1. kovara li ser pirtûkê ya kurdî ya ewil e. ji hêla koma xwendinê ya qezê ve tê derêxistin. edîtorê wê umran aran e; desteya wê ya weşanê bajar mîrzeman, burhan tek, xelîl semed û vecdi demir e; redaksiyona wê jî ji hêla burhan tek û xelîl semed ve tê kirin; sêwirandin û mîzanpaj jî sadil hangul û juji tasarimê çêkiriye. wê sê meha carekê derkeve. Here lînkê |
|
08.05.2018 00:16 |
xendekî
|
2. Kovara ku li ser twîtirê qanpanyaya rt kirina twîtên xwe dest pê kirî |
|
12.05.2018 23:33 |
elîşêr
|
3. Serkeftin ji wan re. Anha min jî ji pirtukakurdî xwest. Pirr meraq dikim naverokê kovarê. |
|
13.05.2018 13:46 |
apê mihyedîn
|
4. kovara ku reklamê wê li ser instagramê baş tê kirin. Xwedê zane çend hes kene ku qet kovar nexwendibin jî; ji bo ku di çîroka hesabê kovara kund de derkevin di dest de kovar foto dikşînin. wilo nekin kurdno, kundno, eyb e ha! |
|
21.05.2018 23:12 |
gulêê
|
5. Tiştê ku wextek kovara bar kir ev jî dikin. kovara bar/101199 |
|
22.05.2018 03:44 |
tizbîkêş
|
6. kovara ku ez edîtor/derhênerê wê bibînim ezê pîroz bikim ji bo nav dayîn a kovarê,gelek fikiriye gelo (welleh bê henek) an ji çi fikiriye??? |
|
01.08.2018 18:26 |
qijakê gêj
|
7. Gelo çima wexta du-sê heb Kurmanç li hev dicivîn û kovarekê derdixin illem dosyeya Berken Bereh çêdikin? |
|
11.08.2018 13:07 |
bijîmillah
|
8. li ser twiterê gelek reklamên wê tê kirin. îro min li mephistoya kadikoyê çav lê gerand lê ne dît. qismet. (berga wan ên ku min li înternetê dîtiye, gelek amator xuya dike. lê dixwazim bikirim û bixwînim, ka hela naveroka wê çawa ye...) |
|
12.08.2018 00:06 |
biruya hayao miyazaki
|
9. Kovara pirtûk, hûner û çandê ye. Heta niha 4 heb hejmara kovarê çap bû. Di hejmara yekem de dosye li ser Bextiyar Elî, di ya duyem de Berken Bereh, di ya sêyem de Ferhad Pirbal, di ya çaremîn de dosye li ser Celadet Elî Bedirxan hatîye amadekirin. |
|
29.03.2019 00:31 |
hesinkar
|
10. Bi rastî ez rêzek bê hempa ji celadet elî bedirxanre digrim ji bo wî ezê kovarê bistînim û bi vî rewşê ezê kovara kund jî bixûnim.Min ewilda bihîstî bû lê tu car waxt nedît , waxt hebû lê min xwe dixapand:( |
|
29.03.2019 00:34 |
brzn
|
11. Mîzanpaja hejmara dawî kê çêkirîye nizanim lê bi min ne serkeftî bû. Hin nivîs hûrik hin nivîs girs bûn standardeka wê tune bû. |
|
29.03.2019 11:59 |
henûn
|
12. Min hejmara yekemin û dûyemin xwand. Tiştekî bala min bikşîne zêde tê de tinne bû. Grafîk li erdê ye. |
|
29.03.2019 13:08 |
azîzko
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |