Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


55 mijar û 103 peyam
kesên ku dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin - tirşik
kesên ku dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin
(3) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. Ez rastê hinek kesan hatime ku ewana kurd in, dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin, yanî ji wan re nabêjin dayê, bavo. Mînak Dibêjin "Elî" "Fatme" "azo" "kewê" filan û bêvan...

Gelek sal in ku di nav tirkan de jî mam lê min tenê qismeke Kurdan de min ev tişt dît.

Yanî nizanim ev tişt di irf û edetên kurdan de heye yan jî yên ku ez dîtim tev merivên usa bûn, axirî nizanim.



2018.06.16-00:28 | mîr

2. çandeke wisa di nav hine Kurdan de heye.
min jî bi çavên serê xwe va dîtîye



2018.06.16-10:37 | bûtîmar

3. Dibe ku hin kes hebin.
Lê heya îro min carekê jî tiştekî wisa nekiriye.
Di nav Kurdan de bawerim ne tiştekî berbelav e



2021.04.23-04:05 | merwano

4. Gelemperî kesên yekane zarok in. Yanê li malê yek zarok û bi bavê xwe re samîmî bi navê bavê xwe gazî dikin. Çend cara min jî vê tiştê dîte û bala min jî kişand. Lê wekî ku hatiye gotin ev yek ne berbelav e. Tenê di hin malbata de heye.



2021.04.23-04:10 | tîrêj zana 21

5. Ez jî kêm caran dibim yek ji wan kesan lê ne ko zaroka yekî tenê me yan jî gelekî delalî me. Carnan gava ez ji dîya xwe diqeherim bi navê wê gazî lê dikim.



2021.04.23-04:55 | pîroz

6. Wala heyra me zarokên wilo vedîtina!

(bnr: gotinên dayikan)



2021.04.23-18:05 | xwelî li ser

7. Keça Apê min. Tê bîra min wexta ez zarok bûm diçûm mala apê xwe. Îja dotmama min bi navê jinapa min gazî wê dikir. Ji ber ku di mala me de tiştekî werê tunebû ez ecêbmayî dimam.



2021.04.23-23:20 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
cihên dîrokî yên ku tirşikvan dixwazin herin bigerin [3]
(bnr: ne riha ye)...
geosmîn [1]
navê avêtiyên ku ji aliyê hin bakterî û kûmikan ve derdikevê holê ye. ...
karê herî nexweş yê dinyayê [3]
(bnr: eşêf)...
xwarinên cejnê [1]
birinc+ fasolî+goştê sewêl+ xweşav....ma ne bes e *...
xwarinên cejnê [2]
kêfxweş im ku piştî 7 sal 6 meh û 27 rojan dîsa hatim bin vê sernavê*...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku piştgiriyê didin terorê bila ji welatîtiyê were derxistin
» dêra mor evgîn
» xwekujî ya mêrekî li nisêbîn ê
» navenda çandê ya mîtanî
» wan dicemide
» gazîkirina balyozê amerîkayê ya ji aliyê tirkiyê ve

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî