Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
bi rastî ez çima narim iraqê an îranê? - tirşik
bi rastî ez çima narim iraqê an îranê?
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirseka ku dibe ku kurdên bakurî ji xwe bipirsin. ji bo jiyîn/mayîn nebe jî, bi serî da, ji bo dîtinê. berî her tiştî, ji bo dîtinê. naskirin, jê hay bûn, bêhn kirin, tam kirin, ...

ez jî îro, carekî din ji xwe dipirsim. bi rastî, ez çima naçim?



12.05.2018 22:29 ~2019.12.19 23:35 | mirovekirind

2. Ji bo çûyînê derfet dest bikeve çima neçim? Serîde ji bo çûyînê aboriyek baş bê destxistin. Wext, heval, zanebûn...



12.05.2018 23:25 | elîşêr

3. Bi min sedema herî sereke ew e ku zêdepariya Kurdên bakurê di bin bandora hişmendiya Tirkan de mane û mirovên/civata rojhilatê û başûrê ji xwe biçûktir dibînin. Heke pere û derfet hebin dixwazin xwe bavêjin li bajarekî Europayê û bi parvekirina çend wêneyan ve forsa xwe bavêjin. Lê Rojhilat an jî başûr bona wan ew qasî ne girîng e, bi çûyîna van deran ve nikarin forsê bikin. lê helbet dibe ku gelek sedemên din jî hebin. Bo nimûne;
1- welatên di bin kontrol û hişmendîya îslamî de bona jinan ne ewle nin. Hevalên jin nikarin bi asayî biçin li îranê û li hotelekî de bimînin an jî bi tena serê xwe bigerin.
2- li van deran derfetên ku meriv wekî bajarên europayê hostel/hotelên cihê cihê û erzan bibîne tune.
3- çanda (bnr: couchsurfing) ê li van deran zêde belav nebûye, meriv nikare bi asayî ji xwe re cihê mayînê bibîne.
Lê bi aliyekî din ve jî gelek avantajên van deran heye. Bo nimûne
1-Heke kurdekî rojhilatê te bike mêvanê xwe, ne bi wekî europayîyan te bi tena serê xwe dihêle. Bi xwarin û xwarinê ve bigire heya gerrîne her tiştî bona te dike, jixwe bona wan "couchsurfing" tê wateya mêvandarîyê. Eh ne hewceye ez pesne mêvanperwerîya kurdan bikim ne wisa?
2-Rojhilat pir erzan e, meriv dikarê nîvê nîvê pereyê ku bes pê diçe welatekî europayê li rojhilatê têra dilê xwe bigere.
belê derheqa başûrê de zêde nizanim lê heke miyaser bibe ez ê çend mehan şûnda herim li başûr û wê çaxê dikarim dîsa binvîsim.



13.05.2018 00:27 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima nav tirsik.net?

Kategoriyên mijarê:: cihuwar jiyan cand cihuwar jiyan cand cihuwar jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî