Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
letgo - tirşik
letgo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Malpereke bi wê meriv dikare eşyayên kevn yan jî teze bifiroşe, bistîne. Lê tiştê kambax ev e, milet ça tima bûye lê binêre, berê însan eşyayên xwe yê kevn dida feqîrekî yan jî eşya zehf kevn bûya diavêtin çopê niha wana bi qîmet bûye. Mîsal Tiştên ku teze ne fiyetên wan sed benqenot e li vir not dixwazin. Seba şerma nebe milet gûyê xwe jî bifiroşe pîîî porkurê! Letgo na letgû ye.

Here lînkê



28.09.2018 22:14 | mîr

2. sepanek ji bo firotin an jî kirîna tiştên kevin in.

min duh telefonek jê kirî. yekê îlanek danîbû ser. beriya 4 saetan îlanê danîbû ser. min peyam avêt, me li hev kir û piştî saetek din, ez çûm û min telefon stand.

min ji bo telefonê 850 tl dayê. ger wê biriba ba firoşgerê, herî zêde wê 600 tl bidayê. ez biçûyama ji firoşgerê min bistanda, wê herî kêm 1000 tl bixwesta. bi vî awayî him yê difroşe, him jî yê distîne kar dike.

lê hinek jî hene, nizanim malê wan gelek gelek ber dilê wan xweşik e bawerke. min gelek îlan dîtin ku, ji sifirê wan zêdetir pere dixwaze. ji wan re jî peyam bişînin, tinazê xwe bi wan bikin; gelek biheng e *



23.05.2020 23:02 | brusk56

3. Sepana ku min ji bo tiştok miştokên malê daxistiye telefona xwe lê min hê jî tiştek jê nekiriye. Yan zêde biha ye yan jî zêde dûr e lewma min tiştek bi dilê xwe de tê de nedîtiye.



23.05.2020 23:12 | xelîl

4. Sepana ku li gorî min ji bo firotinê gelekî bikêrhatî ye. Çend tişt li mala min zêde bûn, min ew avêtin letgoyê û hatin firotin. Bi rastî min ewqasî zû firotina wan hêvî nedikir lê hatin firotin. Tenê min telefona xwe bi yek din guhert, min got qey a wî saxlem e û min wê bikarneanî. Piştî demekê min şixuland lê pirsgirêk tê de derket. Dengê me nediçû ê hember. Mixabin min nimra wî kesî jê biribû, mecbûr mam min telefonê da çêkirin. Welhasil wexta we tiştek kirî bila haya we jê hebe.



23.05.2020 23:23 | xabûrî

5. demekî ez bibûm pêgir û pêketiyê vê sepanê. bi xêra hevala xwe min xwe jê xilas kir. lê mirov bi hêsanî dikare tesbîtên sosyolojîk li gorî bajar û tiştên tên firotin û buhayê tiştan bike.
Yek jî sîstema wê ya lêgerînê zehf jevketî ye. Em bêjin tu li sarincekî digerî tevî sarincê gelek tiştên bêeleqe jî pê re derdikevin pêşiya te.



24.05.2020 20:50 | endazer

6. kompanyaya ku di sala 2015an de li emerîkayê hatiye damezrandin û aniha li gelek welatan çalak e. sala par ji aliyê offerup ve hat standin.

(bnr: offerup)



03.08.2021 12:24 ~12:26 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» letgo

Kategoriyên mijarê:: malper malper malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî