1. Birayê min îsal ket ezmûna zaningehê. |
|
04.08.2018 01:36 |
cinorek
|
2. mijara rewşa min a di ezmuna zanîngehêde aniyî bîramin. |
|
04.08.2018 21:18 |
azadixwaz
|
3. birêz cînorek, hem xwendina bijîşkiyê gelek zehmet e hem jiyana doktoriyê. lê gelek pereyan qezenc dikin, ew rast e. wê bi xebateke zêde jiyaneke bi konfor bi dest bixe. ew li aliyekî. boğaziçi elektrîk elektronîk dinyayeke gelek cuda ye. zanîngeha boğaziçiyê bi xwe zanîngehek gelek baş e, li hember êrîşan em dikarin bêjin hê jî xwe diparêze. ew ê îngîlîziyeke baş hîn bibe. xwendina wê jî zehmet e lê ez dibêm ne bi qasî bijîşkiyê. dikare siberojê derkeve derveyî tirkiyeyê jî û li vir li şîrket mîrketan jî karên baş bibîne. bi daxwaza birayê te maye, temamen li gor şexsiyet û armancên xwe bila riya xwe diyar bike. lê bi her awayî serkeftî ye, pîroz dikim. |
|
05.08.2018 21:24 |
roza
|
4. Merivek li Tirkiyê de heke dikare bi puaneke baş beşa bişîjkî qezenc bike, çi îşê wê heye li Tirkiyê, ez bûma diçibûm welatên Ewropa, Kanada yan jî Amerîkayê, 10 sal ewil bûya min deqekî li vir nedisekinî. Yaw ji Afrîkayê, Pakîstanê, afganistanê, Îranê hwd. Bi rêya qaçax tên li ser Tirkiyê derbasî welatên medenî dibin. Tirkiyê û rojhilata Navîn nabe meriv, dest jê bersin, hêviyên xwe bibirin, qe nebe zarên xwe xilas bikin. |
|
05.08.2018 21:47 |
mîr
|
5. Xwendina beşa bijîşkiyê helbet zor e. Ev temam. Lê bijîşkî jî zor e. Yanî rihetî kêm e.. Li gorî meslekikî li tirkiyeyê helbet bijîşkî baştir e, lê endezyarîtiya elektrik elektronik ya Boğaziçi ji bijîşkiyê çêtir e li gorî min.. Heke mirovek ne heyranê bijîşkîyê bê, ne hewceye herê vê beşê. |
|
05.08.2018 23:58 |
gumgumok
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |