Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 9 peyam
    cudî - tirşik
    cudî
    (2) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. Cudî, çiyayek li bajaré şirnexê ye. li gorî qurana pîroz (sureya hud, ayeta 44ê) keştîya nuh péxember danîye ser vî çîyayî.



    2013.09.10-20:22 | cudî

    2. nivîskarek ji nav nivîskarên tirşikê. bi xêr û silametî hatiye, ji min we ye ku botî ye, bila ji me re qala vê dinyaligê bike, bila binivîse û em jî ji xwe re guh bidêrin.



    2013.09.10-20:28 | înano lo

    3. çiyayek li bakurê kurdistanê.. çiyayê ku tirsê dide dilê raya giştî ya tirk.. yek navê şirnex û colemêrgê û yek jî navê çiyayê cûdî dema di nav tirkan de tê bilêvkirin yekcarî mehd û mirûzê hemûyan tirş û tehl bibe.. tê bêjî qey hemûyan morîkên diya xwe li qerax û berpalên vî çiyayî winda kirine.. di nav şirnexî û silopî û cizîriyan de wek cûdiyê miradan jî tê zanîn.. bilindahiya çiyê çend gaz û çend mitre ne nizanim lê bi qasê ku min ji devê hevalan seh kiriye çiyayek gelekî asê û asteng e û ji bo xwe veşsartin û spartinê gelekî bikêrhatî ye.. dibêjin li ser kimtê cudî hîn ji keştiya nuh pêxember jêmayî hene lê min bi xwe nedîtine û dîsa dibêjin gelek kun û şikeftên tarîxî yên kûr û mezin yên bêserûber hene..



    2013.09.10-22:02 | endazer

    4. Çiyayê herî kubar yê xaka kurdistanê ye...



    2013.09.11-00:16 | paleyê gund

    5. warê egîd û qehremanan...



    2013.09.11-00:24 | welat colemêrgî

    6. cudîyê miradê ye çiyayê cudî. cihe ku hecîya feqîran e...



    2014.05.18-22:13 | singundiki

    7. straneke nîzamettîn ariç e ku dengên cûda li hev civandiye. bi tena serê xwe mîna dokumanterek e.

    dema dengê qêrînekê tê ku mirotv dibêje qey aîdê teyrê bazek e,mirov bi çi karî mijûl be jî vediciniqe.



    2014.07.04-22:45 | simurg56

    8. çiyayê pîroz î xaka kurdistanê ye, va du roj e dewleta tirk agir berdayê, dişewite, û ji bo vemirandina wê tu tiştî nake, tenê gundî û gelê herêmê bi hawara cudî ve çûne.

    (bnr: şewitandina daristanên kurdistanê)



    2015.07.18-10:26 | xendekî

    9. çîyakî kurdîstanê navdare bûye deng û awaz ji stranara, bûye cîh war û helîn ji heval û hogirara keda wî li ser me heye niha jî di şewite niha dorameye pêwiste em lê xweyî/xwedî derkebin.



    2015.07.18-16:28 | shorbevan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    polîteîzm [2]
    Kul û derdê birûya hayao miyazaki bû. Ango (vbnr: pirxwedêt...
    hinekirina porê [1]
    Tişta ku salê careke ez dikim e. Her çiqas bê xew bimînim jî giraniya ...
    şemsî [3]
    gelekî rojperest e. ansîklopediya îslam a tdv-yê nabêje lê vê qûnc...
    tiştên ku jin pê bedew dibin [1]
    (bnr: just a smile) Ji apê google bawer bikin. Binêrin; "...
    immanuel wallerstein [4]
    Civaknasê amerîkî ye. Di sala 1930an de hatiye dinê û 2019an de çûye s...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » cudî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî