1. Kilama şakiro ya li gorê min herî xweş e: Emrooo Emro sibe ye qîz û bûkê gundê me meşiyane avê Delaal, Bejnzirava, çepildirêja, porkeja, navqendîla xwe dane pêşiyê Kinan û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê, Qemera min a bi nîşan dixemilî şeva xatirê dilê rezîl xwe dabû navê Gelî gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin Min sond xwarî tu cara li ser kawa xwe ya kubar ra li ti qîz û bûkê xelkê nakim merhabatiyê tu silavê Gidîno kubara min a nazik û nazelîn, Fenanî başordegê ji golixê muradê, Etegê Sînê bi Sînegê Pelê xwe diweşîne ji berfê ji qiraxê, ji xunavê, Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê... Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ê ji bona te mirî me, Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî Emrooo, emro sibe ye vê sibekê diçûme Heleba şewitî Ciyê gewran û rindan, dîkê şevê nîvê şevê min dixulxuland Delaaal, welatê xerib bû, durziyê du delal bûn Ez ê nexweşî bê halî nexweşê nava cîh bûm, Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû, Guhê min li guhdariyê bû, min serê xwe ji xewa şêrîn bilind kir, Min dît cote pîrê melûmê kezeb serê min sekinîbûn Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê dabû difesiland Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim, min dît kubara min xwe dabû ber pencerê Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikire belek çava Vê dîlberê xwezî min zanibiya Gavê din da de ji kêra xwe dineqişand, dixemiland, Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê... Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me, Ax zalimê nizanim tu çawa yî Edît ji bo vîdeoyê. |
|
23.09.2018 17:11 ~17:14 |
xelîl
|
2. berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê dabû difesiland, |
|
29.07.2020 12:16 |
yûsiv
|
3. (bnr: îro) |
|
10.08.2020 12:56 ~12:59 |
mihemedcan
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |