Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 14 peyam
    quora - tirşik
    quora
    (1) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Malpera ku mirov ji hev pirsan dipirsin û kesên ku xwediye agahiyan (carnan jî pispor û profesoran) bersivên hêja didin. Zimamê malperê inglîzî ye.
    Here lînkê



    2018.04.09-21:27 ~21:27]| cûndûllah el-kurdî

    2. wekî yahoo answers e lê dema ku mirov di malperê de digere hişyarîyek derdikeve ku dixwaze em bibin endam an jî têkevinê. ev hişyarî jî mirovan ji malperê sar dike.



    2018.04.10-05:23 ~05:24]| sloujouc

    3. Heke tirşik.net aktîf bane, tirşik bersiv fikrekî baş bû, lê mixabin tirşik bikêrî xwe nayê, heta bikêrî vî karî werê. Lê ekşi cevap tam li gora ekşiyê ye. Heke çêbikin wê biser bikevê.



    2018.04.11-02:36 | gumgumok

    4. Malpereke ku mirov dikare wek blog hizir û zanyarîyên xwe li ser parve bike ye.Li ser Quora hûn dikarin blogên kesane jî vebikin ,lê zêdetirîn hin kom hene û li ser ango têkildarî wan koman dikarî nivîs, pirs parvebikî ango bibersivînî.

    Li gor dengên erênî ango nerênî mijara te digihîşe gelek kesan.Carna dibin endam nivîsek duduyan dinvîsim , bi rastî jî bersivan dişînim piştre demek dirêj nakevimê , dema ku dikevimê dibêje tu hatî asteng kirin ango me hesabê te qerimand.

    Nivîs ango bersivên te li aliyên kesên din ve tên gilî kirin , hejmara gilîyan pirr be , te asteng dikin ango nivîsa te jê dibin.

    Quora malperek e xwedî rêzikên hişk e bi rastî.

    Tiştek din jî ev e ku tirk li wir pirr tiştên nexweş dinvisînin derbarê kurdan de.

    (bnr: mijarên derbarên kurdan de li ser quora)



    2020.02.19-19:11 | brzn

    5. malperekî civakî ya alternatîfe. Mirov dikare li vir bibîne mirowên biyanî çawane, kîjan mijar ji bo wan balkeşe, rojeva ya wan çîye.
    Ji bo Kesên ku dixwazin îngîlîzî hîn bibin malperek başe.

    Wekî nivîskaran li jor nivîsandine; quora pir caran mirov acîz dike, gava li compiterê bikar tînî hertim tera dibêje sepanê bidaxîne, piştê sepanê didaxînî dibînî ku sepan ne başe û car caran pirsgirek derdikeve.

    tirk li wêderê jî propaganda û manîpulasyona xwe dikin. ew jî dilê mirov sar dike. ji xwe edî ji polîtîze bunê pir rat bume.



    2020.06.06-22:54 | lonw karda

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tiştên ku mirov aciz dikin [3]
    Gotina kurdekî ya bi vî şiklî: bila yek wan (bo tirkan dibêje) ji ya m...
    moderasyona tirşikê [3]
    Berê li ser profîla wan wek “moderator e” hişyarî dida Lê niha ev tişt...
    ted-ed kurdish [1]
    merhaba ez ê dîsa dest bi çêkirina binnivîsan ji bo vîdeoyên ted-ed ê ...
    kurdên femînîst [1]
    Tiştên vala dikin. Vala....
    berijahr [2]
    Nuştoxe û tirşikvaneka wayîrê îlm û îrfan a. Keynaya kurmancan a. Wayî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » quora

    Kategoriyên mijarê:: malper malper malper
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî