax dimîne. ev gerstêrk, girtîgehek e ku zilamên sûcdar li vir madenkariyê dikin. li vir tu çek jî tune loma. tê fêhmkirin ku alien jî bi wan re hatiye girtîgehê. yek bi yek wan dikuje.
di dawiyê de alien diavêjin nav hêsinê heliyayî. lê di dema keştiyê de, alien ripleyê enfekte kiriye da ku wê bike kralîçe. tam di wê navberê de tîma rizgarkirinê ya şîrketê, tên. ripley, armanca wan fêhm dike û loma naxwaze bikeve destê wan. xwe û alienê di zikê xwe de, davêje nav wê hêsinê heliyayî û dikuje.



6) sala 2434an e. ji fîlma alien: resurrection/1997.
200 sal piştî mirina ripleyê, zanyaran ji xwîna wê û alienê (ku di fîlma 3emîn de bi hev re miribûn) vedijînin û di zikê ripleyê de kralîçeyek diafirînin. êdî dna'ya ripley û alien'an tevlîhev bûye û ripley jî gelek taybetiyên alien'an nîşan dide. her wiha cûreyên dîtir jî diafirînin. armanca wan ew e ku wan kedî bikin û wan weke çekan bi kar bînin.
korsanên fezayê, ji wan re sûcdaran digirîn û tînin û pereyê xwe distînin. ew jî li ser bedenên wan, van armancên xwe pêk tînin. lê ev korsan meselê tevlîhev dikin û di keştiyê de problemên ewlehiyê derdikeve. di ser de jî, alien ji texmînên wan gelek zêdetir biaqil bûne.
di vê naberê de keştî hêdî hêdî ber bi dinyayê ve diçe. ji ber vê sedemê ripley, bi hêz û taybetiyên xwe yên nû dîsa dest datîne ser rewşê, bi hev re ji keştiyê direvin û alienên ku derketine ser riya wan, dikujin. lê keştiya sereke ber bi dinyayê ve diçe û li dinyayê dixe. teqînek gelek mezin çêdibe, îhtîmalek mezin tu alien an jî hêkên wan fîlan namînin.


li vir çîrok vê gavê xelas bûye. lê wê hê herî kêm 2 fîlm werin kişandin. wê ev fîlm di derbarê serdema di navbera alien: covenant û alien, de bin. navê yekemîn fîlma di rêzê de an wê alien covenant 2 an jî alien awakening be.

êdî dema fîlmek nû derket, em dikarin vê peyamê bixwînin û her tiştî dîsa bi bîr bînin û fîlma nû wisa temaşe bikin. yanî min vê nivîsê hinekî jî ji bo xwe nivîsand *



05.02.2018 19:56 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gerdûna alien'an

Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî