Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 11 peyam
    ahlat ağacı - tirşik
    ahlat ağacı
    (2) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. fîlma nuri bilge ceylan ya nû ye. fîlm îsal dê li cannes film festival ê be û hêvî zêde ne ku carek dî (bnr: nbc) xelata mezin bistîne.

    wêne û posterên fîlmê gelek xweşik in û dişibin tabloyan. Du sê heb:




    2018.04.30-01:42 ~22:12]| wiha wilo wisa

    2. Min fîlm seyr kir. Ez pêşniyar nakim. Heta hûn wê seyr dikin herin fîlmeke biyanî an jî fîlmeke yılmaz güney temaşe bikin wê baştir be.



    2019.04.30-23:21 | bûtîmar

    3. Fîlmeke têr û tije bû. Kesên ku vê fîlmê pêşniyaz nakin ez dibêjim qey tiştekî jê fêm nekirine
    Hama bêje her dîyalogeke fîlmê di tehma felsefeya jiyanê de bû, tespîtên pirr tekûz hebûn. Dema min temaşe dikir min digot qey nuri bilge ceylan yek jê baştirîn nivîskarê dinyayê ye û wa ez jî kitêba wî dixwînim.
    Ez naxwazim Spoiler bidim loma nakevim hûrgilîyên fîlmê lê ez tenê vê bêjim. Di dawiya fîlmê de sinan ji leşkerîyê vedigere. Lê dinêre ku tu kes kitêba wî nekirîye û nexwendiye hetta dê û xwişka wî jî nexwendiye. Dûra diçe gund li nik bavê xwe. Bavê wî yê ku tu car sinan jê ne razî bû. Lê dinêre bi tenê bavê wî kitêba wî xwendiye, hem jî xitim kiriye. Sinan fêm dike ku bê ka çima bavê wî ji civatê cuda bû. Sinan di dawiyê de têdigije rewsa bavê xwe û dihere bîrê dikole. Neyse naxwazim pirr behs bikim hûn temaşe bikin
    Gelek li rewşa min jî dihat belki li rewşa her kesî dê were. Ezber û edetên Civata ku em têde ne, ne tercîhê me bû, eger em ji sînorên rêbazên vê civatê derkevin em dibin "biyanî" û civat bi çavekî dînan li me dinêrin. Sinan jî bavê wî jî ji civata xwe ya genî eciz in lê sinan cara ewil rewşa bavê xwe fêm nake, bêtir Asî ye û ew ji xemsariya bavê xwe jî eciz e lê kelîya dawî em fêm dikin ku sinan jî ne kêmî bavê xwe ye



    2020.04.16-15:02 ~21:36]| ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê [1]
    Dîsa silav nivîskarên ezîz. Peyama min du reşşik standine nizanim çima...
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê [4]
    civîna tirşikvanan e ku li ser twitter space bê pêkanîn. em dikar...
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê [1]
    Fikrek baş e. Heke pêk bê ez ê bi kêfxweşî tevlî civînê bibim. Him rek...
    tav û sî [1]
    Qenala ku pêşkêşvana wê bala hinek tirşikvana kişandiye. Haya min ji...
    dersa îngilîzî bo nivîskarên tirşikê [1]
    fikreke baş e. lidarxistina wê li ser peyaman dimeşe....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ahlat

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî