Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
metran îsa - tirşik
metran îsa
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

2. Meyremê dibê:

Elîyo sibe ye, gelo min go wa ye çi sibeka bi xêr û bêr e

Rabe qeyîk û gemiyê Metran Îsa gelo li hev girêde

Emê îro xwe bavêjin tor û bextê Metran Îsa lo di dêrê de

Heyla delîl li min û li vî Metranî, li vî hogiçî ax lo li vî beranî

Bila ji diya Metranê Dêra Axtermanê pê tir nebêje

Min çok da erdê ji xwe re kurek anî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê xwe deranî



Elî dibê:



Meyremê sibe ye gelo wa ye min got

dîsa çi sibeka bi xêr û bêr e

Minê rabûye qeyîk û gemiyê Metran Îsa temamî

kar kir lo li hev girêda

Eliyê Qolaxasî rabû bi destê Meyrema File,

le qîza ke e, bûka Sarkîs

Dostika Waliyê Wanê girtî lo mîro ji xwe re lo revandiye

Minê xwe li Xwedê û li nav û dengê

Metranê Dêra Axtermanê xwe girtiye

Qesta Dêra Axtermanê kiriye

Heylo delîl delîl tew lo lo dilo

Heyla delîl lo li vî Metranî

Bila ji diya Metranê Dêra Axtermanê pê tir nebêje

Min çok da erdê ji xwe ree lo kurek anî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî

Erê dibê sibe ye gelo va ye fecir lê da çi sibeka zû ye

Metran Îsa rabûye qesta Dêra Axtermanê kiriye

Belê, bala xwe dayê ko kesekî li binê Dêra Axtermanê sekiniye



Erê Metran Îsa dibê:

Kuro, eva vê nîvê şevê ka bêjê çî karê te li binê

Dêra Axtermanê li vir çi ye ?



Eliyê Qolaxasî dibê:

Metrano, ez çi bikim îro filetî ye

Minê rabûye bi destê Meyrema File, qîza keşe, bûka Sarkîs,

Dostika Waliyê Wanê girtî ji xwe re lo min revandiye

Minê xwe li Xwedê û li nav û dengê Metranê

Dêra Axtermanê xwe girtiye

Eger îro tuyê Meyrema File li min mar bikî

li ser dînê Muhemmed

Sed aferîn dîsa ji nav û dengê te re

Heger tu mar nekî ezê qebûl bikim dînê lo Metran Îsa

Heyla delîl delîl lo li vî Metranî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî

Camêrî û mêrxasiya Metran Îsa...



Metran Îsai gotiye:

Eliyo lo wez wiha nakim

Ez vê yekê li dinyayê qebûl nakim

Wele nav û dengê Dêra Axtermanê kevin e,

mezin e, ez xirab nakim

Ez vê serê di nava dînê Muhemmed de qet rast nakim

Ez ji boyî xatirê kevnejinekê dînê Muhemmed

li ber tu dîna zelûl nakim

Lawo, ezê îro gazî meleyek û du heb feqiya kim

Ezê bi qewlê Xwedê, bi hedîsa Resûlallah bînim

Meyrema File lo li te mar kim

Heylo delîl delîl tew lo lo dilo

Heyla delîl l lo li vî Metranî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî



Walî dibê:

Kaxizekî ji Metran Îsa re bi rê kiriye

: Mêtrano dîsa lo bi min dîs

Min dît du kevok ji selîsa fir dan hatin Dêra Axtermanê

li cem Metran îsa

Heger tu wan her du kevokan bigirî bi eyînî

Ezê bidime te bi qederê hezar kîsa

Heger ko tu negirî, ne eyînî

Ezê bikim kevir û kuçikên Dêra Axtermanê

Bi ser serê te de lo werin xwarê

Heylo delîl delîl tew lo dilo

Heyla delîl li vî Metranî

Metran Îsa li binê Dêra Axtermanê ji xwe re lo kemîn danî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî

Dotira rojê Elî zava ye,

Meyrem bûk e...



metran dibêje :

Waliyo, lawo lo ez Metran im,

Ez kekê Bedran, Henan û Yewnan im

Ezê bi kumê metraniyê bigirim li erdê xim

Ezê la a sawî Dêra Axtermanê rakim

Lawo sibê lad e, wê file bikevin, biki in sûkan û çarçiyan e

Wele sibe vî çaxî Elî zava ye, lo ax Meyrem bûk e

Haylo delîl li min û li vî metranî

Li vî hogiçiyî li vî beranî

Ji diya Metranê Dêra Axtermanê pê tir

Bila nebêje min çok da erdê ji xwe re kurek anî

Metran Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî,

nav û dengê xwe deranî

Metran Îsa li qarşiyê Walîyê Wanê,

Di binê Dêra Axtermanê hêja şerek danî

Heyla delîl lo li vî Metranî



10.09.2013 23:57 | felat

3. destanek bêhampa li ser xaka pîroz



11.09.2013 00:02 | felat

4. herî xweş Mihemed Arif distirÊ;





11.09.2013 00:15 | paleyê gund

5. piştî mihemed arif cizîrî, dengbêjê ciwan yê ji deşta sirûcê miço kendeş jî ev stran di dêv de perçivandiye.. strana bext û mêraniyê ye ve.. strana evîn û sewdaseriyê ye.. strana êşê, hizn û kederê..



11.09.2013 00:23 | endazer

6. Eliyê qolexezî bila rabe rûnê ji xwe re ji vî camêrî duayan bike. Camêr layê camêran bûye ku heta îro ji kurdan bûye îdolek.



11.09.2013 13:11 | hemdilaarda

7. nîşana wê yekê ye kurd, qencî û cameriya tu kesÎ tu carî ji bîr nakin..



10.03.2014 00:24 | endazer

8. strana ku ji aliyê miradê kinê jî ve hatiye gotin.
û min îro deşifreya wê xelas kir, 18 deqqe, ez di ber de mirim, lê hêja bû.

Kerem bikin.

METRAN ÎSA – MIRADÊ KINÊ
Êdî meseleya şerê Metran Îsa çi bû? Dibêjin Siliko roj hebû, Axayê filih û Ermeniyê bajarê Wanê bû. Bajarê Wanê di destê wî de bû. Kiribana hêkkî wê Behra Wanê, kesî ma’neyî wî nebû. Dibê, rojekî Siliko mezinê Ermeniya ye ma’lum a, keçek wî heye dibêjine Meryemê, Meryemê jî bi hezna gelkî minasip zahf sipehî ye. Meryemê jî rabû, derketine çarçiyê ji xwe re, gezmaxê, nava Wanê. Dibê, dehnê xwe dane, xortek çarçiyê de bûrî. Meryemê gote ceriya xwe, go: ‘’Ceriya!’’ Go:’’Ha’’ Go:’’ Xwedê ji te razî be, ji wî bipirse, ew xortê ha ji ku dê ye ‘eceba?’’ Ceriya Meryemê rabû lê vegera, go: ‘’Keko heke bira filan, tu kî yî?’’ ‘’Welleh, ya min, ez Qolak Axasî me.’’ Yanî Qolak Axasiyê hingî ji dêla van têmenên vêga bûn, digotina wan Qolak Axasî. Go, ‘’Ez vê dê ma. Qolak Axaya me heye, li vir, ber devê behrê. Û em li vê dê ‘esker in. Çû, Meyremê re got, go, welleh dibêje: ‘’Ez ‘esker im li vê derê.’’ Axir, go: ‘’baş e.’’ Go Meyremê, go:’’ha!’’ go:’’ Here jê re bêjyê de: ‘’bê ma tu zewicî yî an tu ne zewicî yî?’’ Çû, dîsa vegeraha, go: ‘’Ya filankes!’’ Go’’Ha!’’ Go: ‘’Xatuna min dibêje, ma zewicî ye an no?’’ Wextê go ‘Eliyê Qolaxasî çav bi Meryêmê ket, pela wê dara heyatê weşa, ava heft ‘’tirşika’’ bi ser dilê wî ket. Go: ‘’Xaliqo ma wê hawa jî li dinyayê hene.’’ Bi sed hezar dilî, dilê wî kete Meryemê de. Dilê Meryemê jî ‘eynî.
Rabû ser xwe, dibê, rojekî, gote ‘Elî, go: ‘’‘Elî!’’ Go: ‘’Ha!’ Go: ‘’Tu biya min bikî, min birevêne.’’ Na! go: ‘’Were min ji bavê min bixwaze.’’ Go: ‘’Heyra çênabe, îro mesela dînê me ne yek e. Hûn filleh in, em misilman in, êdî çênabe.’’ Êêê, go: ‘’Ma ku ez misilman bim, çênabe?’’ Go: ‘’Wî çaxî çêdibe.’’ Go: ‘’Min birevîne!’’ Go: ’’Heyra ez ti deran nas nakim, ez mêrikê Anadolî me. Ez xerîb im, Ez ê te birêvênim, bime ku derê?’’ Go: ‘’Wellehî yê ku ez nas dikim. Arqadaşekî min heye, oqul arqadaşiyê min e, filan derê me bi hev re dixwend, dibêjine Osman Paşa, mala wî, va, li vê, Qala Mahallesî ye. Ez ê te bime mala Osman Paşa, arqadaşê xwe.’’
Va ye ‘Elî rabû, êêêêêêêyyyyyy ooooooowwww bi giranî
Lêlî belê Meryemê bû bi xemla sî û çar bajaran
Bi wê bejn û bala Xwedanî, heyranoo loo loo
Lêlî belê ‘Elî rabû bi çembilê Meryemê girt û li Mala Osman Paşa jî danî.
Delîl Delîl Delîl wê çawa be?
Ji kul û kederên ‘Elî û Meryemê kûr in. Wê li dinyayêêê, û derman nabe

Berî hingî, Waliyê Wanê jî di mehelê de bûriye, Meryemê cil û mil avêtine ser şerîtê, li ser banê qesrê. Çavê wî bi Meryemê ketiye, wî jî ba kiriye Silêman Axa, Axayê filih û Ermeniyan. Gotiye: ‘’Ev kî ye?’’ Gotiye: ‘’Welleh keça min e.’’ Gotiye: ‘’Illeh tu wê bide, ew ya min e. Ji min pê ve, tu nade kesî.’’ Wî jî gotiye: ‘’Ya Walî Paşa, ez ê bidme ema dînê me û te da çênabe, çunkî dînê me ayrî ye.’’ Û Walî jî pê nizane ku yanî revandine, birine.
Li dile wî dibe terqênî, dibê: ‘’Kanî Meryemê?’’ Li vê odê, li vê dê, li dera dî, Meryem xuya nake. Sibehê dimeyzênin ‘Elî jî neçûye gorevê. Dibê:’’ Welleh Xwedê, hebe, nebe, ‘Elî û Meryemê herduya hevdu revandiye.’’ Li nava bajarê Wanê digerin. Li vê qulê, qulekî li derekî nahêlin, çawa diçe ba mala Osman Paşa, wextê go hawa wilo li Osman Paşa dimeyzêne go dibîne go va pîrekek e li ba jina wî ye. Go: ‘’Ev çi keçik e?’’ Go:’’ Welle ‘Elî aniye. ‘Eliyê Qolakaxasî ev keçik revandiye, aniye mala me.’’ Go: ‘’Kî ye?’’ Go: ‘’Keça Siliko, Axayê filih û Ermeniyan e.’’ Naaa lêêê! Go:’’Welleh!’’ Go: ‘’Zûka, ka kê aniye bila dîsa bibin. Pa welle go û Siliko pê bihese wê piyê min qayî guhê min lêke. Zûka bila di mala min de nehêle.
Wextê Osman Paşa hate xwarê. Dibe ‘Elî çû ba Osman Paşa, go: ‘’Ya Osman Paşa!’’ Go: ‘’Ha!’’ Go: ‘’Meyzê! Kesî nas nakim, ez mêrikê Anadolî me. Li vî memleketê-haneke tu arqadaşê min î. Û min hawa ev mesela ha kiriye.
‘Elî ba kiriye, go: ‘’Ya Osman Paşa, tu nizane lê bê çi bû ye! Lo çi qewimiye!
‘Elî rabû ser xwe bi çeplê Meryemê, keça Siliko mezinê topa filihan û Ermeniyan eeee
Welle min go: ‘’ez li vî memleketî kesî nas nakim’’ lê qesta Xwedê li devê deriyê looo te kir
Lê lê delîl delîl wê çawa be?
Ax Osman Paşa li ber barê Elî ranabe
Meyremê duşunmuş bû, go: ‘’Welle bi xaliqê, xewa min nayê. ev ê min û te, herduwa teslîmî, teslîmî wa ke. Ew li ber barê me nayê.’’ Go: zane? Go: ê?
Go: Elî, ev mêrikê we yî Misilman bû, tu dibînî bê çawa dibêje ji mala min herin, min barê Siliko nîn e. Lê, ema herdukan ceribênin, filih û Misilmanan. Lê, Metranekî me heye, di nîvê Dêra Extemanê de ye, em ê xwe avêjne ba Metran. Go: ’’Ooo Meryemê, ez xwe ji filehan dûr dikim, tu dibe were em herne ba filehan.’’ Go: ‘’Em ê wan deneme bikin.Ka em meyzênin bê ê me wê bikêrî me ê, an yê we wê bikêrî me ê.’’ Go: ‘’Tu zane.’’
Meryemê ba kire ‘Elî, go: Ez ê çima Wanê, li Wanê, di wê da
‘Elî tu wê rabe ser xwe, qayik û gemiyan ji me re girê de, heyloooo heyloooo
Welleh îro me xwe avêjne ba Matran Îsa heylooo delîl delîl
Welle bêjin delîl delîl li vî Metranî,
Dere bavo li vî hogiçî lo li vî beranî,
wele êdî bila ji diya Metran Îsa pêve kes nebê min kurek anî
Ax delîl delîl delîl
Xwe avêtne dêra Axtamanê, qayika xwe,heger gemiya xwe ber devê dêrê gire dan. Çûne hindûriyê dêrê, dimeyzênin ku va ye, Metran Îsa wê ser ÎncÎla xwe de, wê dixwîne. Vêca Elî çû, Silamûn ‘aleykum - ‘Aleykum selam. Go: ‘’xêr e, ya xortê qenc?’’ Go: ‘’Welleh derdê min ev e, ya Metran Îsa, em hatina ba te.’’
Ba kiriye, go: ‘’Metran Îsa’’
Êlî rabûye ser xwe bi çeplê Meryemê, keça Siliko, mezinê topa filiha
Êlî rabûye ji canê xwe re revandiye, ji maqulan, ji axayan, ji milûk û ji mîra ‘Elî #min ê#rabûye qesta Xwedê û devê dêra te kiriye heylooo looo looo
Welle te divê mahra min û Meryemê çêke ser dînê Îsayê Nûraniya
Welle felîl delîl li vî Metranî,
Dere bavo li vî hogiçî li vî beranî
Li devê Dêra Axtamanê lo kemîn danî
Bila zêdeyî diya Metaran Îsa pêve li dinyayê nebê: min kurek anî.
Go :’’Birazî!’’ go:’’ha!’’ Go: Ti yê çe li ser dînê Îsayê Nûranî?!! Go: ‘’A!’’Go:’’Îro tu zilam î. Û ew pîrek e.’’ Go: ‘’lazim e ku pîrek li dû-dûv-li pey zilam herê.’’
Û Metran Îsa bakiryê go: ‘’Ya Elî wez ê biçime Wanê!’’
Piştî Meryemê, keça Siliko, mezinê filih û Ermeniya Wanê te revandiye
Tu hatî, ketî, hinduriwê vê dêrê de,
Welle vêya ku ku tu dibejî, wê ez ê rabim, bikim ji min re gelekî loo, gelekî ji min re fihêt e, heyloo looo loooo
Û ‘Elî dilê min demed e, bi sê ahdê Xwedê li min ketibe mahra te û Meryemê li ba min ne zehmet e.
Ez ê rabim mehra te û Meryemê, keça Siliko, mezinê filih û Ermeniyê Wanê çêkim ser dînê haqî, dînê loo Muhemedo
Were delêl, delilo lawo, delilo lawo,
Delîl delîl li vî Metranî,
Dere bavoli vî hogiçî az lo li vî botî, li beranî
Bila zêdeyî diya Metran Îsa pê ve nebê, min çok da erdê; mi kurek anî
Axxx delêl, delilo lawo, delilo lawo
Delîl delîl li vî Metranî .
Go:’’’Elî!’’ Go: ‘’Ha!’’ Go:’’Oxlim! Tu jî weke kurê min, ew jî weke keça min, gerek hûn herne odeya wî alî, jixwe re rûnin.’’ Go: ‘’Ya Metran Îsa! Îşê me, mesele, hawa bavê keçikê, Siliko, mezinê filih û Ermeniyê bajarê Wanê ye, îro di destê wî de ye. Lê em ê çawa barê wî rabin?’’ Go: ‘’Ew îşê min e!’’
Sibihî, Waliyê Wanê dirabe ser xwe, digerihe, dibê: ‘’diavêje qestê, ‘alan dike, yeke vî miqamî ye, heke hûn bibînin, ez evqas milyon û pere û malê dinyayê bidime we. Kî yê bîne?’’
Sibihî, yê ma’lanê qeyika, diçe ber qeyikê xwe, wan dijmêre, dimeyzêne, yek jê xuya nake. Hema diçe ba Siliko. Dibê: ‘’Ya Sileyman Axa!’’ Dibê: ‘’Ha!’’ Dibê: ‘’Hebe nebe, ‘Elî jî xuya nake, ev sê çar roj e. Û Meryemê jî xuya nake. Herduka hevdu revandine û çûne dêrê, ba Metran Îsa.’’ Dibê: ‘’Ha welleh, bi Xwedê rast e.’’
Heme dirabe ser xwe, kaxezekî dinivîse, ji Metran Îsa re. Û dide destê qasidê xwe, û dibê here jê re bêje. Dibê: ‘’Ez ê mektubê jî nivîsim, û bi devan jî jê re bêje.
Dibakê, dibe: ‘’Ya Metran Îsa llooo
Lo Metran Îsa
Şevaditirê min di xewna xwe de dîtibû, û cotek kevok firîn, hatine lîse heylo looo loo loo
Nebêje Waliyê Wanê, Siliko mezinê topa filih û Ermeniyên bajarê Wanê çi zilamekî pîs e
Ku tu bide min destê ‘Elî û Meryemê, sê wa’adê Xwedê bi min ketî, ez ê bidime te hesabê sî û çar kîsan heylooo loooo
Were delêl, delilo lawo, delilo lawo,
delîl delîl li vî Metranî,
Weey bavo li vî hogiçî, dehnê xwe bidine li vî beranî
Axxxx, Li devê Dêra Axtemanê kar û bara xwekiriye, kemîn danî ye
Wextê qasidê wî mektub jê re bir, go: ‘’Ya Metran Îsa!’’ Go: ‘’Ha!’’ Go:’’Siliko, mezinê filih û Ermeniyên bajarê Wanê ev kaxezaha şiyandiye, gotiye, here bide Metran îsa.’’ Wexta ku kaxez xwend, ‘Elî jî go: ‘’Welle, bi Xaliq, vêga ma’lum e, Siliko ye, Axa ye, û keça wî ye. Ew jî eynî ji hev in. Wê vêga di binê kaxezê de birtîl û milyar gotine, Xwedê ez zanim bê wê me teslîmî wan ke.’’ Dît ku, Metran Îsa qelem ji berîka xwe derand û kaxez quliband ser aliyê dî û kete ser yaziyê de.
Metran Îsa yaz kir:
Dibeje:’’Ya siliko ez ê wiha nakim
Axa ez ê weha nakim
Vê şeri’eta û qanuna ku tu dibêjî wê ez ê ti cara qebul nakim heylo loo loo
Wa ez ê rabim bi çeplê Meryema Siliko bigirim qewl û şîret û li ser dînê Muhemed, li 'Elî mar kim
Wele wez ê hesabê Siliko, Axayê filih û Ermeniyê bajarê Wanê firkê hestiwê xwe nakim
Ez ê bi dînekî weke dîne Muhemmed, îro li hewşa dera Axtamanê rezîl naki#
Were delêl, delilo lawo, delilo lawo,
delîl delîl li vî Metranî,
Weyla bavo li vî hogiçî, li vî betil î, li vî pêlewan î.
Ji vî zemanî heta bigihê wî zemanî Metran Îsa
li dinyayê nav û dengê xwe deranî



04.04.2020 18:50 ~18:51 | gulêê

9. yek ji wan meseleyan e li gelek deverên kurdistanê deng vedaye û li hemû perçeyên kurdistanê bi çîroka xwe û bê çîroka xwe hatiye strandin



05.04.2020 02:54 | roberz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» metran
» îsa berwarî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî