1. dersa ku hem ji ber fen û fûtên dewletê û hem ji ber xemsarî û sersarî û sistî û bêxîretî û tirs û newêrekiya kurdan bi qasê ku tê hêvîkirin nayê bijartin.. ji bo bê hilbijartin divê çi bê kirin polîtikayek çawa bê meşandin ez jî nizanim.. çendî pêngavek kêm û biçûk be jî ji bo hevnasîna zarokên kurd ya bi kurdiya nivîskî re gav û pêngavek gelekî girîng e.. divê her zarokê kurd yê diçe mektebê vê dersê hilbijêre eger neyê dayîn jî divê bê xwestin ji ber ev ders çi qas bê xwestin û telebkirin îradeya ji bo doz û daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî ya li mektebên kurdisanê jî wê ew çend qewî û qayîm be.. |
|
09.09.2013 01:08 |
endazer
|
2. serra 2012 de seba pola (sinifa) 5. ya mektebê mîyanênî heqê dersa weçinita dîya. kitabê dersa kurdkî ya 5. bi kurmancî û zazakî amade bi. Hetanî serra 8. do her serre qedeme bi qedeme no ders bidîyo. şertê dersî no yo ke her pole ra tewr tay 10 kes nê dersî biweçîno. |
|
09.09.2013 05:25 |
kurdane
|
3. li gorî nûçeyekî îsal 160 hezar xwendekaran ev ders hilbijartiye.. li gorî statîstÎkan hejamrek baş e.. lê li gorî realîteya kurdan û kurdistanê hejamrek gelekî kêm e.. herî kêm divê milyonek xwendekar vê dersê bixwazin û bistînin heta ku destê kurdan di doz û daxwazên wan ên derheqê zimanê perwerdehiyê de biçekî xweştir û rihettir bibe li ser maseyê bazarê li hemberî dewleta tirk.. |
|
09.09.2013 20:08 |
endazer
|
4. ne ji zarokên kurdan re, ji zarokên tirkan re ferz e. bê şik û bê guman zarokên kurdan re perwerdehiya bi ziman lazim êdi, di̇ hemû ders û astan de |
|
09.09.2013 20:14 |
seydayê_peyvan
|
5. dewlet vê dersê bi xêra xwe û dê û bavê xwe nade me. dersê maçî kin û deynin ser serê xwe. |
|
09.09.2013 20:21 |
înano lo
|
6. yek ji damezrînerê akpê û parlementerê berê yê nizanim kÎjan bajarî dengir mir mehmet firat li ser hesabê xwe yê facebookê gotiye par 20 hezar xwendekaran û îsal jî 160 hezar xwendekaran teleba dersa bijarte ya kurdî kiriye û gotiye ev hejmar gelekî kêm e û lê zêde gotiye heçiyê kurd be ji kîjan partî û îdeolojiyê be ferq nake divê ji bo zarokên xwe doza dersa bijarte a kurdî bike.. |
|
10.09.2013 00:24 |
endazer
|
7. ji bo kesên ku ne kurdin dersek pêwîste |
|
10.09.2013 02:14 |
firat
|
8. Ji bo zarokên kurdan ji ev ders gelek pêwist e. sedema wê jî hema her tiştek tiştek e,. Zarok xêra vê dersê hînî du sê peyvên kurdî jî bibin bes e. |
|
10.09.2013 20:19 |
cudî
|
9. saya vê dersê zarok wê êdî bikaribin bi hêsanî darî bernameyên televîzyonên kurdî bikin jê fêm bikin û nûçeyên êvarî yên kanalên kurdî bi ber guhê bavê xwe bixin.. tê bîra min -çi hevokek xweş û levhatî ye ev- berê di malê de bavê min li ser med tv û roj tvyê seyra nÛçeyên bi tirkî jî û nûçeyên bi kurdÎ jî dikir lê ji yekî jî fêm nedikir.. piştî ku nûçe diqediyan berê xwe bi min ve dikir û digot kurrê min ka ji min re bêje çi got behsa çi dikir an çi bûye, çi qewimiye.. ji ber ku zimanê di pêşkêşkirina nûçeyan de dihate bikar anîn û zimanê me di nav malê de bikar dianî yekqet ji hev nedigirt - ne ku ez rexneyan li vê yekê digirim ev tesbîtek e- û tu kesî jî mekteb û medresa vî zimanî nexwendibû.. axirê heta min nÛçeyên êvarî bi serê bavê xwe dixist malik li min diçû mîratê û nîvê ruhê min diçû.. lê êdî nifşên çendî hefteyê du seetan be jî wê bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bibin û ya ji wê jî wêdetir bi hînbûnên xwe yên wê bêtir bikaribin xwe îfade bikin û wê bêtir bikaribin ji çapemeniya kurdî fêm bikin û agahdar bibin.. ji ber hindê wek min berê jî gotiye divê her kurdek eger tu eleqeya wî/wê bi kurdîtiyê re nemabe jî bi ser navê zarokên xwe doz û daxwaza vê dersê ji mekteban bike.. |
|
10.09.2013 21:45 |
endazer
|
10. tiştên ku dewleta tirk ji bo kurda bifikirê jê çiqas xer beyê .... |
|
11.09.2013 20:45 |
newenda
|
11. dersa ku qasî tê bîra min partiyê (pkk an jî hdp baş nayê bîra min) vê dersê protesto kiribû ye. ji ber protestokirina wan malbata min nehiştin birayê min vê dersê hilbijêrin.. |
|
07.02.2015 23:54 |
berxweda
|
12. dersa ku tu carî 160 hezar kesî hilnebijartiye. sala çûyî 53 hezar kesî dersa zarava û zimanên zindî hilbijartine û îsal jî 85 hezar in. lê nehatiye eşkere kirin bê hejmara kurdî çiqwas e. |
|
08.02.2015 00:53 |
berxweda
|
13. Dersa teqez divê bê hilbijartin ji ber ku ev destpêk e. Da ku em bikarin a pêştir bikin divê em hemu şensan bi kar bînin û divê ev bê teşwîq kirin jî. |
|
08.02.2015 12:51 |
azadixwaz
|
14. ya ku ne çareseriyek e elbet lê mirov bikare çi qas zarokan ji asîmîlasyonê xelas bike ew qas baş e. her roj û her saet em tên asîmîle kirin lê di heftiyê de 2 saet be jî em bikarin vê yekê berevajî bikin baş e. |
|
08.02.2015 23:28 |
brusk56
|
15. Ji dersa zimanê kurdî ya bijartî, zarokên kurdan stranên kurdan distrên: |
|
08.02.2015 23:39 |
xendekî
|
16. Dersên li dibistanên dewletê ji xwendekarên pola 5,6,7 û 8 an re tê dayîn. Lê ji bo ku ev ders bête dayîn divê malbata xwendekar serî li rêveberiya dibistanê bide û dersên kurmancî/kirmanckî ji zarokên xwe re bixwaze. Ger hejmara kesên van dersan dixwazin bigihêje 10an, dibistan lazim e ji xwendekaran re polek saz bike û mamosteyek kurdî ji wan re peyde bike. Ji bo serdema duyemîn ya sala 2021-2022an, dema serlêdana van dersan 3 çile heya 21ê çileyê ye. |
|
16.01.2022 18:40 |
tîrêj zana 21
|
17. kurdiya medyaya civakî li meydanê ye. lewma divê hemû xwendekarên kurd serî lê de û hema nebû rastnivîsê hîn bibin. |
|
31.01.2022 18:12 |
biruya hayao miyazaki
|
18. Gavek gelekî girîng û hewce ji bo Kurdên Bakurî ye. Hêvî ji Xwedê rêya perwerdehîya serbixwe bi zimanê Kurdî veke. |
|
31.01.2022 23:40 |
pîroz
|
19. 20 hezar 265 xwendekar dersên kurdî bijartine. li gor vê atmosfera xerab pir baş e. Ev îstatîstika ku ez ji bersiva Wezareta Perwerdehiya turkî fêhm dikim, ev îstatîstik, hejmara xwendekarên ku di sala çûyî de berê xwe dane dersê ye. Yên ku îsal hilbijartine dê sala bê dersan bistînin. Vê hejmarê li cîhek binivîsin, dema ku hêjmara nû were ragihandin em ê berhevdanek xweştir bikin. #kurdîhilbijêre |
|
20.02.2022 21:40 ~22:24 |
ezcan
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |