Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
eliezer ben yehuda - tirşik
eliezer ben yehuda
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Elîezer Ben-yehuda wekî vejînerê zimanê Îbranî û serwêre projeya vejandinê tê hesibandin. Ben yehuda di gotareke xwe de wiha dibê; heya ku em neteweya xwe nevejînin venegerin li welatê xwe zimanê me zindî nabe. Jixwe ew xwe jî diçe dibe niştecihe dewleta îsraîl, ferhengeka bi zimanê îbranî amade dike û dest bi perwerdekirina zimên ji mirovan dike.

Her ku ez derbarê zimanê Kurdî de xembar dibim vedigerim cardin bala xwe didim li dîroka vejîna zimanê îbranî, ji ber ku ti mînakeke din nîn e ku zimanek bi hezaran salan bes wekî zimanê dûa-ayînê bê bikaranîn lê cardin bibe zimanê wêje û xeberdana rojane. Heke piştî hezaran salan îbranîyan ev yek kiribe divê em bikaribin ji niha pê ve zimanê xwe bibin asteke gelekî bilind.



03.08.2018 15:56 | jifêzagorda

2. Cihûyekî ku celadet alî bedirxan wî bi kurdî weke elyêzer bi nav kiriye. Bi rastî nû dibihîzim û pir bala min kişand. Ji bo agahiyên bi Tirkî û berfirehtir:
Here lînkê



12.04.2020 12:34 ~12:35 | xabûrî

3. ez ditirsim ku zimanê kurdî jî bibe wek zimanê latînî ango zimanê îbranî a berê.Dîsa îbranî zimanê pirtûkek pîroz e ku gelek bawermendên wî hene lê yê kurdî çi heye.
elyêzer ben yehûda ji bo ku zimanê pirtûka pîroz bike zimanê gelê xwe a fermî gelek kampanya û tevgerên din kiriye.li ber van tevgeran bi xwe jî li ser ferheng ,lîstikên bi zimanê îbranî û tiştên xebitiye.
Ya girîng jî ew e ku ji bo belavkirina ziman ji malbata xwe dest bi xebatên xwe kiriye.Tişta ku em nikarin ti carî malbata xwe pê bidin bawer kirin ,nikarin zimanê kurdî bikin nav jiyana wan.



12.04.2020 13:32 | brzn

5. zimanparezê ku xwedî baweriyeke pir mezin bû. Li ortê parisê zimanekî mirî ji xwe re kiriye zimanê rojane. Piştî çîroka Eliezer mirov fehm dike ku ti hinceta me nîn e ku em bi kurdî neştexilin an nenivîsin.



16.05.2021 11:41 | hueyn

6. serpêhatiyên wî gelek balkêş e. bi vê pirtûkê ez pê hesiyam. Here lînkê



16.05.2021 19:33 | mirovekirind

7. Eliezer Ben Yehuda wekî bavê "Îbraniya nûjen" tê hesibandin û di nûjenkirina Îbranî de xebatên gelek girîng kiriye. Ji ber nûjenkirina zimanê Îbranî, hin komên cihû Eliezer Ben Yehudayî rexne kirine. Bi taybetî cihûyên li Ewrûpayê zimanê Yiddiş diaxivîn û dixwestin bila zimanê Yiddiş bibe zimanê fermî ya dewleta ku nû were damezirandin, Eliezer rexne dikirin. Komeke din a Cihûyan jî ji ber sekulerkirina zimanê îbranî, Eliezer Ben Yehudayî rexne kirin. Vî komî jî dixwest ku zimanê îbranî tenê di îbadetên olî de bê bikaranîn û ji pîrozîya xwe ti tişt qeyb neke. Li aliyê din Ben Yehuda bêyî van hemû koman li ser wê yekê xebitî ku zimanê Îbranî bibe zimanekî axaftinê û ji ber vê yekê jî xebatên gelek mezin pêk anî û ferhengek gelek girîng amade kir.

Helbet, Eliezer zimanê îbranî ji nû ve neafirandiye. Lê bi saya xebatên wî zimanê îbranî ku di kenîştê de asê mabû, kir zimanê li Filistînê piştî erebî herî tê axaftin. Bi saya wî Helbest, metnên felsefî û şîroveyên olî yên ku ji aliyê Cihûyan ve hatine çêkirin, bi zimanê Îbranî yên rojane hatin wergerandin û gihîştin destê gelheyek gelek mezin.

Zehmetiya herî mezin a ku Eliezer pê re rû bi rû ma ew bû ku Cihûyên ku li çar aliyê cîhanê belav bûne, wateyên nû dane Îbranî û wateyên peyvên heyî jî li gorî zimanê çanda li erdnîgariya xwe berovajî kirine. Di wê demê de, rêbazek ku meriv zimanekî li ber mirinê vejînê tune bû. Ji ber vê yekê, gelek zimanzanên Ewropî hewlên Yehuda wekî "ehmeqiya dînekî" şîrove kirin. Lê Eliezer ti carî destê xwe ji vê karî neşûşt û heta dawiya jiyana xwe hewl da ku zimanê îbranî bike zimanê rojane. Ka werin em binêrin Eliezer ji bo zimanê îbranî bibe zimanekî rojana çi kiriye, jiyanek çawa jîyaye?

Eliezer Ben Yehuda ku navê wî yê rast Eliezer Yitzhak Perlman e, di 7ê kanûna 1858an de li bajarê Luzki ku niha di nav sînorên Belarûsê de ye jidayik bûye. Di sê saliya xwe de, wî jî mîna her zarokekî cihû yên li Ewropaya Rojhilat dest bi hînbûna Tewrat û Îbranî kiriye. Di 12 saliya xwe de gihîştiye asta xwendina Tora û Talmudê.

Piştî ku malbata wî dît ku Eliezer dikare tora û Talmud bixwîne, ji bo ku Eliezer bibe xaxem wî şandin fêrgeha yeşiva. Lê Eliezer li wir bala xwe da îbranîya kevnar û îbranîya dema ronîbûnê û li ser wan vekola. Di van vekolînên xwe de Eliezer, hem ji metnên olî û hem jî metnên laîk ên serdema ronakbîriyê sûd wergirt. Di heman demê de, fêrî zimanê fransî, almanî û rûsî jî bû.

Bi saya rojnama Haşaharê ya ku bi zimanê Îbranî weşanê dikir, Siyonîzmê nasî û biryar da ku wê zimanê îbranî li Îsraîlê were vejandin û ev vejandin bibe encama yekbûna gelê cihû. Eliezer ji bo xwendina dîroka Rojhilata Navîn û dîplomasiyê çû zanîngeha Sorbonne ya Parîsê. Li wir tiştek li ser jiyana wî bandor kir ew jî, waneya zimanê îbranî ya asta bilind bû. Wî piştî van waneyan fêm kir ku zimanê Îbranî dikare di jiyana rojane de jî bibe zimanek xweser.

Ji bo vê yekê, ew jiyana xwe ya rojane de bi her kesê re îbranî diaxivî. Di 13ê Cotmeha, 1881an de li Parîsê, yekem car bi zimanê Îbranî xîtabî komek hevalan kir û gotinên Eliezer wek “yekem hevpeyvîna îbranîya nûjen” hat qebûl kirin. Eliezer xem nedikir ku kesek jê fêm dike an na, bi awayekî sebr ew her tim bi îbranî dipeyivî. Piştî demekê dora wî fêm kir ku tekane çareserî heye ku bi Eliezer re bikevin têkiliyê, ew jî fêrbûna zimanê îbranî ye.

Eliezer hewl da ku bi malbata xwe re bi temamî bi îbranî xeber bide. Ji serde wî dest avêt rojnameyeke îbranî û wî ji bo cihûyên koçî Îsraîlê kirine dest fêrkirina zimanê îbranî jî kir. Ango bû mamosteyê wan. Di heman demê de li Dibistana Zanîngeha Îsraîlî ya Alliance wek mamoste karek girt. Gava wî Cihûyên ku ji welatên cuda hatine vir û bi zaravayên cuda diaxivîn dît, wî armanc kir ku li ser Îbranî bixebite û her kesî di bin banê zimanekî de bicivîne.

Eliezer nedisekinî û ji bo ku cihû di mala xwe de tenê îbranî biaxivin kampanyayan çêdikir û malbata wî bixwe pêşengtîya vê yekî dikir. Dema ku Ben Yehuda van hemûyan dikir, di heman demê de li ser ferhengeke nû jî dixebitî. Ferhenga ku ew li ser dixebitî (ku piştî mir ji aliyê jina wî ya duyem hat temam kirin) heta îro jî rêberê bingeha zimanê îbranî ye.

Eliezer ben yehuda di sala 1922yan de li orşelîmê ji ber tuberkulozê mir. 26 salên din jî dewleta cihûyan ava bû. Ziman, binesaziya çandî, sazî û metnên dewleta nû jixwe amade bûn. Ev hemû tişt jî bi saya zilamekî ku jiyana xwe li ser vê rêyê xerc kir ve pêk hat. Ger Îsraîl vêga li ser piyê xwe be, spasiyek hewcedarî eliezer ben yehuda ye.

Hûn dikarin vê nivîsê di bloga min de jî bixwînin. Here lînkê



20.11.2021 21:26 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» eliezer ben yehuda
» benderuh

Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî