Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
black sabbath - tirşik
black sabbath
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. komeke muzîkê ya navdar e. Sala 1970an de albûma xwe ye yekemîn derxistine. Wekî avakerên heavy metalê tên qebulkirin. Bi taybetî gotinên stranên wan gelekî poetik in.
kerem bikin ev jî strana wan a ez herî zêde jê hez dikim, bi binnivên kurdî/kurmancî



11.09.2018 01:05 | jifêzagorda

2. di nav komên heavy metal ya ku herî xweş bass gîtar bikartênê ev e li gor min. bi taybetî bass gîtar hinek li paş dimênê mirov dengê wî nake. lê ev camêr xweş ewk dikin. û dengê ozzy osbourne dengeke şeytanî ye tam derba heavy metal e . gîtar tony iommi, bass gîtar geezer butler, baterî bill ward.

çend stranên wan î qerrrrrase:

Wicked World




Paranoid




Electric Funeral




Supernaut




Rat Salad




warning





Into the void




01.12.2018 14:20 | xwelî li ser

3. Koma ku endamên wî gelek cara guherî ye. Tenê Tony iommi ji cihê xwe nelebitiye. Solîstê wan ozzy osbourne gotiye ez ê solo albûm filan çêkim derketye. Ji dêlva wî solîstê rainbow ê ronnie james dio tê. Dengê wî jî ezamet e. Û sembola metalê jî (tiliyê xwe wek qiloçên şeytan çêdikin ya ha ew) ev camêr dîtiye. Nêse pişt re ew jî şer dike û ji komê derdikeve. Solîstê deep purple ê Ian Gillan tê albûmek çêdike filan. Albûma born again...
Dio jî albûmên
heaven and hell, mob rules, live evil, dehumanizer, the dio years, live at hammersmith odeon çêkiriye bi wan re. Uuuuuu vê stranê teqez guhdar bikin james dio dihelenê wele: the sign of the southern cross



Û bateristê wan jî çûye hatiye filan û bêvan..

Dengê gîtara tony iommi cuda ye. Çima? Ji ber ku li destê rastê du tiliyên tony ji serî ve tune ne. Wextê ku ciwan bû di fabriqeyeki de dixebitî. Li wir tiliyên wî qut bûne. Lê camêr dîsa jî dev ji gîtara xwe bernedaye. Têlên gitarê hişk û qalind in nikarîye lêxe. Çûye têlên banjo lê daye û wilo Lê dixe. Pîştî ku navdar bûn filan gibson jê re têlên zirav û tenik çêkirine. Dengê gîtara black sabbath a taybet jî wilo derketiye holê. Û ev bûye modelek di nav gîtara de.



12.08.2021 21:07 ~21:09 | xwelî li ser

4. koma ku weke janraya heavy metal daye destpêkirin tê zanîn. lê belê sam dunn di belgefîlma metal: a headbanger's journey de lêkolînek baş dike û dibîne berî black sabbath komekî nêzî sounda heavy metal muzîk çêkirine.

ku di salên 70an de bûbam wê teqez kêfa min ji wan re hatiba lê di vê serdemê de qîma mirov gelek bi wan naye mixabin.



12.08.2021 21:42 | hueyn

5. koma ku gelek kêfa min pê tê ye. bi taybetî jî stranên wan ên paranoid, n.i.b. û iron manê hez dikim. hetanî ku bi gîtara xwe ji wan dilîzîm.




(bnr: tab)



05.12.2022 22:21 ~22:24 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» black books

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî