Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xwarina nexweşxaneyan - tirşik
xwarina nexweşxaneyan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarina ku her roj dixwim. lê tabî ya me û ya nexweşan ne wek hev e. ya me her roj goşt û birinc e, ûr û rovî ye fîlan.

henek e tabî, weke hemû saziyan, xwarina nexweşxaneyan jî nexweş e û kengî bixwim bi qasê saetekê ûrê min dinepixe.



02.03.2018 00:11 | simurg56

2. Di karmendiya dewletê de wa ketim sala şeşan. Ji bo karmendekî dewletê ji tiştên zehmet yek jê jî xwarina navrojê ye. Di saziyên mezin ên dewletê de xwarin ne Gengaz e ku baş be çimkî di hindek saziyan de du hezar kes dixebitin û ji bo du hezar kesan xwarin tê amadekirin. Ji ber wê yekê hemî xwarin berdîberdan tê çêkirin. Du sal li Stenbolê bûm, tirk nizanin xwarina çêkin yan ji tehma devê me cuda ye loma bi min xweş nayê xwarina wan. Du sal Hama bêje du an sê roj xwarin xweş bû. Wa çar sal in jî li Amedê me li vir jî di bijmêrî bîst sî roj xwarin xweş bû. Kengî min di nexweşxaneyê de xwarina xwe bixwara ji ber refluyê heta êvarî zikê min diêşiya loma du sal berê min got ez êdî naxwin. Ev tê du sal hene ku ez neçûne xwaringeha nexweşxaneyê. An diçim li derî çîyê ciger felan dixwim an jî diçin li malê dixwim.



24.11.2019 23:11 | ferhenga şikestî

3. xwarina li zaningeha akdenîzê gelekî baş bû. xwarina nexweşan û a bijîşkan û heta a mamosteyan (prof û ên din) wek hev bûn. herî kêm mehê carekê weke dîtina rewşê ji bijîşkan rewşa xwarinê dipirsîn ku bawer dikim ev tişt gelekî bitêsîr bû ku paqijîya xwarinê û rûn û xwêya wê kêm bû û xwarin sivik bûn.



24.11.2019 23:25 | berxweda

4. yên ku li zaningeha dîcle'yê kêr tu gûyî nabe. li qûsirê nenêrin lê dema min sernivîs dît gelek aciz bûm *
mirov gelek caran xwarina nîvro a li nexweşxaneya dîcleyê derdikeve dane ber sê, naxwe..

sedem jî berbiçav e. îhale didin yekî "yandaş" ew jî gûyê xwe weke firavîn dide, nexweş, hemşîre û bijişkan.



24.11.2019 23:29 | brusk56

5. Gelek caran nexweş tê çêkirin. Zêde ferq di nav xwarinên nexweşan û personelan tuneye. Li nobetan em gelek caran ji derve xwarin dixwazin êdî madê min ji xwarinên derve jî dixele. Heta bûye nikarim li malê jî bixwim. Birçî diherim birçî têm:(



25.11.2019 00:45 | biaqila malê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarina goştê bi hestî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî