1. rêzefilma netflixê ya îspanyolî ku navdar dibe. |
|
04.08.2018 21:49 |
azadixwaz
![]() |
2. (bnr: the professor) |
|
05.08.2018 10:30 |
xelîl
![]() |
3. rêzefîlma ku van rojan min dest bi temaşekirina wê kiriye. ez dibêm qey têra xwe populer e, li her cih dibînim. rêzefîlmeke ecêb e, dizî û şer û çek û sîleh, zehf zêde ekşin heye tê de. di youtube'ê de vîdeoya professor û berlîn a ciao bella gelek xweş e. |
|
05.08.2018 21:09 |
roza
![]() |
4. Rêzefilma İspanya'yê ye. Sala 2017 an de ji bo kanalek ispanî hatiye çêkirin. Rêzefilm li ser şelandina darpxaneya İspanyayê ye. Gelek gelek serkeftî ye. Di gelek beşan da xelat sitandiye. Me du rojanda xilas kir. Divê herkes teqez temaşe bike. |
|
17.02.2019 23:25 |
feqiyêteyran
![]() |
5. ez bawer im ji wan rêzefîlm/fîlman e ku ji ber popûlerbûna wan ya zêde zêde, naxwazim temaşe bikim û piştî ku herkesî ji bîr kir, temaşe dikim. heta niha kê temaşe kiribe, pêşnîyarî min kiriye. |
|
18.02.2019 19:50 |
simurg56
![]() |
6. Rêzefîlma ku sezona wê ya sêyemîn li netflixê derketiye. Ketiye torrentê jî * Ezê îşev destpê bikim. Kanê hingî sezonên ewil baş e, em ê bibînin. |
|
20.07.2019 19:23 ~19:24 |
xelîl
![]() |
7. Kesên ku ne temaşe kiribin bila haya wan jê hebe bila spoiler nexwin. senarîst pir zîrek e normalde mirov rêzefîlmê temaşe neke bawer nake ku ewqa dirêj be. Lê senaryo gelek serkeftî ye tabî ne super e lê di mantiqekî hatîye nivîsandinê. |
|
01.12.2019 21:59 |
azad30
![]() |
8. Min berî çend rojan dest bi temaşeya wê kiriye û doh hatim sezona duyem. heta niha gelekî xweş û bi kelecan bû. bawerim wê bi giştî wiha dewam bike. pêşniyar dikim bo temaşeyê. û niha ez jî difikitim, gelo ez bama min ê navê kîjan bajarî li xwe kiriba. nizanim. difikirim. |
|
01.12.2019 23:21 |
cara
![]() |
9. Bi ya min sedema serkeftina vî rêzefîlmî bi pirranî ji hezkirina lîstikvanên wê tê. Bi rastî jî fîlm li ser pişta çend kesan e |
|
02.12.2019 13:44 |
giyanstêr
![]() |
10. Rêzefîlma ku ewilî 2 sezon ji bo (bnr: netflix)'ê hatiye kişandin û sezona duyem jî 2 ango 3 rêzeyan pêk tê ye.Piştê ku zêdetir hate ecibandin sezona 3 û sezona 4 an jî hate kişandin.La casa da papel rêzefîlmek ku zêdetir derbarê dizî û tawanê (sûç) de ye û ji bo ku rêzefîlman spenyolan e zimanê wî jî bi sipanî ye.Navên lîstikvanan , navên bajêrên navdartirînin ji cihanê hatine girtin. |
|
15.04.2020 17:54 |
brzn
![]() |
11. sezona dawî zilm bû ji bo min. ev arthur e çi gû ye. nizanim qey senarîst perê wî pêşîn daye çi ye, divê di hemû sezonan de weke gerew li ba wan be. ev çi tiştek bêwate ye yaw. mêrîk ji polêsan direve û xwe diavêje nav avahiyê da ku bikeve nav gerewan. piştî ev bûyer qewimî heq ew bû ku mirov nema temaşe bike. lê dîsa jî min qedandin. sezona dawî kêr tu gûyî nayê. şûna we bim wextê xwe wenda nakim |
|
02.05.2020 16:44 |
brusk56
![]() |
12. Rêzefîlma ku resûl bafeyî kurdiya wê çêkiriye. * |
|
02.05.2020 16:48 |
henûn
![]() |
13. Bi sezona dawî tam di xwe de ritîye. |
|
02.05.2020 20:14 ~20:15 |
ferhenga şikestî
![]() |
14. kurdekî zîrek fikiriye heger koma la casa de papel kurd bûya? înstagrama kuriko: Here lînkê |
|
02.08.2020 02:42 ~03:27 |
tizbîkêş
![]() |
15. la casa de papel/126630 hahah profesor eyn wek kurda ye .. |
|
02.08.2020 13:42 |
shwinsherm
![]() |
16. pîştî ku pere ket nav meselê de, êdî g* lê kirine. bi rastî jî heya sezona 3emîn jî kêfa min pir jê re hatibû û wisa mabû ye çêtir bû. |
|
14.03.2021 14:40 ~14:40 |
merwano
![]() |
17. Min lê temaşe dikir û kêfa min zaf jê re dihat lê şîrovên ko li ser sezona sêyemîn danîne, dilê min hepkî jê sar kir. Lê ez ê a sêyemîn jî biceribînim xatirê dîroka ko di navbera me de qewimîye. |
|
14.03.2021 16:15 |
pîroz
![]() |
18. rêzefîlmek xweş e lê hinek fîşalkirî ye. |
|
16.03.2021 21:26 |
simurg56
![]() |
19. Sezona 5. Derket, îro min li 3 beşên ewil temaşe kir. Fînalê meraq dikim û dixwazim êdî dawî bibe. |
|
12.09.2021 01:22 |
merwano
![]() |
newroz [5] |
|
![]() |
arduino [2] |
![]() |
kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1] |
![]() |
şêr şêr e çi jin e çi mêr e [1] |
![]() |
kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1] |