1. tirşikvanekî rind e : ) |
|
19.08.2018 12:43 |
bûtîmar
|
2. Nivîskarê tirşikê ku cara yekem min navê wî ya tirşikê wek mirovêkundir xwendiye. Û bêhemdî kengî navê wîna li derekî dibînim li mêjiyê min wilo tê gihaştin. |
|
23.08.2018 07:52 ~2019.02.19 16:55 |
bilbilê dilkul
|
3. Nivîskarê ku wek min xewa wî naye ye. Qasê min xwend, Mirovekî rind e jî. * |
|
21.10.2018 05:07 |
xelîl
|
4. ez, |
|
07.12.2018 00:51 ~2020.02.28 21:35 |
mirovekirind
|
5. Belengazê ramane, hejarê zanînê ye, bêaqilek misilmane. Ji ber ku mirovek kirête navek xweş li xwe kirye, wer hesab kirye dê binav xwe rindik bike. meteloka ezîz nesîn hat bîra min. Nezan, durû û bêbexte. di peyama hespêsor de 3.3.2020'de methê min kirbû ku şîroveyên min ên ser fîlman bala wî kişandbû, heta li gor wî ger hewl bidim ezê bikarim ser kovarek sînemayê binivîsim. Lê piştî min şîroveyek derbarê mihemed pêxember de kir, xwelîser nekarî bersiv bide, gilî kir ku moderator peyama min rakin, lê piştî ne hat rakirin ev derd ma zigê wî de, werimî werimî heta îro hat di sermijara hespêsor de vireşa! Qaşo ez vikîvala me, vandal im û êrîşkar im. :D yeke misilman vê dibêje hahah erê yeke misilman dibêje ateîstek tu vandalî :dd te bersivek hebe bide wan şîroveyên min, kê te girtiye? Te nebe hiş be. ez duh bo te aqilmend bûm piştî min ateîstbûna xwe eşkere kir bûm nezan? |
|
25.04.2020 20:14 ~2020.05.04 12:18 |
hespêsor
|
6. ev kî ye kêrî çi tê? Çi çalakîyek wî di ferhengê de heye heta niha? Çi şîrove û nirxandin kiriye ku heta rûyê wî bigre van gotina bike? Çend sale endame nekarîye bibe kesek bê naskirin ku camêrek hirmetek bo wî tiştek bêje, lê dîsa hatiye ji bo balê bikşîne bi çend gotinên bêbingeh rojeva tirşikê dagir dike. ma nafikire ger bi gotinên absurd hewl bide kesekî reş bike dê bersivek bistîne. Çima meraqdare ku kesek hetka wî bibe? min berê jî gotibû ev mirovê ku xwe rind dibîne ne ewqas rinde. Jiberku berî ez li ser mihemed pêxember çend şîroveyan bikim wî min weke mirovek kêrhatî didît, peyama xwe guherand û jê çû lê yên wê demê dizanin. Jiberku li ser mijara behsa wê tê kirin [ mihemed pêxember ] hêjî tiştek nenivîsye, ji bo pêxemberê xwe biparêze du qese nekirye. Ev ne oldarek kamile jî ku bikare li gor ilmê îslamê bersivek bide. Tenê wek kesên nezan tilya şehdê dirêjî çavê xelkê dike. |
|
17.05.2020 20:33 |
hespêsor
|
7. Di destpêka sala 2018an da, dest bi tirşikvanîyê kir. hema hema kes tunebû. |
|
27.05.2020 20:19 |
mirovekirind
|
8. tirşikvanê divê dev ji tirşikê bernede ye. sedema çûyina xwe diyar nekiriye lê bi ya min tu sedem nikare tirşikvana ji tirşikê dûr bixe. ew jî baş dizane tirşik ne ya kesî ye û tirşik bo pêşerojê, roja îro ji kurda re pêwîst e. dibe ku dilê wî ji hin kesan û peyaman mabe lê heke dê dilê wî xweş bibe ez ji dêlava wî dikarim ji kesan rica bikim da ku peyama xwe jê bibe an hinekî sererast bike. |
|
27.05.2020 20:42 |
tîrêj zana 21
|
9. Nivîskarek gelek hej kurdiya wî dikim E. |
|
27.05.2020 22:33 ~22:37 |
kajav
|
10. Tirşikvanê ku kêyfa min ji mîjar û peyamên wî re tê.Lê demek dirêj e xeydok bûye û nanvîse ji ber ku hin peyam/mîjar ne dilê wî ne.Bi rastî li vir gelek mîjarên ku ne dilê min bûn hatine vekirin.Dîsa jî ez guh nadim wan tiştan riya xwe mêze dikim. |
|
27.05.2020 22:34 |
brzn
|
11. tirşikvanek baş û domdar e. mixabin ji ber rikekî bêwate, biryar daye ku dev ji tirşikê berde. wek li jor jî hatî gotin, li vir kesek tune ku bêje ez ji hemû nivîskar û nivîsên di tirşikê de, razî me. |
|
27.05.2020 22:47 |
simurg56
|
12. Nîviskarê ji 2018 de dest bi tirşikandinê kiriye meriv dibêqey 2018 sale li tirşikê dinivîse, bi kurdiyek baş û peyamên wî têr û tijene, bila ne tijebin jî bila salê peyvek tenê jî binivîse kes ji kesekî pir tiştek ji qeweta wî zêde naxwaze. Wekî ku gotine tu jî herî em qeflekî biavêjin serderê tirşikê em tev herin mala xwe, nivîskarê ku dev ji nivîsandinê berde ez ber wî xwe tev bikebim ezê bi fikrim gelo ez hatim jiber min diçe? tu şaşiyek tirşikvana dibînî ne bi xeyd û şer bîne ziman bi peyamên xwe, fikrû ramanên xwe bîne peyamê fikrek rast be me jî bibe ser fikra xwe... em te didin ber xatirê zimanê kurdî û hinek peyv û biwêj û gotinên kurdî yên li ber hindabûnêne neçe. tu betilî bî jî car car binivîse, ji binî bernede |
|
27.05.2020 23:21 |
shorbevan
|
13. nivîskarê divê astengiya li ser hesabê wî bê rabûn * Çû newsa kesine, oxira wî a xêrêbe, hewqas min di vê peyamêda 124327 vira kir dîsa çû * lê emê bi hêvîbin û li bendê bin wê rojek teqez vegere |
|
31.05.2020 22:48 |
shorbevan
|
14. mafyaya formatê. |
|
11.02.2021 00:46 |
heval.js
|
15. formatparêz. |
|
11.02.2021 01:38 |
hueyn
|
16. Mirovekî bikalîte ye. |
|
11.02.2021 02:36 |
rûbar
|
17. nizanim çawa bêjim... mirov çawa ev qas hêrs dibe? |
|
15.02.2021 04:04 ~04:05 |
heval.js
|
18. (bnr: heval format!) |
|
15.02.2021 13:59 ~14:02 |
mirovekirind
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |