Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dilê rezîl - tirşik
dilê rezîl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dengbêjiyeke şakiro ye.
şakiro wisa xweş xwendiye wisa xweş xwendiye.. idî meriv xwe va diçe.





Wey Xwedê Rebbî ca rabe vê sivingê (sibê) ez ê çi bikim ji xwe ji vî dilî.
Hela bala xwe bidê vê sivingê malxirabo mi' dî Kewa Gozel ji xwe re sêl hilanî.
Ji mal derket bi ordama qazê vê sivingê dimeşiya di qulinga koçerê jêrîn de dimeşiya lo dimilmilî eman.
Gelî heval û hogirno, mi' go "keçê kurmalê! tu ji kê re malê dikî? Xwelî li te be, li wî dilî."
Go "lawiko, gelo vê sivingê mi' xêr nedî. Ji xwe vê sivingê jî**************. Ez ê çi bikim gelo vê sivingê malxirabo, dayika 12 dergûşan im, ez ê çi bikim, ji te, ji xwe û ji vî dilî.
Hela were qasekê vê sivingê em ê li ser kaniya biniya malan rûnin, derd û kulê dinyalikê tev birêjin. Malxirabo ji vî dilê hanê tu çi dibê, tu çi dikulî.”

Digo “Kuro, kurmalo! sibe ye, heft xwezila bi wî çaxî. Ez ê ji gera biniya malan,*************.” Te ji min pirsî go “keçê, kurmalê! ********* bi rebbê tu dihebînî, tu ezeb î ya bi mêr î?”
Min ji te re got “Malxirabo! Hela were li malê mêze ke dergûşa hêlanê. Bala xwe bidê gelo vê sivingê, tu yê ji vê gotinê re çi bêjî gelo, çi bibî serî.”
Min go “keçê kurmalê! Min çûye cem melê gundê me, li kitêbê mêze kiriye; qedera min li serê te ye.”
Go “Lawiko! Bi kaxiz û niviştê, bi şêx û melan tu car vê sivingê naçe serî.”

Go “Delaliyê! Heft xwezila bi xêrê xweziyê bi Xwedê re; tu ji mala me re bûk bûyayî, ez ji te re malxweyî(malxwedî) bûma. Xaliq Rebbî gelo vê sivingê li pêşiya konê erebê ez ê rûniştîbûma, min ê bala xwe berdayê, te li biniya malan, ji xwe re keriyê pezê Qerqaş dida bêrî.”
Min ê bigota “Oyy oyy bermaliya mêrê kotî ye.”
Ez çi bikim qeder yazî kiriye, îlahî ye. Gelî gundî û cînarno gilî, gazin û loman ji dilê min ê rezîl mekin. Çav û biriyê reş û belek, şeva îşev min ê ji xwe re di xewna xwe de diye.



01.08.2018 13:46 ~13:47 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilê fireh pîr nabe

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî