Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 32 peyam
navên alternatîv yên kurdî ji bo çomezê - tirşik
navên alternatîv yên kurdî ji bo çomezê
(11) (0) (17)
di mijarê de bigere

1. çomez an çömez peyveke bi tirkî ye û di ferhengên înteraktîv yên bi tirkî de nivîskarên hîn nivîskariya wan nehatî erêkirin tê gotin.. û di berê de jî ji bo berdestên feqiyên di medreseyan de dixwendin dihate digotin li gorî nîşanê yan ê ermenî.. û dîsa li gorî heman çavkanîyî ji lêkera çömelmek ya tirkî ya di wateya xwe xwarkirin xwe çemdandinê de ye çêbûyiye.. belê ez vegerim ser mijarê em peyva çomezê gelekî min reht û aciz dike û dixwazim di berdêla vê peyvê de peyveke bi kurdî an bê dîtin an jî bê çêkirin..

heçiyê pêşniyara pêşÎn nivîsî em ê wek moderatoriya tirşikê perû û diyariyeke sûrprîz bi ber dila ve bikin..



2013.09.10-01:05 | endazer

2. Şagirtî



2013.09.10-01:07 | nan û av

3. tifalo, xeberfalo



2013.09.10-14:53 | seydayê_peyvan


5. dive bi tefekkurê tirkî nebe. pêşniyara min; 'berxik' e...



2013.09.11-20:01 | cinorek

6. zarok

pale



2013.09.11-20:28 | newenda

7. peyva paleyê ez bi xwe carinan ji bo nivîskaran bikar tînim..

pêşniyarên min jî ji bo çomezê eve ne;

(bnr: feqî)

(bnr: ferxik)



2013.09.11-23:21 | endazer

8. zehf in. lê problemek wisa heye ku yên ku çomez in, jixwe vê malperê baş nakin û jargona malperê jî loma nizanin. niha dema kesekî nû hat û bû çomez, ger bin navê xwe de nivîsa weke mînak "nivîskarê pale" bibîne, ez bawer nakim ku meseleyê fêhm bike. loma ev peyv weke çomez hat hiştin. lê ger alternatîfek ku, endamên nû jî bi hêsanî fêhm bikin bikare were dîtin helbet dikare were dîtin.

ger yê xweştir neyê dîtin, weke mînak ferxik ne xerab e.an jî şargirt.



2013.09.12-09:07 | simurg56

9. îja tu weke "çomez" dinivîsî.. ez di telaqê dinyayê nim ku ez ji vê gotinê xelas nebûm.



2013.09.24-10:59 | serxush

10. şagirt li gorî min jî baştir e.



2014.04.14-01:54 | berxweda

11. bêjî, rijî, kavir,nekelî,bêpirç an naşî..

şagirt baş dibe belê ne erebi ye ku di demek serxwêşiye de şaş nivîsand..anha rast dikim..



2014.04.14-02:03 | havka

12. şagirt Peyvek bi Kurdî/îranî ye.

biner: http://ku.wiktionary.org/wiki/şagirt

baş e ku di wîkîferhengê de çend navên Kurdî hene *



2014.04.14-02:25 | berxweda

13. pêşniyara kevçî: (bnr: bişkul)

gû belakirin mafê her kesî ye*



2014.04.24-01:59 | kevçiyê dil

14. Wekî ku me di tivîtirê de jî got, ji bo peyva ''Çomez''ê em dikarên peyva ''sava'' bi kar bînin aya? wateya savayÊ :ew golik û berxikên ji dema xwe derengtir dibin, makên wan dereng dizên, ji wan re tê gotin! em ji bo vê yekê bi kar bînin cawa ye? di gel xwe mîzah û îroniyê jî tîne !



2014.05.22-20:35 | îmansist

15. varik an jî hilî h wekî 'h'ya di herfê de tê bi lêv kirin.



- Kuro ew hê hilî ye, çi zane karên wiha çawa dimeşin!!





2015.04.07-17:27 ~17:50]| serhednişîn

16. Zarokê do ne pêr jî xirab nîne. Hilî an virnî baştir dixwiyê



2016.03.27-19:58 | sibatok

dengdanên dawîn (Yên Din..)
once upon a time in hollywood [1]
fîlmekî kêngî mirov temaşe dike dibêje yaw di caprio û brad pitt ji bo...
kurd û sendroma john coffey [2]
Sendroma ku Îbrahîm xelîl baran di vîdeoyekê de behs kirîye. ...
kurd û sendroma john coffey [1]
gotinekî îbrahîm xelîl baran e. serî heta dawi rast dibêje, belkî ibo ...
şorbeşîr [5]
carna dibe xwarina rojê carna jî dibe şîraniya piştî xwarinê wek ap...
once upon a time in hollywood [2]
Fîlme 2 saet û nîv û tiştik bû ama hîç kêr ne dihat, vala bû. Ne hewce...
belki ev jî bala te bikişînin
» navên keran
» alternatîva nyyê a ji bo referandûmê
» yên ku xaniyekê dikin mal
» kurdistan li ewropa ye yan li asyayê?

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî