Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 14 peyam
    léon: the professional - tirşik

    rêhevaltiya kujerek kirêkirî û keçikek biçûk. têkiliyek cûda û sempatîk....
    (6 şîrove)
    léon: the professional

    Navê mijarê ya ewil ev bû:leon
    (0) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. yek ji filmên luc bessonê ye.

    merivê me leon dibêje: no women no kids (jin û zarok bihêlin) û bi vî gotinê, stanê dilxerab bawer dike ku dê tiştek xirab biqewime. û stan, dev ji kuştina qîzikê ber dide.



    2018.07.26-18:44 ~20:54]| mirovekirind

    2. Mathilda: ez aşiqê te bûm Leon. Ev yekem evîndarî ye ez dijîm.
    Leon: ku ev yekem be tu çawa zanî tu evîndar î ?
    Mathilda: ez hest dikim.
    Leon: li ku ?
    Mathilda: di nav madeyê xwe de. Germeke gewre ye. Hertim girêkek di nav de hebû lê niha tineye.

    (bnr: leon the professional)



    2018.07.26-21:16 | xelîl

    3. sibyancîyê heram!



    2018.07.27-20:39 | xwelî li ser

    4. navê lehengê vê filmê ye jî. leon, mêrkujekî îtalî ye. yavuz turgul kesayet cil û şêwaz û hinek tiştên din ên baranê ji leonê girtiye/dizîye.

    bo filman (bnr: eşkıya vs leon)

    bo lehengan (bnr: baran vs leon)



    2018.11.09-16:36 | mirovekirind

    5. hişyarî derbarê fîlm de belkî piçek spoiler hebe!
    ji hêla lîstikvanî Û SÎNEMATOGRAFÎ VE filmek bêqisûr e. bi taybetî natalie portman performansek zêde serkeftî lidarxistye. herwiha jean nero bi kuştina polîsan seheta xwe gelek xweş kirye. bi sehneya beethoven gary oldman jî mala bavê xwe mîrat kirye. (bûye sebeb mirov sempatî bide polîsek xwînmij)

    li hêlekê kujerek profesyonel, tenê dijî: li hêla dî keçek 12-13 salî ji bilî brayê xwey biçûk û xeyalên xwe tiştek nîne. piştî malbata wê ji alî polîsan ve tê qetil kirin tu kesek xwe namîne. neçar xwe dispêre leon. taybetmendîyek hevpar a herdûyan heye ku ji bilî bûnewerîya xwe tiştek wan tune ye. mirov mecbûrê mirov e. ev mevbûrî piranî xwe di şeklê xoşewîstî û hevaltî de bide der jî ev rastîyê ji hemî milan ve îfade nake, an jî ev her dû cûre jî ne statîk û yek wate ye. gelek cure, wate û şêweyên hezkirinê, hevaltîyê hene. bi gotinek hîn rastir şeklê hezkirinê nîne, ew av e, dikare di her rewşê de cih bigre. ne tenê bi fehmkorîya fruedyen, li gor distûrên civaka heteroseksuel jî hezkirin wê baş neyê nirxandin. helbet ev tercîhek e, lê divê neyê ji bîr kirin tişta tê xwendin an seyr kirin ji fehmkirina me zêdetir e. tişta min ji fîlm fehm kirî derhêner rê li ber te vekirye tu fîlm bi çar gotinan bêqîmet bikî, lê dema mirov bala xwe dide ew bizava ji bo wê şênkatîyê dikin, çawan qîmet didin jiyanê, çawan hev dû av didin, tav didin hev hingê fîlm hezkirinek pak bexşî mirov dike. despêka hezkirinê "ez" be jî, ev ne qaydeyek e ku her dê wisan be. ma tiştek heye mirov ji bo hezkirinê, ji bo wî/wê neke? fîlm bersiva vê pirsê dide.



    2020.03.02-23:10 | hespêsor

    6. Fîlmê ku gelek nîqaş li ser hene. Ji ber ku hinekî di warê pedofîlîyê de jî diçe. Heta hin sahne ji ber malbata keçikê qebul nekiriye jê birine. Gelekî tê ecibandin lê bi min pedofîlîyê romantîze dike.



    2020.05.27-16:10 | gêjê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê [4]
    civîna tirşikvanan e ku li ser twitter space bê pêkanîn. em dikar...
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê [1]
    Fikrek baş e. Heke pêk bê ez ê bi kêfxweşî tevlî civînê bibim. Him rek...
    tav û sî [1]
    Qenala ku pêşkêşvana wê bala hinek tirşikvana kişandiye. Haya min ji...
    dersa îngilîzî bo nivîskarên tirşikê [1]
    fikreke baş e. lidarxistina wê li ser peyaman dimeşe....
    hincetên bo rojî negirtinê [1]
    Mîgrena min heye *...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » léon: the professional
    » the terminator genisys

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî