1. Elîezer Ben-yehuda wekî vejînerê zimanê Îbranî û serwêre projeya vejandinê tê hesibandin. Ben yehuda di gotareke xwe de wiha dibê; heya ku em neteweya xwe nevejînin venegerin li welatê xwe zimanê me zindî nabe. Jixwe ew xwe jî diçe dibe niştecihe dewleta îsraîl, ferhengeka bi zimanê îbranî amade dike û dest bi perwerdekirina zimên ji mirovan dike. |
|
03.08.2018 15:56 |
jifêzagorda
|
2. Cihûyekî ku celadet alî bedirxan wî bi kurdî weke elyêzer bi nav kiriye. Bi rastî nû dibihîzim û pir bala min kişand. Ji bo agahiyên bi Tirkî û berfirehtir: |
|
12.04.2020 12:34 ~12:35 |
xabûrî
|
3. ez ditirsim ku zimanê kurdî jî bibe wek zimanê latînî ango zimanê îbranî a berê.Dîsa îbranî zimanê pirtûkek pîroz e ku gelek bawermendên wî hene lê yê kurdî çi heye. |
|
12.04.2020 13:32 |
brzn
|
4. zimanparezê ku xwedî baweriyeke pir mezin bû. Li ortê parisê zimanekî mirî ji xwe re kiriye zimanê rojane. Piştî çîroka Eliezer mirov fehm dike ku ti hinceta me nîn e ku em bi kurdî neştexilin an nenivîsin. |
|
16.05.2021 11:41 |
hueyn
|
5. serpêhatiyên wî gelek balkêş e. bi vê pirtûkê ez pê hesiyam. Here lînkê |
|
16.05.2021 19:33 |
mirovekirind
|
6. Eliezer Ben Yehuda wekî bavê "Îbraniya nûjen" tê hesibandin û di nûjenkirina Îbranî de xebatên gelek girîng kiriye. Ji ber nûjenkirina zimanê Îbranî, hin komên cihû Eliezer Ben Yehudayî rexne kirine. Bi taybetî cihûyên li Ewrûpayê zimanê Yiddiş diaxivîn û dixwestin bila zimanê Yiddiş bibe zimanê fermî ya dewleta ku nû were damezirandin, Eliezer rexne dikirin. Komeke din a Cihûyan jî ji ber sekulerkirina zimanê îbranî, Eliezer Ben Yehudayî rexne kirin. Vî komî jî dixwest ku zimanê îbranî tenê di îbadetên olî de bê bikaranîn û ji pîrozîya xwe ti tişt qeyb neke. Li aliyê din Ben Yehuda bêyî van hemû koman li ser wê yekê xebitî ku zimanê Îbranî bibe zimanekî axaftinê û ji ber vê yekê jî xebatên gelek mezin pêk anî û ferhengek gelek girîng amade kir. |
|
20.11.2021 21:26 |
yûsiv
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |