Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 53 peyam
ciwanmerd kulek - tirşik
ciwanmerd kulek
(7) (1) (5)
di mijarê de bigere

17. îro mixabin piştî pevçûna pdk û pkkê gotinên ne xweş bi kar anî bo tevgera pkkê. divê nivîskar û ronakbîrên me wek partiyên me nekin. ne alîgirî, yekîtî para wan e. mînakî mehmed uzun. ne li alî pkk ne jî li alî pdk. me yekîtî divê. ev tiştê ku partiyên me dike xwelîserî ye. pêwîst e nivîskar û ronakbîrên me wilo nekin.



24.05.2015 18:01 | kurê xelkê

18. zimanê camêr zêde zêde hişk e, nizanim bi min wisa hat..

vê taliyê bi navê çar yek pirtûkeke nû nivîsî

(bnr: çar yek)



14.11.2015 10:48 | ferhenga şikestî

19. wergêra wî a ji james joyce'ê dublinersê dixwînim lê tiştek ji çîrokan fahm nakim. nizanim ciwanmerd kulek bi zimaneke giran wergerandiye an na james joyce bixwe bi zimaneke giran nivîsandiye lê meriv carina dibêje gelo ez bi rastî jî kurmancî zanim.





16.04.2016 00:16 | kurê xelkê

20. min dest pê wergera wî ya çîrokên dubliniyan kir; beriya wê jî min ji destê wî wergera serenacama mirinekê xwendibû. û encam:



ev xort daçeka "di... de" nizane bikarbîne! hema her tim şaş e. erê kurmanciya min ne baş e û di serî de min jî çewt bi kar dianî lê belê tu pîşeya wergerî li xwe kiriye, ma ecêb , yekî jî nedîtîye ku rabe bibêje keko hevokekê wilo di kurdî de tu carî nayê ava kirin:



(...)gelê îrlandê "di mirêka wî ya xweşik hatî biriqandin de baş li xwe binêre."



wekî mînak divêt wiha bibûya:

---di mirêka wî de ya ku xweşik hatî biriqandin---



lêker nikare têkeve nav daçeka "di ... de"/ "ji ... re"/hwd.



çewtiyên wilo dilê min ji pirtûkê sar kir. ya baş ev bû ku min pêşgotina wî hez kiribû, çi xweş qala fikarên balkêş kiribû. ku ew jî nîqaşkirina nivîsandina kurdiyê bû, meriv digihişt vê encamê, gelo kurd bi rastî jî mecbûr in, di van şertan de kurdî binivîsînin. (digot, zimanê me paşmayî ye ji ber sedemên siyasî û kurd jî bi zimanê fermî yên wî dewletî perwerde dibe bla bla bla.)



ew zimanê wan a dayikê asta zanebûna wî kurdê ku (bi mecbûrî) bi tirkî/hwd xwe peş xistiye, têrî vegotinê nake.



li ser vê, dixwaze viya bibêje: gelo wê çaxê james joyce roman û çîrokên xwe ne bi îngilîzî lê bi zimanê îrlandî biberhemanda, car din wekî mînak çîrokên dubliniyan dê baş bibûya? (j.j. di nameyên xwe de qala gelê xwe dike û xuya ye neteweya xwe hez dike, lo gorî gotina c. kulekî.)



26.06.2016 00:31 ~00:42 | biruya hayao miyazaki

21. Ez ne şaş bim par van çaxan beşdarî bernameya daxwendê bûbû, axirî qeyda bernameyê li ser youtubeyê bar kirine

Heçiyê dixwaze dikare temaşe bike, kurdiya camêr di warê axaftinê de gelek xurt e, hama bêje qet naterpile û hevokan bê qisûr bi miqameke xweş li hev tîne. Kêm nivîskar hene ku axaftina wan kêfê bide meriv. Nikarim ji bo roman û çîrokên wî bibim kefîl feqet kefîlî axaftina wî me, ciwanmerd ji wan nivîskaran e ku xweş bi kurdî dipeyive







27.07.2016 23:58 | ferhenga şikestî

22. min jî digo ev esilzadeyî, ev toriniya wî ji kû tê, xuya ye wî jî nanek li ser sifra cizîrê xwariye, nivîskareke jîr jêhatî û nefsbiçûk, aqûbet li me *



28.07.2016 13:07 | endazer

23. birayê înano lo ye.
min carekî xwe li xwendina pirtûkeka wî germ kir ez ne xelet bim otobês bû, lê min kir û nekir min nekarî bibim serî, zimanê wî dişibe yê shorbevan, henekan nakim ji dil dibêjim. ez dibêjim qey pirtûkên wî nayên redaktekirin tê de gelek kêmasiyên rêziman û rastnivîsê hene.



03.12.2016 20:25 ~21:01 | endazer

24. (bnr: 20:39)



30.12.2016 13:42 | ferhenga şikestî

25. camêr hama bêje di salê de kêmtir du heb pirtûk dinivîsîne û çap dike
ez meraq dikim çima wilo dibeze? çima wisa ecele dike? fêm nakim.
êdî ev rastiyeke edebiyatê ye ku ya girîng nîtelîka pirtûkan e, ne hejmara wan e
tu li salê deh heb kitêb jî binivîsî ger kitêbên te neyêtin xwendin kes ji te re nabêje aferîm.
gelek kêfa min ji berhemendî û sekna wî ya entelektueliyê têt lê belê di nivîsandina berhemên xwe de zêde dilezîne, guh nade kûrbûnê loma her kes jê gilî û gazincan dike ku berhemên camêr nayên xwendin, zêde zêde tahmsarkî ne, divê bala xwe baştir bide yan na sed roman jî binivîse dê qîmetekê nemîne..
hama bêje hemî pirtûkên camêrî li cem min hene, min dest bi hemî pirtûkên wî kirine lê bes heta aniha ji bo hemî berhemên wî dikarim bêjim zêdetir 30 rûpel min debar kirin dûre min giş nîvco hêliştin. yav bi rastî jî nayên xwendin, meriv fêm nake behsa çi dike..



30.12.2016 13:53 | ferhenga şikestî

26. navê xwe, axaftin xwe, û imaja xwe karîzmatîk e.
qapaxên pirtûkên xwe jî pir xweş in.
lê min hê jî pirtûkeka wî nexwendiye.
gava vê havina davîn çûm tirkiyê min li beyoxliyê ji apê silheddin (el hamra pasajı) yek pirtûka wî kirî.
ez ê demek başê wî bixwinim.
derbarê ciwanmerd kulek pir hêvidarim. inşalla ew ê min rast derxine.



30.12.2016 14:07 ~14:11 | cinorek

27. ew û (bnr: william shimell) dişibin hevdu..

Here lînkê
Here lînkê



08.10.2017 17:44 | bûtîmar

28. tekamûla wî ya bikaranîna kurdî ya vê mêrxasî hîn jî didome. di wergera xwe ya "li çiyayên andê" de ji bo dema bê yekser "ê" tenê bi kar aniye, di yên din de tiştekî wisa tune bû. aliyê din bikaranîna wî ya "di ... de" ya di cihên xelet de di vê romanê de gelek kêm bûye yan jî ji ber mijara honakê min guh neda. ew çi bû di çîrokên dubliniyan û serencama mirinekê de min ji xwendinê sar kiribû xwedê jê razî û bela wî min demeke dirêj devê pirtûkan venekir. lê bi wergera xwe ya li çiyayên andê ya ji ser sedî 95 puanî, nêrîna min a bo wî gelek guherî hela bi pêşgotina xwe ya wergera bi navê xewn û xeyal re tew min ew hez kir berovajiya demên raborî. hingî ew di wê pêşgotinê de gotiye, xeyala min xemiland, xwedê bike û hez ke ku tu gelek gelek wergerên din hilberîne yên serkeftî yên neyê jibîrkirin.



10.12.2017 12:55 ~12:55 | biruya hayao miyazaki

29. camêr li ser pirtûkên ku ji aliyê weşanên avestayê ve tên çapkirin kurdiya xwe rewa dike. bi rastî jî di her pirtûkeka wî ya nû de pêşketineke berbiçav di warê rastbikaranîna rêziman û rastnivîsê de li pelên pirtûkên xwe dide der. berê cidiyetek û giraniyeka weşanên avestayê hebÛ li cem min, min digo qey hemÛ karê xwe bi profesyonelî dike, bi pirtûk û wegerên ciwanmerd kulek min dÎt ku pereyê weşanxaneyê bi têra girtina redaktorekÎ nakin, ji loma hemû karê redaksiyonê ebdila keskîn bi xwe dike. feqîro ew jî gihaye zewala emrê xwe, heta şaşiyekî rast dike, xwe ji ser dehan re diqevêze.
neyse ecela me nîne, ev sed sal in em ê li bendê, em dikarin deh salek din jî xwe bigirin.



10.12.2017 20:29 | endazer

30. heyrana peyvên wî me, zimanê wî gelek dewlemend e lê sentaksa wî dike ku meriv kitêbê biqelişîne û agir berde ser. hetanî hevokekê diqedinî ji bîr dikî ka destpêka hevokê çi bû, neçar dimînî vedigerî serî û ev yek jî rê nade meriv bi dilê xwe ji kitêbê tê bigihêje.



24.08.2018 14:18 | tizbîkêş

31. sê çar sal berê nav û paşnavê xwe yê fermî yunus eroğlu guherand û kir civanmert eroğlu. herî dawî digote ezê paşnavê xwe jî biguherînim û li ser nasnameyê wek kulek bidim nivîsandin, wê bikim civanmert kulek.



08.09.2019 00:06 ~00:07 | tizbîkêş

32. nivîskarê vaye min îro nû dest bi xwendina pirtûkek wî kir. tevî min tenê çend rûpel xwendine hew dikarim xwe bigrim, min gelek hij vegotina wî, hevokên wî kir.



06.03.2020 00:58 | hespêsor

33. min dawiya dawî qinyat lê anî ku wergêrîya camêr baş e.
ji ber ku kurdiya me qels e (ji qelsbûn qesta min ne bi tenê zanebûn an nezanebûna peyvan e, hevoksazî ye. mantiqa lihevanîna hevokan û têgihîştina wan hevokan e ) em nikarin ji wergerên wî fêm bikin.
pirtûka beyaz kale ya orhan pamuk wergerandibû kurdî (bnr: keleha spî) , bi qasî du meh berê min vê pirtûkê bi tirkî xwend û dûre min wergera ciwanmerdî girt destê xwe û min destê xwe lê peland, min dan ber hevûdu. camêr bi rastî ji heqê xwe hatiye. hevokên girîft û kompleks bêî ku senteksa kurmancî bifelişîne, xweş li hev anîye. pîroz dikim.



01.05.2021 23:46 ~23:49 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanmerd kulek
» kulek

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî