Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qewî - tirşik
qewî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xurt, bihêz, hêzdar, xweragirhoker, gelek, pirr, zêde, zehf, lap

ji wêjeyê mînak:

îro werin lêzim werin
cîran û xelkê hêşetê
hûn rayekê li min bikin
îro qewî girya me tê

îro qewî j'mi tê girîn
sosin li mêrgan xeyirîn
sed heyfa lêvê şekirîn
êdî venaxun şerbetê
...

(bnr: feqiyê teyran)
(bnr: îro qewî girya me tê)



01.05.2018 10:50 | bûtîmar

2. her wiha tê wateya "qederek, gelekî, têra xwe, tibabek".
ji ferhenga tirşikê: Here lînkê, Here lînkê

ji wêjeyê çend mînak (ku yek ji wan ji ehmedê xanî ye);

"Seydayê E. Xanî di şiîreke xwe de nemirên beriya xwe bi nav dike û weha dibêje
"Min da ilama kelamî mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bi nav e riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi edeb bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesed e bazar
Nîn in ji qimaş re xerîdar'
[hêz û bedewiya pênûsê - Mehmet UZUN]


Ew qewî zengîn bû û kurrê xwe yê yekane kir mîrasgirê xwe lê pê re biryar da ku ger kurrê wî bêûcax wefat bike, bila Monna Giovanna, ya ku wî pirr jê hez dikir, bibe wergira malê kurrikî"
[30 Çîroken bijare - Husein MUHAMMED]

"Hem reng û hem jî dirûv nedîtî bedew bûn û herwa di cilên ew didirûn de ev taybetmendiya seyr û sosret heye: ew mirov, yê ku nikare erk û wezîfeyên xwe bi cî bîne yan jî qewî bêaqil e, wan cilan qet nabîne"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]



ji xeynî vê wateyê heçko wateyeke din jî heye.
weke mînak hevokên wisa tên bîra min:

- qewî tu nayê cem me. xêr e dilê te maye?

ya rast ev jî dişibe wateya "ev demek dirêj e, tibabek e û hwd."



01.05.2018 22:30 ~22:31 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qewîtî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv jiyan zimanpeyv jiyan zimanpeyv jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî