1. li gorî sala xwe, fîlmeke xweş e. |
|
2018.09.09-22:01 |
simurg56
![]() |
2. pir aciz bûm. temam mijar bû diyalog xweş bû lê zêde dûvdirêj dikirin sehneyen. min pêş ve bir û bir wulo temaşe kir. |
|
2020.03.30-16:09 |
xwelî li ser
![]() |
3. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê simurg56 ve hate kirin. ![]() têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke |
|
2020.04.11-23:41 ~2020.05.16 21:02]|
simurg56
![]() |
4. fîlmek e cûreya wê honaka zanistî û dîstopîk e. wek serlistîkvan harrison ford dilîze ku favorî aktorê mi min e. |
|
2021.01.16-20:01 ~20:01]|
xelîl
![]() |
5. yekem fîlmê ku min bi jêrnivîsa kurdî darî kir ev bû. loma ji bo min, ji bo hogirbûna min bi xwandina jêrnivîsa kurdî girîng bû. lê ji bo fîlmî nikarim heman tiştî bibêjim. tenê sûda wî ji bo min ev bû ku bi saya wî min blade runner 2049 jî darî kir ku ji vî fîlmî gelek baştir bû bi min. |
|
2021.01.16-22:30 ~22:34]|
keyomerd
![]() |
6. Her çend dişibe fîlmekê biqeswet û acizker ku pir hêdî diherike û tê de peyivîn pir kêm e, ne fîlmekê vala ye. Hewce ye ku meriv bi baldarî, belkî du sê caran lê temaşe bike da ku peyamên wê fêm bike. Ji xwe di sînemaya honaka zanistî de kultbûna vê fîlmê, çavkaniya xwe ji vê xususiyeta xwe werdigire. Divê temaşevan nivîsa pêşîn xweş bixwînin û fêm bikin an na wê fîlm zêdetir bêhna wan teng bike. |
|
2021.01.17-16:54 ~16:57]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
7. bi replîka dawîn ya rutger hauer (Roy Batty, serokê androîdan), ji bo min gelek watedartir e. |
|
2021.01.17-20:51 ~20:51]|
simurg56
![]() |
![]() |
2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [2] |
![]() |
2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [1] |
![]() |
2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [2] |
![]() |
ateîzm [5] |
![]() |
nijadkujiya ermenan [1] |