Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yekem kampinga tirşikvana li nemrûdê - tirşik
yekem kampinga tirşikvana li nemrûdê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji ber ku biçûkê wa ez bûm karê mijarvekirinê dane min. *
azadîxwaz berxweda û xendekî ez û hevalek dîn ve pêk hat. Ji ber ku berxweda berî rojekî erebeya xwe êşandibû me erebe ne da dest wî. Şifêrê me azadîxwaz bû. Hatin batmanê xendek gote şewk û şewk masî û masî me çû jê re şewkek kirî. Pişt re me berê xwe da tetwanê. Pêşî em çûn bitlîsê me qaşoparêvek xwar (parêv ya sêrtî ya ye!). Di rê de carekî azad nemabû erebe biqelibanda. Cî de me xwe bi emniyet kemerî pêça me go de ti çipkê bike. * Werhasil em gihan kratera nemrûdê. Em hinek gerîyan du gol yek mezin yek biçûk bû. Şikeftek hebû yek germ yek cemidî bû. Em li ber ya cemidî rûniştin û me şikeftîng kir li wir. * û hinek nîqaşên etmîlojîk jî...
Paşî me konê xwe li ber gola biçûk danî. Masîgiro çû tora xwe avêt û hat. Xwarin vexwarin filan. Heyv derket her der rehnî bû. Pir sar bû ez bi xwe qufilîm. Paşî me li ber agir civat girêda. Me govend girêda. Govendîng. *
Sibê jî Taştê filan û bêvan. Masîgir çû destvala hat. Em hinek topê leyistin min asîstek kir. Û em çûn malka xwe.
Ê mayî jî bila ew bêjin ez betilîm *



29.07.2018 18:49 | xwelî li ser

2. cara ewil ez çibûm ev jî îsbata min e (2015.02.02)→nemrûd/58283 gerek e navê mijarê bibe duyem kampinga tirşikvana li nemrûdê ;)



29.07.2018 19:24 | mîr

3. ew civîn e ku şevekê li kalderaya Nemrûdê pêk hatî.

berîya civînê hefteyekê ez çûbûm wir, em bi ekîbekê rê nîv seetekê li kraterê geriyabûn. paşî berxweda go em herin neçin, me go heke hinek din jî werin em dikarin herin wir şevekê li wir kampînga tirşikê ya yekem çêkin. û herdu qeşeng an xwelî li ser û azadîxwaz jî xeber dan û go em ê jî werin me biryar da ku sibeha 28ê tîrmehê bi rê kevin. berxweda şevek berîya wê hat Amedê, li ji ber ku qezayek piçûk kir, ereba wî çû sanayîyê, ez û berxweda em gihan hev,me xwarinek xwar û azadîxwaz jî hat, ereba berxweda ji destê me derket lê ereba azadîxwaz kete dewrê û ber destê sibê re ez, azadîxwaz, berxweda û mistefa (hevalê mi bû) em ji Amedê bi rê ketin; em li Êlihê sekinîn, xwelî li ser hat û me kêmasîyên din jî li wir standin û me berê xwe da Bilîsê, li wir me buryanek nexweş xwar û me bi komî biryar da ku buryana Sêrtê xweştir e.

ji xwe hinek kitekitên kampîngê li jor hatine nivîsîn. ez hinekî behsa tiştên dîtir bikim.

kalderaya Nemrûdê weke hêlînekê ye, li ser hemû çiyayî. nava wê de du sê gol hene, du heb gelek mezin in. heta yek jê ji ber ku ji binê erdê hewa germ tê ava wê sarogermo ye. ji ber ku çiya bilind e, hewa wê hewa zozana ye; mirov ji germa Amedê diçe Nemrûdê wek ku tu ji cehnemê herî cinetê; roj divê mirov hay ji xwe hebe ihtîmal e mirov ber tavê bişewite, şev jî divê mirov xwe baş bipêçe ji bo ku sermayê nekeve.

wê şevê heyv dema ji pişt çîyê derket dîmenek gelek xweş da me, stêrk dibiriqîn, asîman çîksayî, hewa hînik, em 5 kes, sê kon. li der û dorê jî hîn konên din. ez rabûm min kameraya xwe canon eos 100d çend wêneyên wê dîmenê kişand: Here lînkê

masî: di gola mezin de li qeraxa avê jî masîyên piçûk hebûn, li gor gotinê golê de masîyên 20 kêlo jî hene, lê herama reş be rastî me nehatin, şewka min vala derket. ji xwe min nexwest tiroviroyê bikar bînim, li derekî vê bimîne û mirov nikaribe derxe heta hetayê wê ew tor nava avê de masîya bikuje.

çaya mistefa: piştî şevê em rabûn, me taştê hazir kir, berxweda xwe ber çayê re kir, lê ji nav derneket, mistefa go hilê (rabe) ez ê 10 deqa de çêkim. 10 deqê me bûn 15 deqe, 15 deqê me bû 25 deqe, ew bû nîv seet. civata çayê seetekî di devê me de çû û hat, di pêşnîyazên navên ji bo tirşikvanîyê de ji bo mistefa, mistefayê çayçênekir derket pêş.

berxwenedana berxweda: nav me de yê zû ketî xwelî li ser bû, paşî mistefa çû raza, paşî xwelî li ser rabû; ez û azadîxwaz û berxweda jî ber agir me civatek kûr gerand. xwelî li ser dîsa raza. hingî diçû dinya sar dibû, me jî betanî li xwe pêça. xwelî li ser dîsa rabû. berxweda xwe dirêj kir, digo ez narazim, lê 10 deqek paşî xewve çû, me kir û nekir şîyar nebû, paşîyê me bi dehfa rakir me şand nav konê wî. xwelî li ser cardî rabû. lê di vê navberê me çiqa go: mistefa rabe, mistefa kurêm rabe dinya sar e, mistefa şev bû dereng de bes e were nav me; ne babo hîç deng jê nedihat. xwelî li ser dîsa raza * ez û azadîxwaz man, me jî heta derengê şevê bin wî asîmanê çîksayî seyra stêrkan kir, mijar hate giha em ji bo çi dijîn? hedonîzm û humanîzm û...

roja ewil, çûyîna cihê kampîngê:
Here lînkê

dema kampîngê:
Here lînkê

vegera kampîngê:
Here lînkê

asoxî kampeke zehf xweş bû, spas bo hemû hevala, mala wan ava. heke hevalên din bihesidin em dikarin kampîngeke mezinnnn organîze bikin, me wek aqincî/yekîneya pêşî bihesibînin *

[edît: serastkirina herfa]



31.07.2018 13:08 ~15:35 | xendekî

4. kampinga ez bi kelecan li bendê bum û me bi serkeftin bir serî (weke hevalên li jor behs kirî tu talokeyên qezayê nebu lê bi tenê hamleyeke bi lez pêk hat; heval pir tirsonek in looo).
ji xwe hevalan li jor bi kitekit behsa buyer, kirin û gotinên li kampê kirine lê ez dixwazim behsa naveroka kampê bikim.
armanca çuyîna kampê û kirina yekemîn kampînga tirşikê, nasîna xweza û deverên kurdistanê, hevgermbuna tirşikvanan û guftugokirina pirsgirêkên kurd û kurdistan û tirşikê bu. wextê em bên ser encaman jî;
xwezaya kurdistanê hêjayî dîtin û ya giringtir hêjayî jiyanê ye, parêva bilîsê hêjayî ceribandinê ye lê zêde xwe nedin zorê(bawerim li tirşikê zêde bilîsî tune ne), kalderaya nemrudê gelek xweş û xwezaya wê parastî ye (li dinyayê duyemîn kalderaya herî mezin a bi gol e). lê weke her derê tirkiyê li vir jî pirsgirêka çopê heye ku mirov çopên xwe li her derî dihêlin. ji ber ku tekera erebê de bizmarek derket û wextê me xwar me nekarî em li gola wanê de soberî bikî lê ew jî bila bibe mihaneya çuyîna careke din. ji riya nemrudê temaşekirina tetwanê jî kêfeke din li mirov zêde dike, wextê hun çun jê bê par nemînin.
ji bo hevgermbuna tirşikvanan me têra xwe ber-xwe-da. di rêde hevalên li paş xwe bi kemberekê girê dan ku baş germ bibin lê helbet em bi vê yekê têr nebun me sê caran çay çêkir û ji xeynî wê me agirê xwe venemirand ku germiya me têrê neke jî em ji agir fêde bibînin, ma ne ji xwe kurd zarokên agir in, loma me got germiya wê ya me ye. me bi govend-gerandinê hem govendê hînî hinek hevalan kir û hem jî pîleya germiya xwe bilindtir kir. heta derenga şevê me nêrî ku em têr li hev germ nebune me hewldana xwe domand. mistefayêçayvan hê zu çu razê, ji ber ku ne tirşikvan bu me guh nedayê. xweli li ser çu razê, lê hingî ku me bakirê carna şiyar dibu dihat û hinek din dîsa diçu (bawerim tirşika wî jî hinek tirş e loma, divê hinek din balîcan lê bê zêdekirin). werhasil min, xendekî û berxweda me li erdê cih çêkir, du betanî avêtin li ser xwe û me xwe dirêj kir. ji xwe dinya sar bu willehî em mecbur bun ku li hev germ bibin.
piştî ewqas germbunê me dest bi armanca sêyemin kir û me li ser kurd, kurdistan, siyaset, xweza, feza, felsefe, ol, ecinî û tirşikê bi kitekit guftugo kirin (dibe ku "kit"ek tenê giha be tirşikê). piştî guftugoyên dirêj em ne gihan tu encaman. weke her civînekê me biryar da ku ev civîn civîneke kêrhatî bu, divê teqez bihata dubare kirin û me gelekî sûd jê wergirtin.
weke din ji ber ku konên ciranê me zêde teşqelecî bun me biryar da ku kurd divê zêdetir hînî bêdengbunê bibin.



03.08.2018 01:43 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekem civcivînoka tirşikvanan ya li kuşadasi
» tirşikvana ku kişandina tînerê çawa ye rave kiriye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî